BÛYERPRESS
Hevpeyvîn : Berzan Ferman
Destpêkê hun xwe ji şopîner û xwînerên me re bidin nasîn ?
Nivîskar û helbestvan #Can Birahîm#
Li gundê Şeş ê yê girêdayî bajarê Kobanê ji dayîk bûye
Fêrbûn û xwendina xwe li bajarê Reqayê kiriye ji astên seretayî – navîn û amadeyî
Xebatên ku te kirine,yekem helbestên ku te hunandiye ?
Ez yek ji damezrênerên dîdara Aşîtî ya helbestvanan im
Herwiha bûme Endamê komîta mehricana helbesta kurdiyê.
Yekem helbest di sala 1988’an de li ser Keleha Dimdimê nivîsand
Dan-hevgeheke wî li Reqayê şewitî û yek jî li Kobanî şewitî di dema êrîşa DAIŞ’ê li ser Kobanê
Weku em dizanin hun tevlî karê medyayê jî li Rojavayê Kurdistanê bûne,li gel kê bû ew xebat ?
Gelek caran pêşkêşiya bernameyên çandî kiriye di radoyaya Qerecdax,Siba Fm û Stêrk Tv
Çi rengê helbestê te ne,şêweyê te yê nivîsên çawa dinirxînî ?
Min ji Çemê Feratê re,ji deşta Sirûcê û Mişetenûrê re helbest nivisî ne
Bi şêweyekî hatine nivîsên ku êş,bêrîkirin tê de diyar bikin,min dibistaneke taybet ji xwe re di helbesta kurdiya nûjen de çêkir
Dikarim bibêjim roleke min di nûjeniya wêjeya kurdî de heye,ango şêweyekî min yê taybet bi min heye
Hun nivîsên kurdî li Rojavayê kurdistanê çawa dinirxînin ?
Li Rojava buhareke wêjeyî konê xwe vegirtî,Stûnên wî konî helbest; çîrok; roman; şano; û gotar.
Zimanê kurdî mabû devokî di demeke dirêj de,ji ber ku desthilatdaran qedexe kiribûn
Tenê her beşên wêje dengbêj û stranbêjan di stranên xwe de digotin
Wek çîrok; efsane; destane û roman
Bi şêweyekî helbestî dihûnan û dikirin stran
Lê piştî pêşketina dunyayê û pêşketin alavên têkiliyê
Cîhan dibe weke gundekî her kes nêzî hev dibin û her tişt aşkere dibe
Zimanê kurdî jî ji nû ve vejîn dibe û bi meraq û dilgermî her kurdek dixwaze zimanê xwe yî devokî bi pênûsa xwe wergerîne
Di vê demê de her kes dixweze bi kurdî bixwîne û binîvîse
Çiqas bedew e ku em hest û mestên xwe bi zimanê xwe şîrovekin
Teve ku kêmasî û şaşî jî di nav de hebin
Lê wê her gevên di ziman de pêşda biçin bê guman
Wêjevanên kurd bi zimanên desthilatdaran wêje xwendine û çanda xwe ji wêjeyên din birine
Lê ne dûrî civaka xwe ne embarek ji çanda xwe jî bi xwe re hilgirtine
Istûbariya li ser milê wan giran bûye ji ber ku jinûvre wê xwe fêrî ziman bikin
Dîwanên te çendin,berhemên te her wiha yên dest nivîs ?
Di sala 2017’an de dîwana Lorîn min çap kir
Û di sala 2019’an de dîwana Beravên Aso çap kir
Gelek çîrok û helbestên min bi zimanê kurdî û Erebî dest nîvîs hene
Di gelek çalakî û mehrecanan de beşdar bûme û gelek bawername jî min wergirtine
Di gelek kovar, rojname û malperên kurdî û cîhanî de helbestên wî hatine weşandin.
Gotineke dawiyê ku hun pêşkêşî nivîskarên kurd bikin ?
Ez hêvî dikim ku zimanê kurdî bê parastin û het kes lê xwedî dekeve
Ziman ew nasname û hebûne
Û wêje jî nameye istûbariya her nivîskarekî ye
[1]