#Qamişlo#
Îro sibehê dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo serdema perwerdehiyê ya 2022-2023’yan deriyên xwe ji bo xwendekarên xwe vekirin. Bi sed hezaran xwendekar çûn dibistanên. Xwendekaran bi xwendina sirûda Ey Reqîb dest bi dibistanan kir.
Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 30’ê gelawêjê de destpêkirina sala xwendinê ya 2022-2023’yan ragihandibû û eşkere kiribû ku 11’ê rezberê roja yekemîn a dewama îdarî ye û 18’ê rezberê jî roja yekemîn a dewama xwendekaran e.
878 HEZAR XWENDEKAR
Li gorî daneyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, 4 hezar û 700 dibistan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne ku pêşwaziya 878 hezar xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehî bikin.
Her wiha 61 hezar mamoste ji bo perwerdeyê di dewreyên perwerdeya havînê re yên li ser materyal û rêbazên danûstandina bi xwendekaran re derbas bûn.
PERWERDEHIYA BI KURDÎ, EREBÎ, SURYANÎ
Xwendekar bi zimanê xwe yên dayikê, yanî Erebî, Kurdî û Suryanî perwerde dibin. Îsal dersên Êzdayetî û Îslamê jî li dibistanan tên hînkirin. Amadekirina dersên Xiristiyantiyê jî têm kirin.
Li navçeyên Til Temir û Zirganê 3 hezar û 596 xwendekar ji xwendinê ji ber êrîşên dewleta Tirk bêpar in. Li navçeya Eyn Îsayê û gundewarên Girê Spî jî 2 hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar in. Li Şêrawayê jî 3 hezar xwendekar li 14 dibistanan tên belavkirin û hema hema ji xwendinê bêpar in. [1]