#Kurd# û Helbesta Kurdî
Kurd, di dîrokê de, wek miletekî çîyayî, şervan û dilsoz tên naskirin, lê di heman demê de jî wek miletekî perîşan, bêkes û blindest, li gel ku Kurd mêr û merd û azadîxwaz in, mixabin heta roja îro navê “Kurdistan”ê neketiye nexşeyên cîhanî û alaya Kurdî li qada Neteweyên Yekbûyî (NY) hîn ne li ber ba ye.
Ev rewşa awarte (nebûna dewletê) li pêş kelepor, wêje û #zimanê Kurdî# bû wek alozîyekê, lewre ev ziman bê alfabe derbasî çerxa 20em bû û piranîya kelepora Kurdî –ku rêjeya mezin jê helbest bû– ma zarekî; guhan ji devan bihîstiye û nevîyan ji bapîran girtiye.
Heta nuha, yekemîn helbestvanê Kurd ê ku hatiye naskirin navê wî “#Baba Tahirê Hemedanî#” ye (950–1010)pz. Bi zaravayê Lorî helbestên xwe bi terazû û rêzbend nivîsîne.
Hemedanî di helbestên xwe de behsa êş û azarên xwe yên li hemberî felekê kiriye, ne Kurd û ne jî Kurdistan cihê xwe di tevaya çarîneyên wî de dîtiye.
Bi nêrîneke zanistî, em karin bibêjin ku Hemedanî nûnerê helbesta Kurdî ya qonaxa zeredeşto-îslamî ye. Baba Tahir, bi bîranînên zeredeştîyê kirasê Xwedê di helbestên xwe de li Ahoramezda dike û bi têhna agirê Avesta mizgefta Misilmanan ruhnî dike û lavijên mûbedan dike çarînîyine helbestî.
Li pey wê qonaxê, şêwaza Îslama klasîk (alûdeyî sofîtîyê) cihê xwe hêdî hêdî di civaka Kurdî de girt û navine wek Elîyê Herîrî, Feqê Teyran, Melayê Perîşan, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî…hwd hatin naskirin.
Di encamê de, neh sed sal li helbesta Kurdî di himbêza ola Îslamê de rasterast buhirîn; lewre, helbestên wê qonaxê xembar û reşbîn û leşkerî bûn (tîrên çavan, kevanên ebrûyan, serbazên por û zulfan …).
Di nav re, navê Ehmedê Xanî (1651-1707) wek nûnerê qonaxa duyem (a netewî) tê ku wî di çaxa xwe de dema ku navê Kurd anî ziman û doza maf û dewletan kir şoreşek rakir.
Di despêka çerxa 20em de, bi hatina Seydayê Cegerxwîn re (1903-1984) qonaxa sêyem (a neteweyîya nûjen) dest pê kir û dergehekî nû di dîwarê helbesta Kurdî de vebû. Ew e ya helbesta xwerû neteweyî ku guncawî qonaxa raperîna Kurdî ya neteweyî bû.
Cegerxwîn, bê rikber, di serdema nû de bû dengê neteweya Kurd, wî ji kanîya Cizîrî vexwar, lê ew di nava xwe de kiland heta ku hingivê şoreş û azadîyê di dev re avêt.
Paşê, helbesta Kurdî (li Sûryayê bi taybetî) nema karîbû xwe di bin giranîya Cegerxwîn de bilivîne; çi helbestvanê ku li pê hat, bû wek sêwîyê ku kurkê bavê xwe li xwe ke.
Di orta çerxa 20em de, roka helbesta nûjen hilat û nifşê nûhatî ji helbestvanên Kurd xwe ji fetraka Cgerxwîn verist û da ser şopa helbesta Erebî ya nûjen (ku wê bi xwe dabû ser şopa ya Ewropayî) û berê xwe da helbesta azad a bêterazû û bêrêzbend.
Wisa helbestvanê Kurd ê nûjen bû şagirtê Izra Pound, T. S. Eliot, B. Al-Seyyab, Edonîs û Nazik Al-Melaîka. Lê ne mejî û ramanê Ewropayî yê pêşketî (ku di bin bandora şoreşa pîşesazîyê û cengên cîhanî û felsefeyên Hebûnismê de bûn) û ne jî yê Erebî yê çolî, paşketî û hawêker (ku di bin bandora Îslam, rehperistî û xewnên dîrokê de bûn) li Krdan nehat; lewre, ev pirsgirêk û nakokîyên hevnegihan û tênegihaştinê di navbera helbestvan û xwendevanên Kurd de peyda bûn.
Xwendevanê Kurd hîn hezkerê sazê û guhdarê muzîkê ye, hîn aşiqê sitiran û dîlanê ye, hîn helbest li cem wî malik, terazû û rêzbend e. Ew naveroka ku gotinên wê ne dîyar bin û hevokên wê li ber hest û mejî nekevin, tu carî wî nakişîne û ne mûyekî di laşê wî de dihejîne.
Helbesta ku dest ji muzîkê berde, gerek ew li şûnê naverokeke xwedî muzîkeke navxweyî anku gotinine lihevhatî, wêneyine zindî, semaker û sirûşnêr pêşkêş bike da ku karibe cemawerekî xwendevanan li dora xwe vehewîne.
Mixabin, li gel ku zimanê Kurdî zimanekî pir dewlemend û helbestî ye, torevanên Kurd heta nuha nizanin çawa ava zelal ji vê kanîya xwe vexwin û ne jî çawa wê di çavên xelkê de şêrîn bikin. Hin ji wan guneh dikin ê ziman lê rastî ew e ku helbestvanê rasteqîne kebrîta sor e û piranîya wan kesên ku xwe li helbestê dikine bela, yekî ji her du mercên wê yên giring pêk naynin anku: Behreya xwezayî û Xebata bêhedan.
Di vê lêkolînê de, em hewl didin ruhnîyekê biavêjin ser cûreyekî wêjeya miletekî bîyan ku bi nav û deng e lê tu carî hevnasîn û têkilî di navbera wî û Kurdan de çênebûye.
Japon … Hayko … Başo
Japon:
Wateya nav di zimanê Çînî de “ROJHILAT” e. Japan welatekî li Rojhilatê Asyayê ye, ji 6,852 giravî pêk tê, sê par ji tevaya rûberê Japanê çîya ne û 47 parêzgehên wê hene. Japon di roja 11ê Reşemîya sala 660î de BZ weke dewlet hatiye damezirandin.
Hin taybetîyên zimanê Japonî hene:
– Gotin di hevokê de nayê naskirin ka tek yan kom e, nêr an mê ye.
– Ji bilî tîpên dengdêr ên kurt di zimanê Japonî de tunene.
– Du tîpên wekhev li dûv hev nayên.
– Di helbesta Japonî de ne terazû û ne rêzbend heye.
– Nabe ku di helbestê de (bi taybetî hayko) gotinine Japonî yên neresen bên bikaranîn.
– Pirê gotinên Japonî dukît in, dûvre yên sêkît, dûvre yên çarkît.
Dîroka wêjeya Japonê li ser van qonaxan tê dabeşkirin:
– Wêjeya qonaxa “Jôdai” ku ji çerxa 4em PZ dest pê dike.
– Wêjeya qonaxa “Heian” (794–1192) PZ.
– Wêjeya qonaxa “Kamakura” (1192–1333) PZ.
– Wêjeya qonaxa “Muromachi” (1333–1603) PZ.
– Wêjeya qonaxa “Edo” (1603–1868) PZ: Ku helbesta hayko gula wêjeya vê qonaxê ye.
– Wêjeya nû ya Japonî (Kindai) (1868–1945): Ku bi navê împerator Mîjî (1852–1913) tê naskirin.
Hayko (helbesta pêşîn)
Helbesteke pir kurt e, ji hevde kîtan li ser sê rêzan belavbûyî bê terazû û bê rêzbend, bê xebata ramanê û bê berhevdanîna rastewxo, wisa pêk tê (5 – 7 – 5).
Dema ku helbestvanên şervan ên Samurai dît ku helbesta Tanka û Renga dirêj e, rabû wan her sê malikên pêşî di bin navê “Hayko”y ; de cuda kir û Hayko hat afirandin.
Ev her sê rêz di çanda Japonî de nûnertîya (Jidayikbûn – Jîyan – Mirin)ê dikin.
Bi hezarên kesan helbesta haykoyê nivîsîye ; çi jin çi mêr, gelek şêwekar, koçek, zana, karmend, mîr, serleşker, şah û împeratoran helbestine haykoyê li dûv xwe hiştine, lê navên herî gewre ku wek rêber û pêşewa hatine naskirin, li gel nimûneyeke haykoya her yekî, ev in :
Morîtak (1425 – 1549):
“Ji min werê guleke weşîyayî,
vedigerîya şaxê xwe,
lê perwane bû.”
Matsu Başo (1644 – 1694):
“Li ser vê rêya payîzî,
tu koçberekî din tune,
şev dikeve.”
Ransîtso (1653 – 1707):
“Hêdî hêdî dunya germ dibe,
û yek li dûv yekê
dipişkivin…gulên hulî.”
Kikaku Takarai (1661 – 1707):
“Çawa min bîr bir
ku ev berf a min e,
li ser kumê min siviktir bû.”
Sotşîkokyo (1668 – 1725):
“Hûn şahberûyan diçinin?”
bi pirsekê bersiv dan
dema me pirsa rê ji wan kir.
Yûsa Bûzon (1716 – 1783):
“Li ser zengil,
bê liv, xilmaş bûye,
ew perwane”
Kobayaşî Îssa (1762 – 1826):
“Di nav kulîlkên çayê de
çêlîkên çûkan
bi çavgirtînkê dilîzin”
Rayokan Taigu (1758 – 1831):
“Bayê zivistanî,
êzingfiroş li qiraxa gola avê
tenê rûniştiye”
Lê hayko nav û şêweya xwe ya dawî li ser destê helbestvanê gewre
Masawka Şîkî (1867 – 1902) stand:
“Kursîyî deyne wî alî,
bila çogên min
li gulan bikevin”
Wisa, gerek helbesta haykoyê ya serkeftî li gel wêneyê çavkêş wateyeke nepen û kûr û dûr ji xwendevanê xwe re di navbera wan hersê rêzan de pêşkêş bike. Gerek ev wate tîrêjên dîrok, civak û reftarên Japanî bin, lewre pirê caran helbesta haykoyê xwe li pêş kilîta wergerandinê asê dike û tenê gotinên wê bo zimanên din tê veguhastin.
Guh bide gewretirîn helbestvanê Japonî “Matsu Başo” ku çi dibêje:
“Mede pey helbestvanên kevnare, tiştê ku wan dît tu jî lê bigere, bibe hevalê cîhanê û her miqate be ku tu gewherê rasteqîne yê tiştan nas bikî. Gerek mirov di despêkê de tevayîya hişê xwe berde ser tiştekî û çawa mejî gihaşt wê pileya hişdana xwerû ku tu dûrbûn di neqeba wî û wî tiştî de nemîne, êdî ew kare xwe berde nava wî tiştî û di cih de derbirîna xwe bike, ji ber ku heger ew di wê kêlîkê de ya xwe nebêje, ew tişt bi ba re dê bifire”.
Ji van gotinên Başo xuya dibe ku hayko nêçîr e lê yasaya vê nêçîrê pir seyr e: Yekbûna nêçîrvan û nêçîrê ye ku çawa ew nêçîr di davê de wer dibe û nêçîrvan bi xwe re tê wer dike.
Lewre, helbesta haykoyê li paş wan çend tîp û gotinên hindik wateyine nepen û veşartî dide xwendevanê xwe wek çawa ku kilîta gencîneyekê yan çawa kevirê elmas ku ronahîyine cîyawaz li gorî goşeya nêrînê dide kesê bîner.
Ev gewhera Japonî li gel wan cîyawazîyên rewşenbîrî, ramanî, civakî û olî dûrî destê xelkên bîyan maye.
Di vî warî de, çîrokeke din ku vê xalê bi xwe dîyar dike tê gotin:
Dibêjin ku carekê şêwekarê Japonî “Sayhu” ê navdar çav li wêneyê mirîşkeke ku şagirtekî ew nîgar kiribû dikeve. Wê kêlîkê, Sayhu bê hemdî xwe dengekî wek dengê mirîşkê ji devê xwe derdixe û dubare dike.
Wê kêlîkê, hebûna Sayhu bi temamî ket di hebûna wê mirîşkê de û heger wî bi payebûn û giranî razîmendîya xwe ji wî wêneyî bida xuyakirin, ew ê ji mijarê cuda bûbûya û ew ê bi nirxandina wî wêneyî ji wêneyî bi xwe dûr ketibûya û tu ciwankarî di vê serborîyê de nedima.
Ayîna Zen:
Zen nayê danasîn lê tê jîyanborîn. Ezmûna sereke di vê ayînê de “Nerîna Dirust” e, dîtina “Gewherê xwebûn”ê ji ber ku gewherê kûr ê xwebûna her kesî ji me ew gewherê xwebûna hebûnê bi xwe ye. Tevî ku hebûn cûrbecûr xuya dike lê ew di koka xwe de yekwize ye.
Berî du hezar sal hatiye nivîsandin: “Kevir û dar ne hişk û ne bêliv in”.
Zen dibêje ku “Valahî” ne “Tunebûn” e lê ew valakirina hiş û mejî ji wan tiştên ku em bi laş pê hest dibin e.
Nimûneyên hin deqên Zen: “Ew ne sor e ne jî kesk e”, “Ew ne kin e ne jî dirêj e”, “Ew ne sar e ne jî germ e” … Zen veristin ji serdestîya navan (NAMA) û şêweyan (RUPA) ye.
Îroroj, Zen li tevayîya cîhanê belav bûye û ew li cem xelkên Ewropa û Amerîkayê bi van çalakîyan ve girêdayî ye: Gurzekirina gulan, mûzîka taybet, kevalên hunerî, ahengên çayê, rûniştina bi mejîyekî pak û hêmin li baxçeyekî bê şêwe …
Koan:
Koan rahênaneke hişmendîyê ye, dihêle ku em dest ji awayên xwe yê ramanê berdin û xwe nesipêrin tu pêşzanînekê. Koan pirsine wisa dide ber me:
– Berî ku dê û bavê te bên cîhanê, rûyê te çi bû?
– Tu dengê her du destan nas dikî, ka dengê destekî tenê çawa ye?
– Şagirt dipirse: “Sergeya sereke ya bûdîtîya zen çi ye?” Mamosta bersivê dide: “Dara serûyê ya li hewşê ye”
Koan bi vî rengî wek “Surréalisme”ke Japonî ku guh nade nêrîna serveyî lê kûr dikole û berê xwe dide navik û gewherê tiştan.
Ezmûna Nalînê:
Hayko dixwaze ku naverok û qalik guncawî hev bin; nabe ku yek gotina serbar di helbestê de hebe. Agaraşî dibêje: “Rêza guncawî bîrokeya helbesta haykoyê gerek wek dema vedana keserekê bi xwe be”.
Helbesta haykoyê ya klasîk gerek kûr, sade û pêşbîn be, gerek dîtina çavan hestê mirovane bihejîne û bêyî ku mirov bi xwe zanibe canê wî bi xuristê re bibe yek û gotin ji nav lêvên wî wek çawa fîxana ji nav nikilên çûkan û bêhn ji nav pelên gulan derkevin. Anku ew “sirûş” be, ne fikir, raman û felsefe be.
Başo di gewretirîn û navdartirîn helbestên xwe de dibêje:
“Çehleke kevn,
beqek xwe ji qiraxê çeng dike,
dengê avê”
Ev dîmena ku rojane bi hezarê caran li ber devê çehl û gol û çeman rû dide bêyî ku tu kes guh bide wê, Başo bi çavê helbestvan lê dinêre û dibîne ku koçekê şinto bûye beqek (beq li Japonê, li gel gulên dara qeresî û heyva meha Gelawêjê, pîroz e), û hêminîya hebûnê bûye rûberê ava çehlê û çengbûna beqê wê hêminîyê dihejîne û xelekên girover bi ser dixe û peşkên avê ji ber dipejiqin… Wek çawa kêlîka ronîdanê ku hêminîya mejî li hev dixe.
Matsu Başo (1644 – 1694):
Navê wî yê resen (Matsnomyo Neyofoza) ye, gewretirîn helbestvanê Japonê ye. Li gundê Oyno hatiye jîyanê, ew 35 salî bû dema ku dest bi nivîsandinê kir û pirtûka (Okunoho somichi) derxist.
Wî jîyana xwe wek koçekekî Zen di koxekî ku ji pelên mozê behiştê (başo) avakirî bû buhirand. Başo pir ji geşt û seyranan hez dikir û jîyan bi xwe li cem wî geştek bû. Sala 1689an wî li herêma Bakurê Rojhilat wisa nivîsî:
“Bihar dibuhire
çûk digirî
û hêsir ji çavên masî dirijin”
Û hestê Başo li hemberî demê wisa dîyar dibe:
“Salek li dûv salekê diçe,
kumê min di destê min de,
sola min li lingê min”
Û der barê girekî ku pêrgî wî hat de wisa nivîsî:
“Bihar e,
girekî bênav
di nav mijê de”
Çîrokeke Başo tê gotin û hestê wî yê mirovane û karînên wî yên rexneyî xweş dîyar dike:
Rojeke payîzê, Başo bi Kîkaku re (yek ji her deh şagirtên Başo) di nav zevîyeke birincê re dimeşîya. Kîkaku çav li keşekeşê ket, di cih de xeyala wî gûr bû û helbesteke haykoyê nivîsî û bi şanazî şanî mamostayê xwe kir:
“Her du baskên keşekeşê,
hilke da ku bibe
îsot”
Başo bi hêrs got: Na… ev ne hayko ye, tu bi vî rengî keşekeşê dikujî, ezîzê min heger te hayko bivê, jîyanê bide ne bisitîne û bibêje:
“Cotek bask,
bi îsotê veke,
da ku bibe keşekeşê”!!!
Nuha, xwîner di dilê xwe de dibêje: “Rast e ku hayko pir kurt, nazik û xweş e, lê xuya ye ku ew ne bi wê asanîyê tê afirandin”.
Bi rastî, berhevdana evqas merc û yasayan di sê rêzên ku bi ser hevde kîtan nekeve, karekî baş dijwar û giran e û mirov nikare bi asanî di bin barê wî de rabe, lewre Başo ji mêj ve gotiye: “Ê ku di tevayîya jîyana xwe de ji sê heta pênc helbestên haykoyê biafirîne, ew helbestvan e, ji xwe yê ku karibe deh helbestan biafirîne mamosta ye”.
Çi Kew Çi Beq
Bê guman, wêje, zanist û folklora çi miletî, di heman demê de, a tevayîya miletên cîhanê ye, û çi wêjeya netewî hebe berhemeke navnetewî ye û para her kesî jê heye.
Bê guman jî ku dan û sitandina rewşenbîrî di navbera du miletan de gerek bê tu xwebînî, çavtengî û regezperistî, li ser bingeha hurmetdan û rêzgirtinê be.
Kurd yek ji miletên cîhanê ne û ji ber zulm û zordarîya ku ji mêj ve bi serê wî de hatiye, vî miletî ne hew nikarîbû hevgihanê bi miletên din re bike, lê mixabin wî nikarîbû rewişta xwe ya taybet bi pêş ve bixe ne jî li hawîrdor belav bike.
Bi vê lêvegera ku me bi Japonê û helbesta Japonî re kir, xuya dibe ku gelek xalên hevbeş di navbera her du miletan de hene: Welatê çîyayî, aştîxwazî, hezkirina xuristê, Zen doza “nêrîna dirust” dike, û Zeredeşt tembîya (Ramana dirust, Gotina dirust û Karê dirust) li oldar û peyekên xwe dikir, lewre em di wê hêvî û bawerîyê de ne ku Kurd jî karin (Hayko)ya xwe biafirînin.
“Kenith Yasuda” di pirtûka xwe ya nirxdar (Yek li dûv yekê, gulên hulî dipişkivin) de dibêje:
“Ez bê guman dibêjim ku xalên sereke yên sergeyên ciwankarîya huneran di hemû zimanan de yek in”.
Mixabin ku heta roja îro tu hewldaneke jidil ji bo nêzîkkirina vê hunerê ber bi Kurdî ve nebûye, ne danîn û ne wergerandin, lewre ez bo cenabê xwendevanan vê hewldana xwe ya taybet dîyarî dikim ku min di kêlîkine nayab (kêmhebûyî) de nivîsîye.
Bi hêvî me ku ev helbest rewanê haykoyê yê pîroz veguhêze û bibe handerk bo kurdkirina vê hunera Japonî û em di rojên pêş de “hayko”yine Kurdî yên resen, ronîtir û geştir bibînin.
Di şikeftekê de,
tayek gîya şîn dihat
ber bi ruhnyê ve Qîvar ji nuha
ve, xwe amade dike
bo zivistanê Esman biewr e,
gelî gûzekên pembo
nuha venebin!
Çawa dest hilda
silavê li gulan ke
baskên wî çêbûn Bi berbangê re,
çem şiyar dibe, dest bi
xirxirê dike Li bin darekê
li min û te dibarin
libên terezê
Pelên daran ên
firîyayî nedihişt ku
em agir dadin Havîneke germ,
masî di bin pirê de
tev civîyane Çi bextreşî ye!
dawîya dawî bûne dost:
çûk û tewtewe
Kê bawer dikir
ku ev kurmê nexweşik
bibe pinpinîk!? Li gulistanê,
kulîlkek şiyar nebû,
destpêka sibê Bihareke rengîn,
nêrînek tenê dike
çivîk bifirin
Baran dibare
balindeyên koçber wek
sîwanekê ne Sibe Newroz e
çawa ê gul ji mirovan, bên naskirin Rok diçe ava…
li ser şaxê darekê
qirak û kevok
Wek her zivistan,
li ser banên çemento
berfê dom nekir
Orta adarê
va dawîyê min ew dît:
yekemîn kelmêş Pirtikên berfê
li ava çem dikevin
pê re dihilin
Va payîz hat
nuha hûn ê xwe li ku
veşêrin… çûkino!
Hevsalê hev in
tev wilo, dara bihê
b’ ser min dikeve! Min sîwana xwe
li mala we ji bîr kir
derve baran bû
Zivistan dîsa hat
karim li ser pencerê
navê xwe deynim
Serma ye … êdî
kê ev perwane qewrand
ji nava malê?! Çiqas xweşik e!
wek ku dara dawî be
kê got: Payîz e?!
Serê salê ye
ev dara şahberûyan
duh, soba me bû. Kavkulîlka me
Ji nuha ve amade
ye ji çileyê re Gula hinarê
J’ bo Xwedê, xwe ragire,
zû mebe hinar!
Bîstê adarê
sibe niklê kewê boz
dê qurmizî be. Serbest, ser Dicle
diçe tê, çûkê sipî
navê te çi ye?! Li hişê min be!
ji mal derketim bê ku
rîhanê av dim!
Jêder:
– (Bawerîyên olî li cem gelan) / Geoffrey Barender
– (Pêkhatin û pêşketina helbesta japanî) / Agarashî – 1948
– (Rêya teng ber bi bakurê kûr ve) / Basho
– (Xweşiktirîn çîrokên Zen) / Henry Brunel
– (Yek li dûv yekê, gulên hulî dipişkivin) / Kenith Yasuda[1]