ÇÎROK
LAŞÊ XWEŞIK-HELÎM TPSIV
Ji ser şaxê herî jor yê dara li ber mala wî, li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê, laşekî serjêkirî hat xwarê û ket ber lingên wî. Ew veneciniqî û li jor jî nenêrî. Bi xwîneke sar li kolana ji xelkê vala û tije tirimpêlên sekinî nêrî û çavên xwe li serîyê vî laşê ku ketibû ber lingê wî gerandin. Bentelonê mêrik mîna bentelonê wî yê jênz bû û ew jî difikirî ku îro gumlikê xwe yê sipî yê mîna gumlikê vî mêrikê serjêkirî li xwe bike. Ji ber vê, dixwest ku navê vî mêrikê serjêkirî nas bike.
Dîtina laşekî serjêkirî nema bandora xwe lê dikir, nexasim ku wî di rêya internetê re, rojê bi dehên vîdyoyan didîtin ku tê de dîmenên serjêkirinê hene. Wisa di ber xwendina sûretên Quranê re dibû xuşexuşa pêlên xwînê, wisa jî piştî şahîya kuştinê laşên merivan li erdê bêdeng û di nav xwînê de bê liv û lebat diman. Eynî mîna vî laşê ku rêya malê li ber girt û nuha jî pê ve mijûl e. Nikare wisa dev jê berde û bi rêya xwe de here. Bilez têkeve hundir, here ser cihê xwe, lihêfa xwe biavêje ser serê xwe û wek ku tiştek nedîtibe, têkeve xeweke giran. Hat bîra wî ku ev zêdeyî bîst salî ye ku ne li Sûrîyeyê, li cihê hatina wan vîdyoyan dijî lê li Almanyayê ye. Her weha dîtina laşekî serjêkirî li vê derê li kolanê ne tiştekî ewqas normal e. Li gorî awayê jîyana vê derê Divîyabû telefonî polîsan bikira, lê wî nekir.
Valabûna kolanê ji xelkê ew li vê yekê germ kir, ku ew bi xwe çareyekê ji vî laşê serjêkirî re bibîne. Gava hat bîra wî ku ev yekem car e destên wî digihêjin laşekî mirî, tirsîya. Tevî ku di rêya televîzyon û vîdyoyên internetê re di van sê salên dawîyê tenê de dîmenên bi hezarên mirîyan dîtine. Wek ku ew nav û wêneyên kesên ku wek şehîd dihatin binavkirin û bi hezaran di ber çavên wî re derbas bûne, xeyal bin. Her wêneyekî nû dihat, ew wek şehîd oxir dikirin, çend seet diçûn wêneyekî nû û navekî nû dihat û yê berî xwe dida jibîrkirin û her wisa xelekeke girover bû û digerîya. A nuha jî rû bi rû li ber laşekî serjêkirî, laşekî rastî ji goşt û xwînê, rawestîyaye û nizane çi bike. Ji nişkê ve tirsîya, hat ber çavên wî ku serê wî mêrikê mirî li laşê wî vegere, rabe ser her du pêyan û jê bipirse ew çima radihêje wî û dixwaze wî bi xwe re bibe hundir. Ji ber vê, hetanî ku laşê bêserî hilgirt di nav xwêdanê de mabû. Ew bi xwe re bir hundirê mala xwe ya ku ew tenê lê dima. Li orta oda xwe ya mezin ew dirêj kir.
Ji ber xweşikbûna vî laşî û tunebûna xwînê û bermayîyên şerjêkirinê şaş mabû. Termekî weha bêdeng bû, wekî ku kesekî dest nedabê. Ji rastîya vê bûyera ku bi çavên xwe dibîne ket gumanê. Hat bîra wî ku wî di xewnên xwe yên berê yên mîna kabûsan de gelek laş dîtine.
Sîh salî li welatê xwe yê berê jîyabû, tevî kêmbûna bûyerên kuştinê ku diqewimîn, lê dîsa jî wî gelek mirî û kuştî di xewnên xwe de didîtin. Tiştê ew şaş hiştibû ew bû, tevî ku welatê wî yê berê bi hezarên kîlometran jê dûr e, lê ji qasê ku şoreşê, wek ku xelk wê bi nav dikin, dest pê kiriye, ew nema kabûsan dibîne. Tevî ku malwêranîyê, xerakirina mezin, sedhezarên kuştîyan û milyonên mişext û penaberên li her deverên dinyayê belav bûbûn, ew bêzar kiribû.
Bahoza van bûyerên ku li welatê wî yê berê qewimîbûn ew vegerandibû tax û kolanên wan bajarên dûr ên ku ji berî bîst salan, li pey xwe hiştibûn. Di vê dema dawîyê de bûbû mîna mekîneyeke hesabkirinê. Ne tenê laşên ku di şerê kolanan de diketin, lê belê yên ku ji bin kavilên avahî û malên xerabûyî jî derdixistin, dihejmartin. Lê wisa ku laşekî serjêkirî ji jora dara li ber mala wî bikeve ber lingên wî û li Almanyayê, ev yek qet bawer nedikir. Ew bixwaze nexwaze, tiştekî wisa hat û bû û divê ew di kurttirîn dem de çareyeke bilez jê re bibîne. Nexasim ku wî nuha jî nas kir ku êdî meseleyeke rasteqîn e û ne xeyal û ne jî xewn in. Hestên tevlihev ew bir û anî. Ji alîyekî de ew bi xweşikbûna laş daketibû û ji alîyê din jî ve ew ditirsîya ku ev laş xera bibe, bêhn pê keve û her tişt eşkere bibe. Dibe ku polîs vê cînayetê têxin hustê wî, an jî wî bi veşartina cînayeteke ku li ber derîyê wî çêbûye tawanbar bike. Dizanîbû ku wê cîranê wî yê Sûrî tenê karibe jê fêm bike. Ma ku xwe biavêje hewara wî. Bawerîya her duyan bi hev dihat. Carê behsa welatê xwe dikir, nûçeyên wî dişopandin. Mîna du çavdêrên bêçare li benda guhertinên wî welatî bûn. Ewê ku li paş xwe hinştibûn û ji her çar alîyên cîhanê cîhadîyên xwedîyên kêrên serjêkirinê berê xwe dabûnê. Wisa jî şervan, partî, êl, mezheb û hetanî bi balafirên şer ên mezintirîn dewletên dinyayê.
Hemû dijmin ji her alîyê cîhanê li wî welatî derdiket nêçîra dijminê xwe. Cîranê wî pê ve hat. Laşê serjêkirî yê ku li oda cîranê wî yê rûzerbûyî li ser piştê dirêjkirî bû ew veciniqand. Cîranê wî bê navber axivî û ew di nav pirsan de hişt. Her tişt li ber çavên wî ketibû nav mij û xumamê. Tiştekî mîna xeweke giran nedihişt ku her du çavên xwe veke. Gava her du çavên xwe vekirin, dît ku li ser textekî paqij yê nexweşxanê dirêjkirî ye û cîranê wî pê re diaxive. Gava bi ser hişê xwe ve hat, ji cîranê xwe tê gihaşt ku ew li malê ji ser hişê xwe çûye û cîranê wî ew bi tirimpêla xwe anîye nexweşxanê. Li benda wê yekê bû, ku cîranê wî jê re bibêje; êdî mesela wî laşê serjêkirî hemû xewn û xeyal bû, lê wî tiştekî din bihîst. Cîranê wî dilê wî dixist di cih de, ku ew laşê serjêkirî bi alîkarîya hin kesên din ên Sûrî hatiye veşartin û hemûyan bi hev re mesref û lêçûna cenazeyê daye û her tişt bi selametî derbas bû. Tevî ku ew mêrikê serjêkirî hezkirîyê ber dilê her kesî bû. Ew awayê ku cîranê wî pê behsa xwediyê laşê serjêkirî dikir, nîşana wê yekê bû ku her kes wî mêrikî nas dike. Yekser li nasnameya mêrik pirsî:
• We çawa ew nas kir?
Serê xwe bi xemgînîyeke mezin hejand:
• Naskirina wî ne wilo zehmet bû.
• Ewê ha kî bû?
Cîranê wî bi bişirîneke xemgîn bersiva wî da:
• A rast tu bipirsî, ewa ha kî bû?
• Ji bo Xwedê, bibêje, ez nema hedar dikim.
• Erê, ji ber vê divê tu destpêkê ji nexweşxanê derkevî.
Bêhna wî ji reva cîranê wî ya ji bersivê teng bû. Xwest ku dîsa pirsa xwe dubare bike. Cîranê wî gotina xwe ya dawî got:
• Ez soz didim te ku dema ku em ji vir ber bi goristanê ve herin, tu yê nav li ser kêla gorê bixwînî.
• Na xwe em nuha herin.
Bi vî awayî cîranê wî ew ji nexweşxanê derxist û wan berê xwe da goristanê. Bi rê de pirsên tûj ew dabûn ber kêran:
• Gelo ew kî ye ku cîranê wî wilo naxwaze navê wî yan navê wê bibêje û çima wisa ji bersivê direve û çima ew ê herin goristanê! Gava ku bi cîranê xwe re derbasî nav goran bû, gorên dê û bavê wî hatin bîra wî. Dê û bavê ku dema her du li wî bajarê wî yê jibîrbûyî yê welatekî wêrankirî serê xwe danî û mirin, ew li xerîbîyê bû. Cîranê wî lê zîvirî û berê wî da goreke wisa xweşik ku li bejin û bala wî laşê xweşik dihat:
• Gor ev e.
Bi du çavên xemgîn û tije mereqdarî hevoka ku li ser kêla gorê nivîsandîbû, xwend:
• Ev gora Şoreşa Sûrîyeyê ye – Elfatîha.
Bi zorê dikarîbû serê xwe hilde û her du çavên xwe yên tije şikestin li cîranê xwe bigerîne. Li nav goran ne cîranê wî û ne jî kesekî din xuya nedikir.
Ew goristana ku navê wê cîhan e, vikî vala bû û ji her demê bêhtir rût û repin bû.[1]