Di vê nivîsê de ez dixwazim ku li ser mijara bandora nakokîyên sîyasî ên li ser sazî û dezgehên çandî yên Kurdan bisekinim. Mixabin ku ew nakokîyên di navbera alîyên sîyasî de bandoreke neyînî li ser sazî û dezgehên çand û hunerê jî dikin. Bi vê yekê rewşenbîr û nivîskarên Kurdan jî di nava partî û alîyên sîyasî de hatine dabeşkirin û her alîyek parastina alîgirê xwe yê sîyasî dike.
Di rastîya xwe de divê ku sazî û dezgehên rewşenbîrî yên çand û hunerî hemû giranîya xwe bidin ser mijarên ziman û pêşxistina çand û hunera Kurdî. Ev erkekî neteweyî yê nivîskar û rewşenbîrên Kurd e.
Mixabin ku li gorî çavdêrî û şopandina min a ji sazî û dezgehên Kurdan re, bi giştî min ev yek dît û bi gelek mînakên beloq bê çawa nakokîyên sîyasî yên di nava rêxistin û tevgerên Kurdan de bandora xwe ya neyînî li ser rewşenbîrên Kurdan dike.
Dema ku mirov rewşa giştî dinirxîne, ew yek bi rengekî gelekî beloq derdikeve holê. Wek mînak, ev yek di gelek festîval û mehrîcanên Kurdan de jî derdike holê. Vexwendina hunermend û nivîskaran li ser bingeha nêzîkatîya wan a sîyasî dihat kirin.
Alîyê sîyasî yê ku ew festîval an jî çalakî li dar dixistin bang li kesên nêzî xwe yan jî alîgirên xwe dikir. Bi wê yekê, pirengînî, hêz û cudahî dihat kuştin û kesên ku tev li wan çalakîyên dibûn tev yek reng bûn.
Wek ku tu derbasî nava bexçeyekî bibî û tenê rengekî gulan hebe, lê dema ku nêzîkatî rast be dê wek bexçeyên gulan ên rengîn bin û xweşikîyeke cuda derkeve holê.
Bi rastî jî, dema ku karekî hunerî tê kirin, dema ku hunermendek sitiraneke xweş diafirîne, şêwekarek tabloyeke xweşik çêdike, helbestvanek helbesteke hêja diafirîne, çîroknivîsek çîrokek giranbuha yan jî romanekê pêşkêş dike, ew hunera, ciwan ew sitiran, çîrok, roman, helbest dikeve bin xizmeta çand û hunera Kurdan. Dikeve bin xizmeta zimanê Kurdî û ew dibe nirxekî neteweyî ji bo hemû Kurdan, ne tenê alîyekî.
Ji xwe asoyên li pêşîya çand û hunerê divê vekirî û bê sînor bin da ku karekî hunerî yê hêja peyda bibe.
Tevî ku ev rewşa giştî hindik be jî, hin mînak hene ku gihaştine vê rastîyê û sazîyên xwe li gorî vê rastîyê ava kirine. Dibe ku hin mînakên din jî hebin lê li gorî ku haya min jê heye, ez kari, 2 mînakan bidim.
Bi rastî, dema ku mirov sazî û dezgeheke ku ev yek derbas kiriye, dibe cihê şehnazî û kêfxweşîyeke mezin e.
Li gorî çavdêrîya min, heta nuha min 2 sazîyên Kurdan dîtine ku sînga xwe li ber hemû alîyan vekirî hiştiye. Yek ji van sazîyan Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bû ku hembêza xwe li pêşîya hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurd vekir û ji bo sedemên fikir û ramana cuda derîyê xwe li ber kesekî negirt. Mînaka duyemîn jî Weqfa Mezopotamyayê ku di sala 2013an de li Amedê hatiye avakirin.
Weqfa Mezopotamyayê îmzeya xwe avêt bin hin xebatên hêja yên di warê zimanê Kurdî de û li gorî min xebata herî hêja ya vê sazîyê amadekirina Rêbera Rastnivîsîna Kurmancî bû ku nuha ji bo çapkirinê amade ye.
Ev xebat li derdora sê salan berdewam kir û bi tevlêbûna bi dehan rewşenbîr, akademîsyen, zimanzan û mamosteyên zimanê Kurmancî ji her devera ku Kurd lê dijîn. Standarta tevlêbûna vê xebatê ya sereke zanebûna di warê ziman de bû bêyî nêrîna li fikir û ramana sîyasî yan jî alîgirîya kîjan alîye sîyasî dike.
Loma jî di encamê de xebateke gelekî xurt û bi tevlêbûneke xurt pêk hatiye. Ev berhema ku bi keda bi dehan zimanzan û mamosteyên ji her devera ku Kurd lê dijîn hatiye amadekirin, dê bibe bingeha rastnivîsa Kurmancî û karên hemû sazîyên ku zimanê Kurdî bi kar tînin hêsantir bike.
Her wiha dê ev yek bibe bingehek ji bo standardkirina zimanê nivîsê li ba hemû kurmancîaxêvan.
Dema ku mirov bala xwe dide vê xebatê, bêtir tiştê ku ez dixwazim bibêjim derdikeve holê, gelo heke ev xebat tenê bi zimanzan û mamosteyên ku nêzî alîyekî sîyasî ne pêk bihata, dê ewqasî karekî hêja derketa holê. Lê tiştê ku evqas zimanzan û mamosteyên zimanê Kurdî yên ku xwedî fikir û ramanên cuda ne anîn ba hev, ziman bû. Lewre jî ji ber ku alîyên cuda û heta di warê sîyasî de bi nakok jî ew nakokî danîn alîyekî û di bin banê xizmeta zimanê Kurdî de gihaştin hev û ev xebata hêja derket holê.
Di rastîya xwe de ev mijareke gelekî berfireh e û hewcedarî bi lêkolîneke berfireh dike lê bi kurtahî be jî min xwest ku balê bikşînim ser vê mijarê. Dibe ku gelek kesên din ên xwedî agahîyên berfireh di vê mijarê de hebin û ez bi hêvî me ku bi hûrbînî li ser vê mijarê rawestin ji ber ku mijareke gelekî girîng e.
Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê ku di pêvajoya avakirinê de ye û nuha gelek sazî û dezgeh vedibin ku divê haya wan jî ji vê mijarê hebe û sazî û dezgehên xwe li ser bingeheke rast ava bikin da ku berhemên hêja û binirx derkevin holê.
Divê sazîyên çand û hunerî ne bi pîvana ku ev mirov ji kîjan alîyê sîyasî ye nêz bibin, lê divê nêzîkayî bi wê pîvanê be ku ev mirov çi qasî xwedî huner e û dê karibe di warê huner û zanîna xwe de çi pêşkêşî vê sazîyê bike.
Her wiha ev barê giran ne tenê li ser milê sîyasetmedaran e, divê rewşenbîrê vî gelî jî pêşengîya van xebatan bikin. Bê guman ku di vê pêvajoya nazîk a ku Rojava tê re derbas dibe, barekî giran û berpirsyarîyeke mezin dikeve ser milê rewşenbîrên Kurd jî ku roleke erênî bilîzin û pêşengîyê ji gelê xwe re bikin û divê xwedî helwesteke neteweyî, şoreşger û bêalî bin û bi rêya nivîs û berhemên xwe vê yekê pêşkêşî gelê xwe bikin.
Dibe ku di gelek mijaran de ne wek hev bifikirin û cudahî di navbera fikir û ramanên wan de hebin û dîtina wan a dahatû û çareserîyê ne wek hev bin, lê dema ku mijar bercewendîyên neteweyî be divê wan nakokîyên xwe bidin alîyekî û tev bi hev re ji bo pêkanîna wê armancê bibin yek dest û yek dil. Ji alîyekî din ve divê ku rewşenbîrên Kurd di mijara gavên biceger ber bi yekîtîya neteweyî ve roleke sereke bilîzin û wek erkekî neteweyî bigirin ser milê xwe.[1]