o #MELAYÊ CIZIRÎ#
(1570-1640) - yek ji helbestvanên mezin yên kurd e.
Perçeyek ji meqele “Klasîkên me - an şahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Alî Bedirxan:
Mela li cem hemî kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ko ne hewce ye ez wes-fê wî bidim. Mela şahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petresbûrgê jî hati bû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li şamê di taxa kurdman-can de dîtiye. Çapa Petresbûrgê çapeke lîtografîk e.
Melayê Jaba di heqê Melayê Cizerî de dibêje: »şahirê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê wî şêx Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev şêx Ehmed li xweha mîr aşiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paşê, Mîr Imadedîn ew şêx Ehmed ce-ribandiye ko aşiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. şêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev şêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û şeşê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xe-lkê ye« .
Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizêrî ziyaretgah e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber şetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt û şihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.
Ji dîwana melê me xezala jêrîn bijartiye. Heye ko di dîwana melê de jê spehîtir xezel hene.
Îro ji husna dilberê
Îro ji husna dilberê
Dîsa helak û serxweş în
Remzên di wê şîrînsurê
Sohtim bi pêta ateşîn
Sohtim bi berqa lami’ e
Ew necm û bedra tali’ e
şemsa semayê rabi’ e
Lew pir ji şewqê şewwişîn
Pir şewwişandin wê dil e
Zulfên siyah ser dan mil e
Tora muxalif silsile
Selwa ‘eqarib lê meşîn
Selwa 'eqarib lê weten
Ew nazika nûrînbeden
Qendê dirêjin guft û ken
Biskan di lê kir baweşîn
Biska siyah re'na ye mest
Yek dî bi heyran pê ve dest
Hemyan bi mestî helqe best
Derbendê ew zulfa reş în
Êsîr kirim zulfa çelek
Ew horiya şubhet melek
Tîr dan ji reştûzên helek
Mecrûhê qewsê pirweşîn
Tîr dan ji qewsê malzirav
Ew gewhera pir şewq û tav
Sotin li min cerg û hinav
Lew têk ji cergê herişîn
Cerg û cesed têk sohtine
Lew xef xedengan nuhtine
Ji qewsê hilalê jih tine
Heyranê dêma mehweş în
Hem bedr û hem Zuhra ye dêm
Ji wê 'alema kubra ye dêm
Xweş destxet û tuxra ye dêm
Herfan ji miskê lê nişîn
Lewhê ji nû sîqal bidin
Herdem ji nû ve xal bidin
Da dil bi yek dî pal bidin
Nuqtan ji zêrabê weşîn
Zulfa siyah 'enber bike
Xemlê ji zêrê zer bike
Zerbaf û dîba ber bike
Misk û gulavê lê reşîn
Mawer ke terh û bişkoyan
Cîranê berg û lû'lûyan
Ew 'er'er û selwa ciwan
şetrî bi mestî lê xwişîn
Şetrî we tayên sor û zer
Bayê nesîm lê da seher
Li wê cebhetê hijiyan dû per
Lewra sekara bêhiş în
Meşha seher yarê şefîq
Da min bi enguştên 'eqîq
Ji wê badeya nûrîn rehîq
Mexmûrê xemra bêxiş în
Mexmûrê bê camê ez im
Yexmakirê ramê ez im
Çavnêrê peyxamê ez im
Perwaneyê şem'a geş în
Perwaneyên sotî kebed
Dilber ji ber Birca esed
Tîr dan ji reştûzên semed
Lew têk ji xwînê neqqişîn
Kuştim bi qewsê 'enber e
şoxê ji dil mil dan ber e
Êxiste dil sed pencere
Evrenge em mihnetkeş în
Mihnetkeşên roz û şebê
Der firqeta şêrînlebê
Zulma ji ber destê te bê
Ew 'edl e em pir pê xweş în
Zulma tu kî pir pê xweş im
Sohtîdilê hicrankeş im
Mislê perengê ateş im
Rûhek mucerred bêleş în
Min dî sehergaha elest
Camek ji kewser dost di dest
Jê da Melê lew maye mest
Hetta heyatê serxweş în
o EHMEDÊ XANÎ
(1651-1707) yek ji helbestvanên herî mezin ên kurd e. Ji meqeleya Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Alî Bedirxan:
Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye:
Men çi gûyem wesfi an alîcenab
Nîst pêxember welê dared kitab.
Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba wî heye.
Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt. Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî »Memozîn« de, bi min be, mirov dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn. Xanî di wextekî welê de rabû ko - beriya niho bi sê sed û neh salan - ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hişyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ke-tolîkî an protestaniyê dikuştin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiştî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin. Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye: »Sahirê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê hekariyan ji eşîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de Memozîn nav kitêbek aşiq û maşûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piştî Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û esharan û beyt bi zimanê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e. Û ji sierayê di Kurdistanê hemûyan jî meşhûr û faiq e, belkî ji hemû şieran meqbûl û memduh e. Û dii hezar û şêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e« .
Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û şêst û yekê hicrî de ji diya xwe bûye.
Lewra ko dema ji xeyb fek bû
Tarîx hezar û şêst û yek bû
Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye çil û çar salî bû.
Îsal gehişte çil û çaran
Ev pêşrewê gunahkaran
Ehmedê XanîXanî ji Memozînê pê ve hin eserên din hene. Nûbihar: ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje:
Ji Eqîda îmanê:
Sifatê di sebhe ji bo zilcelal
Bizan heft in ey arifê pir kemal
Xweşî, şîn û zanîn û vên û kelam
Bihîstin digel dîtî bû temam
Xanî li Beyazîdê dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurdmancî digot. Di pey mirina wî re şagirtê wî Smaîn bîst salên din li wê dibistanê guhdar bû û dersên kurdmancî tê de gotin.
Li gora tiştê ko min bihîstiye Xanî kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê de qala ezman û stêr-kan kiriye. Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev kitêb neket destên min.
Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye.
Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin. Seyda dibêje:
Sazi dili kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê 'eşqi Zîn û Mem bit
Serha xemi dil bikim fesane
Zînê û Memî bikim behane
Nexmê we li perdeyê derînim
Zînê û Memî ji nû vejînim
Derman bikim ez ewan dewa kim
Wan bê mededan ji nû ve rakim
Meşhûr bikim bi terz û islûb
Mimtaz bikim mihibb û mehbûb
Ewreng bikim ji nû serefraz
Da bêne temaşeyî nezerbaz
Dilber li Memî bikin girînê
'Aşiq bikenin bi derdê Zînê
Ev meywe eger xirab e ger qenc
Kêsaye digel wê me dused renc
Ev meywe eger ne avdar e
Kurmancî ye, ew qeder li kar e
Ev tifl e eger ne nazenîn e
Nûbar e bi min qewî sirîn e
Ev meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e
Mehbûb û libas û gûsiwar e
Milkê di min in ne miste'ar e
Ez pîlewer im ne gewherî me
Xudreste me ez ne perwerî me
Kurmanc im û kûhî û kenarî
Ev çend xeber in di kurdwarîMemozîna Xanî di sala 1919'an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze - îro midirê dibistanên Hesiçê ye - jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ko Xanî Nûbara xwe di sala 1094'ê hicrî de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Me-mozînê bi neh salan. Tirba Xanî li Beyazîdê ziyaretgaha xelkê ye.
o #FEQIYÊ TEYRAN# (1590-1660) yek ji helbestvanên mezin yên kurd e.
Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Alî Bedirxan:
Melayê Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye: »Sahirê siyê Feqiyê Teyran e ko navê wî Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye, welatê hekariyan e. Di tarîxa heft sed û diwê peyda bûye. »Hikayeta şêxê Senhanî« û »Qiseya Bersîsayî« jî mewzûn gotiye û »Qewlê hespê reş« jî wisanî mewzûn gotiye û zehf beyt û eshar jî qewî mileme û rengîn gotine. Û navê wî jî di sihrê da »Mîm û Hey« e, û miqdarê heftê û pênc salan emir kiriye û di tarîxa heft sed û heftê û heft da merhûm bûye û li Miksê jî medfûn e« .
Gelo Feqehê Teyran kî bû? û navê wî, çi bû? Ji ber ko Feqehê Teyran leqeba sahir e û ne navê wî ye. Ji eserên wî »Wesfê şêxê senhanî« nik min heye.
Yê ko ev nisxe nivîsandiye di dawiya wê de bi erebî gotiye: »Qesîda wesfê şêxê senhanî ya ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam bûye, Ev mîr Mihemed bi navê Feqehê Teyran meşhûr e« . Li gora vê serhê Feqehê Teyran mîr bû û navê wî Mihemed bû. Lê mîrê kîjan welatî? Heye ko ji mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji eserên Feqeh min ji »Wesfê şêxê senhanî« pê ve tu jî ne dîtine. Ji xwe esera »Qiseya Bersîsayî« bi guhê min ve jî ne bûye. Min navê »Qewlê hespê şes« bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta hespê şes« jî dibêjin. Min hin xezel û qesîdeyên wî ên peregende jî dîtine.
Dibêjin ko Feqehê Teyran şagirtê Melayê Cizerî bû û li ber destên wî xwendiye. Feqeh di wefata Melê de jê re mersiyeyek jî gotiye û li tarîxa wefata Melê tê de bi ebcedê işaret kiriye. Ew mersiye bi destê min keti bû lê di dema nivîsandina vê bendê de ne bi min re ye.
Lê qenc tête bîra min ko Feqeh di mersiya xwe de dibêje »Heft eyn û lam ji hev bûn cida, sîn û girî dîsa tê da« . Heke mirov ev pirsên ha bi hisabê ebcedê hel kir bawer bikin tarîxa wefata Melê jê xuya bike. Dîsan ji wê qesîdê tête zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê Hêsetê ye. Ji ber ko Feqeh dibeje:
Îro werin, lazim werin, cîran û xelkê Hêsetê.
Herçî »eyn û lam« Feqeh qala van her du tîpan di »Wesfê şêxê senhanî« de jî kiriye û gotiye:
Miksî ji wê meymestihê
Tewîl diket hîkayetê
Miksî ji eşqê sihtiye
Ev sihir vi şêx ve nihtiye
Halê xwe tê de guhtiye
ji »eyn û lam« a hicretê
[1] Feqeh qala nefsa xwe bi xwe dike. Herwekî me got Feqeh ji welatê Miksê ye. Lê gelek li Cizîra Botan maye û tê de xwendiye.
Gelo leqeba Feqehê Teyran çawan bi vî sahirî ve bûye. Dibêjin ko Feqeh bi zimanê teyran di-zanî bû ji lewre navê Feqehê Teyran lê kirine. Di vê babetê de min ji şêx Evdirehmanê Garisî çîroka jêrîn bihîstiye.
Feqehê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî kesekî hat; pev re hevaltî kirin. Midekî çûn, westi-yan, xwe dan ber siha darekê. Bihna xwe didan. Du çûk hatin û veniştin ser darê. Çûk pev re diştexilîn û Feqeh dikenî. Kesê ji Feqeh pirsî û got ê: Ma tu çire dikenî?
Feqeh got: Ev adeta me ye, em feqeh holê dikenin.
Kese: Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene.
Feqeh: Xebera te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu bêbextiyê li min bikî û belakê bînî serê min.
Kese soz da yê ko nabêje tukesî. Feqeh rabû mesela xwe jê re qise kir û got:
– Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên ser darê dibînî, yekî ji ê din re dibêje, ev feqehê ha diçe Cizîre, lê nizane ko li Cizîrê serê wî dê bête êşandin.
Kese deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve bi rê ketin. Gava gehiştin Cizîrê Feqeh çû Me-dresa sor, kese çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk giha bûn hev û wek mirovine ko li tiştekî digerin diçûn, dihatin û li erdê fedikirîn û dipeyivîn. Kesê sehîtî kir û zanî ko remildarekî gotiye ko di erdê Westaniyê de xezîneyek heye, lê nikari bû cihê wê şanî bide. Mîrê Cizîrê jî li xezînê digere.
Vê carê, kese kenî û çû nik mîr; mesela feqeh û çûkan jê re got. Mîr şande pey feqeh. Feqeh gote mîr; belê ezê xezînê derînim, lê para xwe jê dixwazin.
Mîr jî sertê Feqeh pejirand, yanî qebûl kir. Feqeh jî çû hinek zad anî û resand nava Westaniyê, û xwe li paş kevirekî veşart. Teyr hatin ser zad, zad xwarin û bi hev re ştexilîn. Teyrekî ji yekî dîtir pirsî:
– Ma kê ev zad reşandiye vê derê?
– Feqehê Teyran ev zad reşandiye, seba xezînê.
– Ma tu nizanî xezîne li kû ye ?
– Belê dizanim, sibehî wextê roj hiltêt kevirê ko tavê berî ewilî lê didit xezîne di bin wî kevirî de ye.
Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piştî ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî:
Ezbenî min xezîne bi cih kir.
Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û xezîne derêxistin. Malekî zehf derket. Mîr ji feqeh pirsî: Para te çi ye bêje…
Feqeh got: Beramberê serê kesê bidin min.
Mîr got: Serê kesê bi laşê wî ve ye, em çawan beramberê wî bidin te. Feqeh got: Rahet e, serê kesê ji laşê wî vekin.
Anîn serê kesê jê vekirin û danîn ser sehînê û li milê din hêdî hêdî zêrên xezînê êxistin, he-tanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê serê kesê ne hatin.
Mîr enirî û gote feqeh: Te zanî bû ko serê kesê hinde giran e, ji lewre te ev şert bi min re kir.
Feqeh deyn ne kir, zêr ji sehînê rakirin û çend kulm ax avêtine şûnê. Milê axê daket, serê kesê rabû. Hingê Feqeh berê xwe da mîr û got ê:
– Mîr im, min zêr navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî xulam û mêvan î. Mexseda min ew bû ko ez şanî we bidim ji serê insên girantir ax heye, û insan bi tenê bi axê têr dibe.
Ev her sê sahirên ha yanî Elî Herîrî, Melayê cizerî û Feqehê Teyran bivê nevê beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko Xanî qala wan dike û dibêje:
Min dê elema kelami mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bînave riha Melê Cizêrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Heta bi ebed bimaye heyran
Çi bikim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qimas re xerîdar
Ezê niho hin sihrên Feqehê Teyran bidim zanîn. Ji Wesfê şexê senhanî:
Van qisetan izhar bikim
Behsan kar û bar bikim
Yar û biran hişyar bikim
Da ez ji şêx dim wesfekî
şêxek hebû çaxê ewil
Nûrha Xwedê hel bû di dil
Sed gumreh û dal û midil
Bi destê wî tên tobetê
şêxek hebû sinhaniyan
Serdarê pansed sofiyan
Ji qesîdeke wî:
Bizan ko min yar ti wî
Dil ji birîndar ti wî
Ez kuştim yekcar ti wî
Çi bikim ko min yar ti wî
Bê dest û hem pa ti wî
Pir li min kubar ti wi
Ê b'xezeb xwendî ez im
Di qeyd û bendê ez im
Zencîr bi zendê ez im
Mistaqi rindî ez im
Aşiqê cindî ez im
Perwazi findê ez im
Xweş qed û ehla ti wî
Cama piyala ti wî
Sûx bejn û bala ti wî
Delala mala ti wî
Pir bext û tala ti wî
Nîmeta ala ti wî.
Dûr ji wisalê ez im
Yar di xeyalê ez im
Îsa li erdan ti wî
Bi girt û berdan ti wî.
o CEGERXWÎN
Jidayikbûn û Zaroktî
Cegerxwîn bi navê şêxmûs ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz di sala 1903'an de li gundê HESARÊ hatiye cîhanê, ji (11)de xuşk û bira tenê sisê mane: Sêxmûs, Xelîl, Asya. Di sala 1918an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Di sala 1919'an de li gundê Bêdir-Memo diya wî Eyşan ya heftê salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li cem xuşk û birayê xwe maye.
Jiyan û xebata li Binxetê (Kurdistan a Sûriye yê)
Di sala 1920an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûrya yê, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kiriye.
Di sala 1927'an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin.
Di sala 1928'an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda jorî û di wê salê de dîwana xwe ya yekemîn nivîsiye, ev dîwan winda bibû û berî 3 ê salan ketiye destê me û heta îro nehatiye çapkirin.
Di sala 1936'an de, Cegerxwîn bi çend malên gundiyan ve du gund li jêrê avaniyê ava-kirin(Çêlek û Cehenem).
Di sala 1937-1938'an de, Cegerxwîn û hevalên xwe Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin û komela wan gelek berepêşçû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd Firansizan ew komele girt.
Di sala 1946'an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye bajarê Qamişlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr…
Di sala 1948'an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûrya yê. Di sala 1949'an de cara yekemîn bû ko Cegerxwîn hatiye girtin. Di sala 1950'an de Cegerxwîn dikeve Civata Aştîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê de kar dike. Di sala 1954'an de Cegerxwîn ji hêla komo-nîstan ve bû namzadê perlemana Sûriya yê.
Di sala 1957'an de Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û piştî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe fesix di-kin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.
Di sala 1959'an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê perçê kurdî. Di sala 1962'an de hukûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê girtin û piştî pêlakê tê berdan.
Di sala 1963'an de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Samê, lê piştî pê-lakê tê berdan lê wî nefî (Surgun) dikin û dişînin bajarê Siweyda nav Durziyan, lê piştî pêlake ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamislo yê.
Di sala 1969'an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav şorişa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne. Di sala 1970 yî de Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûrya yê. Di sala 1973'an de Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan KÎME EZ? Û çîroka Salar û Mîdya li wir çap dike. Di sala 1976'an de Cegerxwîn vedigere Sûriye yê û heta sala 1979'an li wir dimîne.
Li Swêdê
Di sala 1979'an de Cegerxwîn ji Sûrya yê direve û diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê derbas dike. Di 22-10-1984'an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe. Cegerxwîn di hewşa xaniyê xwe de li bajarê Qamişlo yê hatiye veşartin. Zarokên wî yên ko li dû xwe hiştine du kur û çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Beniye, Selam. Neviyên wî 26 kes in.
Sala bîranîna Cegerxwîn
Cigerxwîn, dengê êşû azara gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de, di sala 2003'an de kete sed-saliya xwe de. Cigerxwîn ku navê wî yê birastî Sexmûs Hesen e, di sala 1903-an de li gundê Hesarê girêdayî navçeya Kercosê ye, ji dayik bû. Piştî ku di temenekî biçûk de dê û bavê wî çûne ser dilovaniya xwe xwîşka Cigerxwîn ew bire cem xwe. Dema ku ew yanzdeh salî bû, di destpêka şerê yekemîn yê cîhanê de, tevlû malbata xwîşka xwe binxet bû û bû penaber li welatê xwe. Ew li gundê Amîd girêdayî Qamişloyê bi cih bû. Cigerxwîn di sala 1921-an de xwendina xweyî medresê bi dawî kir û îcazeya melatiyê wergirt. Piştî vê yekê Cigerxwîn dest bi melatiya gundê Tell Sair kir û ji ber vê yekê jî navê Mele Sexmûs lê hate kirin.
Dema Cigerxwîn li gelek cihên başûr û rojhilatê Kurdistanê xwendina xwe ya medrese dido-mand, wî êş û azarên gelê Kurd ji nêzîk ve dîtin û navê Cigerxwîn li xwe kir. Jiyana Kurdan ya sext û zor û zehmetiyên jiyana wî bi xwe ew xistine nava nakokiyên hundirîn.
Cigerxwîn ji sala 1924-an û pê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Piştî têkçûna serhildana Sex Saîd, heştên neteweyî yên Cigerxwîn gurrbûn û ew bû endamê rêxistina Xoybûn ya ku ji aliyê rewşenbîrên Kurd ku penaberî Sûriyê bûbûn hatibû damezirandin. Wî di 24 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawar de kir. Dilnermiya wî û mirovaniya wî û xwendina wî ya medresê bûn sedema wan berhemên wî yên ku bîna berhemên wêjeya kla-sîka Kurd jê tê:
Cana xwe derîne tu ji pişta çeperê,
Perde tu hilîne, ku li min roj bê derê,
şevreş bike ronî, tu bi loks û fenerê,
Maçek ji du lêvan bide, ey lêv şekerê,
Ew e dermanê birînê û kul û derd û kederê …
Piştî demeke kurt Cigerxwîn berê xwe da civata feodal û paşverû. Wî di helbestên xwe de bi tundî xwudkarên feodal û olî rexne kirin. Li gor wî sedema bêbextî û êşa karker û gundiyên Kurd ev hêz bûn û di heman demê de wa rê li azadî û serxwebûna gelê Kurd jî girtibûn. Ronak kirina gelê Kurd di derbarê rewşa civakî û parvekirina hêzan de di civakê de ji bo Cigerxwîn berî hertiştî dihat, ji ber vê yekê jî helbestên Seydayê mezin di destpêkê de li hemberî hêzdarên olî, şêx û mela bûn:
…
Hawar dikim,
Ranabî kes
Sêx û mela
Û pîr û qes
Bi xaç û xist
Û mizgevt û dêrEm xistine
Tora neyêr.
Hawar, hewar
Hawar, hewar !
Van çûçikan
Dexlê me xwar.
Sed camî û
Dêr û kenişt
Naqos û bang
Û tîr û xişt
Sed lek ji
Tîpên Lemterew
Bi kêr me nayên
Tev derew. Cigerxwîn bi dil û can hewl dida piştgêriya têkoşîna azadiya gelê Kurd bike. Wek mînak di dema muxtariya sala 1961-an li başûrê Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê beşa Kudiya Jorîn saz kir û ji bilî vê wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de amade dikir. Ji sala 1959 heta sala 1963-an Cigerxwîn li Bexdayê dima. Ji bilî helbestên siyasî (neteweyî û sosyalîst) wî helbestên li ser evînê jî dinivîsîn, ku pirê caran êşû jana evînê tanîn ziman, herwiha carcaran behsa xweşî û şahiya evînê jî dikirin. Gelek stranbêjên Kurd Helbestên wî ji bo stranên xwe bi kar anîn. Heşt dîwanên Cigerxwîn yên helbestan hatine weşandin, her-wiha wî pirtûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke zimanê Kurdî û pirtûkên li ser fol-klora Kurdî. Bi kar û barê xwe û bi berhemên xwe Cigerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdis-tanê de rolêkî gelekî mezin leyistiye. Mirov dikare wî mîna nîşaneke neteweyî bibîne. Ci-gerxwîn parabêtir jiyana xwe li Qamişlo borand, lê paşê mecbûr ma ku dev ji welatê xwe berde û here Stockholmê. 22-ê êlûna sala 1984-an Seydayê Cigerxwîn çû ser dilovaniya xwe. Cigerxwîn li hewşa mala xwe ya li Qamişloyê bi tevlîbûna dehhezaran Kurdên heskiriyê hel-bestên wî hate bi cih kirin. Ev kesayetiya mezin ya wêjaya Kurd, mamosteyê Qedrican, di-keve sedsaliya xwe. Divê ku ew newe ji bîr kirin.
MELAYÊ BATÊ yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e.
Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan:
“Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: »Sahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heşt sed û bîstî da peyda bûye, û zehf sihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û heştê salî emir kiriye û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de jî medfûn e« .
Li gora tiştê ko min bihîstiye Bate li Behdînan û li nîzingî Amediyê ye.
Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û sihirên wî ne, çavên min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê hate çap kirin. Heke ez ne şaş im ew me-wlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî ketiye çapê. Bi min re nişxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê:
Hemdê bêhemd bo xudayê alemîn
Wî Xudayî daye me dînê mibîn
Em kirîne imeta xeyrel beşer
Tabihî wî miqtedayê namewer
Wî xudayî malikê milkê ezîm
Daye me mîras qurana kerîm.
Bo cemihî mislimîn û salihe
Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.”
o OSMAN SEBRÎ Osman Sebrî di sala 1905an li gundê Narincê yê Kolîka Semsûrê hatiye dinyayê. Bavê wî serokê êla Mêrdêsiyan bû. Dema ku Osman Sebrî hê zarok bû, bavê wî di sala 1915an de çû ser dilovaniya xwe û ew li ba apê xwe yê ku bû serokê êlê, mezin bû.
Piştî Serhildana Sêx Seîd, Osman Sebrî jî digel herdu apên xwe Þukrî û Nûrî di sala 1926an de tê girtin. Herdu apên Osman Sebrî di zîndana Amedê de hatin darvekirin. Lê Osman Sebrî du salan di zindana Denizliyê de dimîne û piştî efûyeke giştî, di sala 1928an de tê berdan.
Di sala 1929an de careke din Osman Sebrî digel 26 serokên kurd, hat girtin lê dîsa zû hat berdan. Ew di 24.12.1929an de direve Sûriyeyê, du salan dibe endamê Partiya Xoybûnê û di kovara Hawarê de li ser mijarên cihê dest bi nivîsandinê dike.
Di sala 1954an de Osman Sebrî alfabeya kurdî ya latînî weşand û hin pirtûkên mîna; Bahoz, Derdên Min û çar Leheng nivîsandine. Dîsa pir helbestên wî yên ne çapkirî jî hene.
Di sala 1957an de Osman Sebrî digel hin welatparêzên kurd, di xebata damezirandina »Par-tiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê« de cih digire û wek sekreterê partiyê tê hilbijartin.
Osman Sebrî roja 11-01-1993an wefat kir. Ew li gundê Berkevirê, li binxetê veşartî ye.
Bersîva Hoşeng
Hoşeng!
Roniya çavê min,
Pandiyê navê min,
Hêviya min a pêşîn,
Di nav pêrêyên jîn,
Divêm çend peyvan li gel te bikim.
Bê qirên û deng
Nizanim wa ji te dipirsim;
Ka te tiştek nasiye
Wek kesên bîrbir,
Jêhatî, eznawir,
Ji êşa welat
Warê xebat
Derd û kulên min.
Nabêjim tu ne jîr î,
Ne dibêjim tu dibîrî.
Tenê sergermiya te,
Tu rojan,
Tu deman,
Nahêle ku li ci kirê hûr bî,
Û çak bibîrî.
Berî tu hebî,
Piştî tu hatî,
Gelek caran ez ketim nav
Lepên neyaran,
Tevî zor û lêdan,
Digel zirt û fortan,
Di çavên min nedîtin tirs,
Ji devê min negirtin yek pirs.
Te bi çavên xwe dît,
Carekê, du caran,
Ku zor û êşandin pir hebû.
Digel min xwe westandin,
Dawî suhna xwe revandin.
Lê serê min nizm nebû.
Bi ya Xwedê her nizm nabe,
Diviya bû dilê te bi vê yekê şa be.
Tevî van bûyeran,
Li ser gotina tewtewe û qeşmeran,
Jehra ku berdane guhên te,
Bê raman û xweragirtin,
Bi ser min de dirêjî!
Berî vê bi sê salan,
Ji min re dinivîsî, holê dibêjî
“Bavo, dibînim di nivîsarê te
Dibihîzim ji dost û yarên te,
Þopa bêhêviyeke cankuj,
Xwe berdaye ser dilê te,
Pê sist bûne dest û milên te!..”
Delal!
Berî her tiştî,
Ew rewrewok ne dost û yar in,
Birek tewtewe, xêrnexwaz û çavnebar in.
Ji her nasî re dost û yar nayê gotin,
Holê pergela mirov tête sotin,
Ev celeb kes dema rûbarî te bin
Pir nerm û xweş in
Di paşgotiniyê wekî mar in,
Gelek dilreş in.
Naxwazin kesek paqij bimîne,
Qenciya camêran dilê wan diêşîne.
Ji bo çakan û çakiyê dij û neyar in,
Di devavêtinê de wek segê har in,
Divê bizanî ev celeb kes wek mişkê lûr in,
Wan bînayî nîne, li ser bênê dimeşin.
Ji zikmakî kûr in.
Ma gelo dizanî mişkê çi teba ye?
Wek van kesan ji dîtina rastiyê
Û qenciyê dûr û cuda ye.
Lûr li ser rûyê erdê najî, her jêrzemîn e.
Tiştên li ser rûyê erdê
Di nav ezmên yekcar nabîne.
Çiya, dar û ber û keskayî,
Çem, co û cobar û ronahî,
Asîman, stêrk, ro û hîv,
Gewher, pilatîn û zêr û zîv,
Tev jê re nas in, li nik wî ne teba ne.
Jê re ne hêjayî kêzikekê û du kurma ne.
Kir, tevger û xebata wî di cihên teng û tarî,
Jê re kurm û kêzik bihatir in ji elmas û mirarî.
Navên Apolo û Kosmos wî bendewar nakin,
Xwarina çend kêzikan dikarin dilê wî şa kin.
Ev e rê û ramana van celeb kesan,
Têgihan û bîrbirina nandoz û teresan.
Li pêş dost û yaran qurre û çalak in.
Dema rûbarî neyaran dibin bizdok û perşikestî,
Nikarin serê xwe rakin.
Lê ji bo kurdên dilçak û doza welat,
Bê ûst ji devê wan dertên her agir û pêt.
Nemaze ji bo kesên têkoşer û gelparêz,
Gunehan çar dikin, didin berhev, dikin rêz.
Çi kesê ji zanîn û baweriya wan bi dûr keve
Dibêjin “şaş” e
Ji kesên wek xwe bizdok û çepel re
Dibêjin
“Têgihiştî ye, gelekî baş e!”
Ew ne yên xebatê bûn,
Temê diketin riya xebatkaran.
Kama wan di hatina nav
Xebatê çavnebarî bû,
Sixwestin ew jî wek camêran
Bêne xuya kirin.
Xwehildana wan ne xurtî û fedekarî bû.
Zûka reviyan, dema ji wan ve xuya bû mirin.
Hinekê wan hatibûn nav xebatê ji aliyê neyar,
Da ku bera hev din, di berhev bêxin kesên ne hişyar.
Teqez baweriya wan bi gel nîne,
Herçî ew bi xwe ji canê xwe bê hêvî ne.
Dijî gelê xwe tu nizanî çi pêxwas in,
Berdestî ne wek tajiyên bi meras in.
Ji bo gel nawestînin ji xwe lingan,
Ji bo xelkê, xwe davêjin ser pilingan,
Ev e rewşa îro di nava gelê meyî nezan,
Lîwana xwe spartine noker, bêbav û xinizan.
Neyê bîra te ku rewşa Kurdên Rohilat û Bakur,
Ji rewşa Kurdên Sûriyê durusttir û çaktir e,
Em hin tiştan ji wan dibihîsin halê wan
Ji ê me pir kambaxtir e!..
Ev e ku nahêle em ber hev bên û bibin yek,
Bê şerm em gunehên xwe diêxin ber
Derê koledar û felek!:
Delal:
Gava em ne çak û durust bin,
Teqez ew ji pîsî û neqenciya me ye,
Em çawa dikarin bêjin “Sûcê felek
û kolîdar tê heye?”
Ma heya çi gavê em dê ji sûc û gunehên xwe birevin?
Riya rast berdin, bikevin xaçerêyen, deverû bikevin.
Riya rast şemirandin ne karê camêran e; teqez qelsî ye,
Ji gunehên xwe revîn karê namerdan e, bes pîsî ye.
Ji bo çi holê em pîsiyê di xwe de tînin?
Neyar û nemerdan dilgeş dikin, bi xwe dikenînin.
Ev yek bûye nexweşiyek malkambax ketiye canê me.
Nizanim ev çi bextreşî ye ku zanayên me pê ketiye
pirtirîn nezanên me…
Kesin hene ji gunehên xwe direvin,
Alîkî di riya felekê re diêxin derê Yezdan,
Aliyê din, bê şerm û fihêt diêxin derê Þeytan.
Xwe ji guneh û kêmasiyan dişon wekî me kurdan.
Tenê ya ku me ji vê guhertiye,
Me kolîdar xistiye şona
Þeytan!..
Wey xwelî li serê me, me riya rast şemirand,
Ew bûne pelîse ketine bin lingan..
Gelo! Ma em dê çawa xwe ji vê nexweşiyê xilas kin?
Gunehên xwe bibînin, qencî û neqenciyê ji hev nas kin?
Kurê min!
Wa tu li Ewrûpa yî, va me li
Rojhilat,
Teqez ne razayî me ji tevgera nav
welat
Çavdarê hemû bûyeran,
Guhdarê nûçe û xeberan,
Dibînim, dibihîsim, dêşim,
Haydar im ji hemî war û deran,
Tu tenê dibihîsî, lê ez dibînim,
Hophopa qeşmeran,
Canxulamiya nokeran,
Dûvlûçandina nandozan,
Devxumxumandina bê dozan,
Demnasiya kêsbazan,
Zimandirêjiya tolazan,
Di nav pêlên gemarî;
Di nav rojên reş û tarî,
Tertilîna gel,
Tevgerên bê vac
û çepel,
Koraniya rêberan,
Bertilîna têkoseran,
Rê li ber wan wenda,
Ji armancê cuda,
Nema dizanin
çi bikin!..
Tev mane bê war,
Nabin hişyar!
Bi tevayî ketine ber lingan
û hembêza neyar.
Hey wax û sed hey wax,
Di nav kulên kambax,
Ku her roj dibînim,
Dêşim û dilbirîn im.
Xwezî min nedîtibûya,
Çê ku tu nabînî,
Teqez tu bextiyar î,
Ne wek min xemgîn î.
Guh bide min, delal!
Ez sond sixwim bi serê te û Hoşîn û Heval,
Ku tu caran ji xwe û gel bê hêvî ne bûme,
Li ser şopa qelsan nehatime û tê neçûme.
Tenê hin karbidestên xêv û nezan,
Totik vala û cendek giran,
Di nav şoreşê,
Li nav niştiman,
Hineka bi serhişkî,
Hineka bi oflazî,
Hineka bi xinizî,
Hineka bi xêrnexwazî
Gelekan jî bi talankerî û dizî,
Kir, tevger û peyvên wan,
Dikarin welat û şoreşê tev têxin bin lingan,
Bê şivîsk, ez gelekî diêşiyam bi van kirên han,
Kesek serwext û bîrbir û hişyar,
Dikarî qenc bibîne
Çak bibîne,
Gelek tiştên ne diyar.
Ji alîkî nezaniya gel û tênegihiştina xortan,
Ji aliyê din alozkeriya bêbavan reyin xêrnexwazan.
Me nediviyabû rê bidim devlokiya qeşmer û tolazan.
Ji lew re diviyabû ji her kirê hûr bim
Xwe ragirim, ji her kesî dûr bim.
Heya rastî ji her kesî ve xuyabe,
Qencî û neqencî ji hev cuda be.
Heya ku bê bîra te, berî wê nameyê di nameyek din de
Te gazind kiribû, ji bo çi xwe nêzîkî xebatkaran nakim?!
Hîngê min ji te re dûr û dirêjnivîsîbû ku:
“Kesên di qada xebatê de mane birek kureder
û malkambax in,
Pêlên ku radibin, tev gend û gû, gerek û kerax in,
Ez tu caran di nav avên holê de sobahiyê nakim.”
Dawî, va ye her tişt xuya bû,
Li Rojhilat
Û li Rojava
Dijmin bi me şa bû,
West û xebata çardeh salan,
Xwîn û fedekariya gelek hevalan,
Bi bêbavî hatin firotin
Li Kurdistana nîvro
Gelek dever hatin sotin.
Rêya ku li her derê bi koranî dabûn ser,
Bi rêberiya hin nezan û piştmêriya hin ker!
Bê raman û hişyarî,
Em dever û dan erdê,
Gîhandin vî warî…
Ev bûyerên paşîn hîngê ji me xweş xuya bûn,
Kesên datanîn se xebatê cankole û ne hêja bûn.
Hinek jê xiniz, ji aliyê neyar ve hatibûn şandin,
Gelek ramanên çepel di serê milet de hatibûn çandin.
Li Ewrûpa, li her alî welat,
Xebat ketibû nav destên çepel û şêt.
Xortên xebatkar, jêhatî û dilawer,
Ji xebatê, ji berpirsiyariyê dihatin dûr xistin,
Li êrdima şoreş gelek têkoşer
Ji bo gotina “çima?”
Dihatin kuştin.
Diborin di gunehên xiniz û nokeran,
Digirtin devên welatparêz û cengewaran.
Bi tenê devekî digot, destekî dikir,
Ê mayî bê deng wek pûtên ji kevir.
Dongiya şoreş û gel bi zarê mirovekî ve
Hatibû girêdan,
Ji lew re şoreşa serdest hat firotin,
Qelenê wê gihaştê destê Þahê Îranê.
Her çi êrdima şoreş,
Dema bihîstin nûçeya kambax, ji rûkî girêdan reş.
Keç û bûkan porên xwe birîn,
Kal û pîrên kurd bi ser hev de digirîn.
Digotin: “Hey wax û her hey wax!”
Çawa dibe ku serok holê bi hêsanî,
Axa welêt û şoreş serbest berde?
Ma nizane ku Tikrîtî, neyarê gelê kurd e?
Dê me hemiya ji welêt bi derxe û bi gerde.
Çekhilgirên me wê tevde bêne kuştin,
Lat û zinarên niştiman dê bi xwîna wan
Bête şuştin.
Namûs û rûmeta me dê bikeve ber lingan,
wê ku de bicin şervanên kurd ku dajotin
Ser neyar wek pilingan.
Hê tu caran ev bêbavî ne bûye,
Kesî boblatek holê nediye,
Ku welatek bê ser û ceng,
Bê qirên û deng,
Ji dijmin re
Bête berdan:
Xelkê wî wek pezê bê şivan
Tê de bê ser jê kirin,
Bête kuştin,
Jê bête gerdan!..
Piştî van bûyeran,
Em dibihîsin nexmeyeke nuh
Ji devê zirtekeran:
Binêr çi gotinek şêt,
Beredayî, bêvac û kirêt,
Hin kesên nezan û guhdirêj,
Totik vala, mejî qirêj,
Dibêjin di talde û nediyaran,
Dikin kurtepist li pêş nezanan,
Li ber dîwaran:
“Heke şoreş bimaya, welat seranser dibû wêran,
Di nav xerîta cîhan radibû navê Kurdistan,
Teqez dê hebin hin gotin û peyman,
Di navbera Barzanî û Þahê Îran.”
Ev e gotina min, ji van celeb kesan:
“Bimirin, biqesin herin nik şeytan,
Divê hûn bizanin ku Berzanî xwe kuşt,
Xwîna cengewerên kurd bi dolaran şuşt,
Rûmeta xwe û kurdan siparte neyar,
Ji bo we keran her bindestî hişt.”
Kurê min, niha dê bême ser te,
Dilê xwe vekim li ber te,
Binhêr ev e şîreta min,
Dê bêjim pir kurt û kin:
Ku di hemî kir û waran,
Di gel hemî nas û neyaran,
Bas vekî caxê xwe,
Bîr bînî sîreta bavê xwe,
Li ser her kir û gotinê hûr bî,
Ji kir û gotinên lêz dûr bî,
Heya nekevî kêmî û şaşiyê,
Fihêtkar nebî li paşiyê.
Ev e şîreta durust û çak,
Ji bo we xortan dixwazim
Pêsendeyek xweş û ronak.
#ELÎ HERÎRÎ# - Di nav şahirên kurdmanc de yên ko piştî islamiyetê rabûne û bi kurdmancî ni-vîsandine; ê pêşîn Elî Herîrî ye. (Xwedê rehmeta xwe lê erzan bike û heke di ser bihuştê re bihuşteke din, bihuşteke bijarte heye cih û meqamê wî tê de çêke). Li gora ko me bihîstiye gundê wî Herîr di welatê Soran de ye û Elî bi xwe sorî ye. Lê Melayê Jaba dibêje ko Herîr di welatê Şemdînan de ye. Me bi xwe tu esera wî ne dîtiye. Dibêjin ko dîwana wî heye.
Melayê Jaba der heqê Elî Herîrî dibêje: »Şahirê berê Elî Herîrî ye. Dîwançeyek heye, şihir û qesayid. Herîr jî gundek e, di cihê û nehya Şemzdînan, di sencaxa hekariyan de, û şihir û ebyatê di wî jî di nêv Kurdistanê qewî zêde meşhûr û marûf e. Texmîna ko di tarîxa çar sedê hicretê de peyda bûye û di çar sed û heftê û yekê de merhûm bûye û di nav Herîrê de medfûn e« .
AXAYÊ BÊDARÎ - Me tu eserên vî şahirî ne dîtine. Me bi tenê navê wî seh kiriye. Rawiyan gote me ko Axayê bêdarî gelek guh daye zimên û çiqas jê hat ewçend bêjeyên erebî û farisî ne xistine şihrên xwe. Melayê Jaba qet qala vî şahirî ne kiriye. Dibêjin ko Axa di pey Batê re rabûye. Ji lewra me ew daniye vê derê.
MAÎLÊ BEYAZÎDÎ - Melayê Jaba di heqê vî şairî de gotiye: »Şairê şeşê, j şairê di Kurdistanê Is-maîl e. Eslê wî ji Beyazîdê ye, ji şagirtê di Ehmedê Xanî ye. Di hezar û şêst û pênê hicretê peyda bûye û di hezar û sed û bîst û yekê de merhûm bûye. Kitêbeke lixetan jî »Gulzar« nav telîf kiriye û bi kurmancî û erebî û farisî, zaro dixwînin. Bi xêrî ji wê jî zehf xezel û eşharan û ebyat bi zimanê kurmancî gotiye. Cehda wî meşhûr û marûf e. Û di nêv Beyazîdê da merhûm û medfûn bûye« .
Me Gulzara Smaîl ne dîtiye; ne jî şihirên wî. Tiştê ko em di heqê wî de dizanin ew e ko Smaîl daye ser şopa Xanî û di dibistana Beyazîdê de dersên zarokan bi kurdmancî gotiye.
o ŞEREF-XAN Melayê Jaba di heqê Şeref-Xan de gotiye: »Şairê heftê Şeref-Xan e, ji mîrê di hekariyan e, û ji neslê Ebas. Di hezar û sed û yekê da jî li Colemêrgê ko cihê hikûmeta hekariyan e peyda bûye. Eşhar û ebyat bi zimanê kurmancî û farisî zehf gotiye. Di hezar û sed û şêst û yêkê da merhûm bûye û di nêv Colemêrgê de medfûn e«. Me ev Şeref-Xan nas ne kir. Heke jê mexsed xwediyê Şerefnamê Mîr Şeref e, mîr Şeref ji mîrên Bidlîsê ye, û me tu şihrên wî bi kurdmancî ne dîtine.
MIRAD-XAN - Me navê vî şahirî jî ne bihîstiye. Melayê Jaba qala wî dike û dibêje: »Şahirê heştê Mirad-Xan e ko di tarîxa hezar û sed û pênciyî da li Beyazîdê peyda bûye. Ewî jî miqde-rekî xezeliyat û eşharan bi zimanê kurmancî gotiye û di hezar û sed û nehê da merhûm bûye û di Beyazidê da medfûn e û paşî wî ji kurmancan êdî şair peyda ne bûne, heta niha« .
Herwekî me got di heqê Mirad-Xan de em tu tiştî nizanin. Li gora navê wî divêt ew jî ji mîrekên Kurdistanê be.
Melayê Jaba - em wî hergav bi vî navî bi nav dikin ji ber ko bi navê wî nizanin piştî ko heşt şairên jorîn hejmartine benda xwe bi gotinên jêrîn qedandiye:
»Berê zaf medaris di wilayetê di Kurdistanê de hebûn. Dikat, bajar, qeza û qesebe û gundan da ehlê islamê di Kurdislanê da elbete felabid medreseyek û dido û sisê û belko êdî zêde hebûn û bila derece diqet û ihtimam ji kenarê di hakim û ehaliyan der heqê emrê di medaris û islaman hebûn. Li nik mezin û piçûkê di Kurdistanê qedr û rifta ilm û ileman hebû.
Melayê di qewî û zûfinûn di Cizîr, Amedî, Soran û Sêrt û etrafan da zaf bûn. Lakin niha êdî medrese û ilema û xwendin di Kurdistanê de qewî kêm bûye, nadir peyda dibe. Elbetde elametê axirî ye ko ilm ilema niqsan dibin« .
Kitêba kurdîzanê ûris di sala 1860î de ketiye çapê. Li gora vê tarîxê melayê ko em bi navê wî nizanin beriya niho bi 80-90 salî şairên jorîn senifandine û di heqê ilm û zanînê de ev tişt bi dilekî kul gotine.
SIYEHPÛŞ - Sed heyf û mixabin ko di heqê vî şairê hêja de em tu tiştî nizanin, ji şihra jêrîn pê ve, ya ko vê paşiyê ketiye destên me.
Dilberek min dî bi çavan
Sed elif pabûsî bû
Agirek berda hinavan
Şemh û der fanûsî bû.
Şemh û rihniya zilamê
Agirek berda di amê
Zilf û xalên û temamî
Qeyd kirin mehbûs bi damê
Şerbeta şîrînkelamê
Terkî min nadit midamê
Sed şikir îro selamê
Kir li min taze xulamê
Şerh û teqrîrê Isamê
Fikr û teswîrê kelamê
Reng û elwanê di Camî
Şibhetî tawûsî bû.
Şibhetî çavê duyengê
Qews û ebrûyê du bengê
Mir-reyê tîra xedengê
Zilf û xal û xuncerengê
Kes ne dî qet wî çi rengî
Neqşê maçîn û firengê
Qet ne ma qet wî çi rengî
Hikmeta Têmûr û lengî
Sifdera mêrê du cengê
Şêr û mexmûr û pilingê
Sed hezaran wek bişengê
Hikmekî kawûsî bû.
Min qebûl e hikmê rindan
Serxweş û sûretlewendan
Lê çi bêjim qewl û bendan
Ketme tora lehl û xendan
Zehmetek wan pir bi min dan
Kefşe bim wek gaz û sindan
Dil hedef kir tîr li min dan
Lê ji halê mestemendan
Bê eded cewher bi min dan
Lewmenoşê can bi der dan
Xemzeyê pir mekr û fendan
Lê li min casûsî bû.
Lê li min berda girînê
Mihbeta wê nazenînê
Bê sebeb ketme nivînê
Ax û efxan û enînê
Lê ji ber hisna şerînê
Şeq bû bedra yasemînê
Kanî hûra ser zemînê
Carekê bête girînê
Ev bi xef, hal im bibînî
Merhema bavê birînê
Zilf û xal û xemrevînê
Bo me calînosî bû.
Zilf û xal û mest û naz e
Işweyê wan xemzebaz e
Gerdenê gerdenfiraz e
Lê ji eşqa rûyê faze
Cerd dikin ehlê mecazê
Ta sedî yasî û qaze
Xef dibin esrar û raze
…….
Ez çi kim sewm û nemaz e
Kar û şixl û bê niyaz e
Min ji dest tenbûr û saz e
Dil wekî naqûsî bû.
Dil ebîr û mest û mîrê
Begler û şah û wezîrê
Da li min derbek bi tîrê
Ta li mir’ nê min vebîrê
Kirme hib-ba zemherîrê
Sîne kir armanc li tîrê
Kanî mel-layê Cizêrî
Mek-kî û Elyê Herîrî
Xanî, Şêxê Babeşîrê
Bên li dengê min feqîrê
Xemrî û gîs û herîrî
Şev li min kabûsî bû.
Şev dikim nalîn û zarî
Şibhetî teyrê Biharê
Ey Siyehpûş tu xumar î
Sahibê adab û kar î
Çend Siyehpûş tu sitar î
Lê bi eşqa dil nikarî
Dir û yaqût û mirarî
Misk û enber jê dibarî
Hespê şahê şehsiwar î
Angeh ez pabûsî bûm.
Dilberê ehlê dilan bû
Qatilê cergê pijan bû
Qasidê rûh û we can bû.
Dibêjin leqeba Siyehpûş pê ve bûye ji ber ko hewranikî reş bi xwe ve dikir, li hespekî boz si-war dibû û kolosekî spî li serê wî bû; û ew di nav hesp û kolosê spî de reş dikir.
Ji şihra jorîn em dizanin ko Siyehpûş di pişt Xanî re ye. Jû pê ve Siyehpûş bi vê şihirê ji me re du şairên din dide nas kirin: »Mekî« û »Şêxê Babeşîrê« .
AXAYOK - Gelo ev kurdê ko bi zmanê xwe bi qasî Ristemê kurd mêr e kî bû? Belê ew axa an pisaxayek bû. Lê axayê kû derê, navê wî çi ye, û kengê rabûye?
Disan û dîsan em nizanin, em nizanin. Bi tenê çend dûrikên wî ketine destên me û bi vî awayî me zanî şahirek rabûye û leqeba wî Axayok e. Nebe ko ev û Axayê Bêdarê yek hibin. Dîsan em nizanin. Ev in dûrikên Axayok yê ko bi dest me ketine:
Tawûs bi vî şiklê melîh,
Şermendeyê saqê di reş
Ew qijika gûxwer binêr
Qij qij dikit elwan im ez.
Şêrê ji heft bavê xwe şêr,
Dawayî şêrî naketin
Tûlepîsê heft kûçikan
Ewew dikit erslan im ez.
Nanê cehî têr naxwitin
Tiştek di malê da niye
Simbêl û çavan bel dikit
Zobaşiyê qewman in ez.
Fezl û terîqa neqşebend
Ger ew bi şorbe germ biya
Ew dîzika şorbe di nêv
Dê şêxê Bestamî biya
Fezl û terîqa sofîyan
Ger ew bi reh beh'ta wicûd
Ew nêriyê lehyetewîl
Dê bê guman sofî biwa
Fezl û terîqa aliman
Ger ew bi şaşa gir biya
Cismê kulindê ser mezin
Dê qazî beyzawî biwa.
Fezl û terîqa qadirî
Ger teq teq û şeq şeq biya
Ew şeqşeqa asî, yeqîn
Dê qutbê gêlanî biwa.
#MEWLANA XALID# - Şêx Xalid Ziyaedîn di terîqeta neqşibendî de şihba Xalidî daniye. Mewlana Xalid ji kurdên Silêmaniyê ye. Şêx Xalid berî ewilî li Bexdayê û di pey re li Şamê terîqeta xwe belav kiriye û di sala 1242 an da li Şamê çûye rehmetê. Di çiyayê Çilyaran de veşartî ye. Mewlana Xalid şahirekî mitesewif e; û wî dîwaneke farisî heye. Min bi xwe dîwan ne dîtiye. Dibêjin ko di wê dîwanê de çend qesîdeyên bi kurdî an nîvkurdî hene. Me got nîvkurdî ji ber ko Mewlana di wan qesîdan de kurdî û farisî tevlî hev kirine. Êdî mirov nizane ew qesîde bi kurdî an bi farisî ne. Eve qesîdeyek ji wan qesîdan:
Çi tedbîr ey misilmanan
Kî men xod ra nemîdanem
Ne tersa me yehûdiyem
Ne gebr û ne misilmanem
Ne beriyem, ne behriyem
Ne şerqiyem ne xerbiyem
Ne ez erkanî tebhiyem
Ne ez eflakî gerdan im
Ne ez Çîn im, ne ez Hind im
Ne ez bilxar û maçîn im
Ne ez milkê Iraqê me
Ne ez xakî Xuristan im
Ne ez av im, ne ez ba me
Ne ez xak im ne ez ateş
Ne ez dinya, ne ez iqba
Ne ez firdewsî ridwan im
Nişan im bê nişan başed
Mekan im lamekan başed
Ne ten başed ne can başed
Ne min ez canî canan im
Ne baba me, ne dada me
Ne ema me, ne xala me
Li ser wechê çiraya me
Dikim îro di efxan im
Ji efxana bes e salek
Ji maşûqan bes e yarek
Ji bo mihiban hero carek
Welî bim ez bi çeşman im.
MELA YEHYAYÊ MIZÛRÎ - Min bi tenê navê wî bihîstiye û ji min re gotine ko dîwaneke wî heye. Dîsan rawiyan gote min ko Mela Yehya gelek bala xwe daye zimên û di daira imkanê de, bêjeyên erebî û farisî ne xistine dîwana xwe. Çiyayê mizûriyan di ser Dihokê re ye.
MELA XELÎLÊ SÊRTÎ - Dibêjin ko Mela Xelîl di wextê Mela Yehyayê Mizûrî de rabûye. Evî melayî kitêbek heye hi nnvê »Nehcel Enam« . Beytên jêrîn ji wê kitêbê ne:
Tu guh dêre nitq û beyana fesîh
Ji bo ferz û eynan e merdê melîh
Ko îman û islam û sewm û selat
Li ser malîdaran e hec û zekat
Li ser te ji ferzan e ey nûrî can
Bizanî tu erkan û şertê di wan
Heçî hikmê şerhê tu mihtac dibî
Ji bo zanîna wî tu minqad dibî
We lêken qe yek bê yekî nabitin
Misilmanî bê her diwan nabitin
Tû manayê şehdê ko bawer bike
Telefiz eger qadir î pê beke.
#ŞÊX EVDILQADIRÊ GÊLANÎ# - Ev kîjan Şêx Evdilqadirê Gêlanî ye? Xwedê pê zane. Yê ko navê wî ji min re gotiye, gote min jî ko dîwana wî di gundê Qelenderan de peyda dibe. Qelenderan di dora Mêrdînê de ye.
#HECÎ FETAHÊ HEZROYÎ# - Dîsan min bihîstiye ko dîwaneke wî heye û herwekî ji navê wî dixuye ji Hezroyê ye.
ŞÊX MIHEMEDÊ HADÎ - Rawiyan gote min ko pêşiyên Şêx Hadî ji Rewandizê hatine û di Lîcê de cih bûne. Dibêjin ko dîwana wî heye.
ŞÊX EVDIREHMANÊ TAXÊ - Dibêjin ko Şêx Evdirehman bidlîsî ye. Tax çi ye? Ji gundên Bidlîsê ye, an Şêx ji taxeke Bidlîsê e dûr e, û ji lewre jê re Evdirehmanê Taxê an »taxî« gotine. Me dîsan bihîstiye ko dîwana wî heye.
o #NALÎ# Ji şahirên Soran e. Dîwana wî di sala 1931ê de li Bexdayê çap bûye û yên ko dîwan dane çap kirin biserhatiya Nalî jî tê de gotine. Jê dixuye ko Nalî leqeba şahir e navê wî Mela Xidir e, bavê wî Ehmed Şawês e. Nalî di sala 1215ê hicrî de, li Şarezorê, ji diya xwe bûye. Di sala 1255an de çûye Stenbolê û heta dawiya emrê xwe li Stenbolê ma û di sala 1273an de emirê Xwedê kir. Li Stenbolê di gornistana Eba - eyûbê - ensarî de veşartî ye.
ŞÊX RIZA - Şêx Riza jî sorî ye. Ew jî çûye Stenbolê û li Stenbolê di civata şahir û zanan de gelek bi qedr û rûmet bûye. Dersa efendî û beglerên Stenbolê digot, nemaze bi farisî. Şêx Riza he-cawekî bêeman bû. Mixabin ko tu şihirên wî bi min re nînin ko ezbelav bikim. Bi tenê çîrokoke wî dizanim.
Herwekî me got Şêx Riza li Stenbolê dersa edebiyatê digot. Wezîrê miarîfê gelek ji Şêx Riza hez dikir. Lê carekê wezîr şêx xeyidand. Di mala wezîrê miarîfê de, li heywanê postê hirçekî hebû; ev post bi kayê dagirtî bûn û li ser lingan sekinandi bûn. Şêx Riza pişta erna wezîr, ro-jekê, di dersê de qala mecaz û kinayê dikir. Ji şagirtên xwe re heçko mîsalek anî û got: »Gava hon dikevin xanîkî û li heywanê hirçekî dibînin divêt bizanin ko xwediyê malê qereçî ye« .
HACÎ QADIRÊ KOYÎ - Hacî Qadirê koyî Xaniyê didowan e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. Şihir û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welêt in.
Çend şihirên Hacî Qadir di sala 1925an de li Bexdayê di bin navê »komela şihirên Hacî Qadirê Koyî« de çap kirine. Di wê komelê de biserhatiya Hacî jî gotine. Li gora wê komelê Hacî Qadir kurê Mela Ehmed e, di gundê Gorqeraçê de ji diya xwe bûye, û ji eşîra Zengenê ye. Lê ji ber ko di zarotiya xwe de guhastiye Koyê navê »koyî« pê ve bûye.
Hacî jî weke Nalî û Şêx Riza çûye Stenbolê û ketiye civata edîb û şahirên Stenbolê. Ji şahirên wê heyamê pirê wan farisiya xwe li ber destên Hacî xwendine.
Hacî dîwaneke mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnîviseke hûr qederê 800 rûpel hebû. Hacî ji dîwana xwe du nisxe nivîsandî bûn; heke nisxeke wê tirkan şewitandiye heye ko nisxa din rojekê bikeve destên me.
Ezê îro şihreke Hacî e neçapbûyî belav bikim. Herwekî me got Hacî perestişkarê Xanî bû. Hacî li ser Memozîna bavê min a destnivîs şihira jêrîn nivîsandiye.
Zemane resmi caranî ne mawe
Çiraxi nazim û minşî kujawe
Le dewri ême roman û cerîde
Egerçî meqsed e, zanînî baw e
Eman qedrê bizane em kitêbe
Le dinya êstekî hemtay ne maw
Le eyamî heyati şêxi Xanî
Le ser nisxey xet ew nûsirawe
Le layî erbabi xoy bo qedr û qiymet
Xezîney gewher e, û kisey diraw e
Le mecmûhi diwel, Soran û Botan
Le sayey em kitêbe nasirawe
Le kurdan xeyri Hacî û şêxi Xanî
Esasi nezmi kurdî danenawe.
Hacî di sala 1912ê hicrî de li Stenbolê çûye rehmetê. Bi eqlê min li Skûdarê di gornistana Re-qece-Ehmed de veşartî ye. Ez dikarim bibêjim min Hacî dîtîye, lê nikarim bibêjim ez Hacî nas dikim. Ji ber ko sala ko Hacî çû rehmetê ez hêj nû keti bûm ser lingan.
ŞÊX NÛREDÎNÊ BIRÎFKÎ - Ji eserên Şêx Nûredînê Birîfkî di destê me de bi tenê Çîroka Siltan Ebûbekrê Şiblî heye. Ji xwe jû pê ve min tu eserên şêx ne dîtine. Ev in çend beyt ji qesîda Ebûbekrê Şiblî:
Ev bendeyî şêxî cîhan
Lazim divî sira nihan
Zahir bikim qutbî zeman
Da hon bizanin qisetê
Şêxek hebû xewsê dinê
Insan hemî jê bûn xenî
Ne d'hate xab û xwarinê
Daîm bi terka lezetê
Navê ewî qutbî şerîf
Şiblî Ebûbekrê zerîf
Yekser dibû wek mû zeîf
Daîm bi tirs û xeşyetê
Eslê terîqa şêx çi ye
Ewil emîrî şahiye
Şêx hakimek farîsî ye
Siltanê mîr û şewketê
Mîr~ê nihawendî bû ew
Şahê semerqendî bû ew.
EVDIREHMANÊ AXTEPÎ - Kitêbeke wî heye bi navê »Rewzel Neîm« tê de qalawesfên pêxem-ber û mîraca wî kiriye. Kitêb mênzûm e, û 360 rûpel in. Kitêb di sala 1302ê hicrî de hatiye ni-vîsandin. Evdirehman teqlîdî Ehmedê Xanî kiriye û di şihirekê de qala kurdmancî û kurdman-can kiriye. Evdirehman di beyteke vê şihirê de dibêje:
Me ev çend lefzi şêrîn çêkirin
Zimanê di tirkan me pê jêkirin.
* * *
Heta niho me behsa wan camêran kir ko bi nezmê nivîsandine û xwediyê dîwanê ne. Ji van pê ve çend mirovên din hene ko bi şihirê mijûl ne bûne lê di warên din de bi kurdmancî ni-vîsandine. Emê niho qala wan bikin.
Kurdîzan Eleksandr Jaba jî di kitêba xwe de qala wan dike û welê dixuye ko ev tişt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî gotine û Jaba ew bi frensizî nivîsandine.
#ELÎ TEREMAXÎ# - Jaba dibêje ko kurdmancan heta 1000ê hicretê ilmên dîn û şerîetê bi zmanê erebî dixwendin. Piştî 1000î melayek bi navê Elî, ji gundê Teremaxê, ji qeza Miksê rabûye û ji ber xwendinê çû heta Bexdayê. Elî di medresên Bexda, Mûsil, Behdînan û Soran de xwend û di nav alimên heyama xwe de bû bû zanakî serdeste. Evî Eliyê Teremaxî piştî ko vegeriya welatê xwe rabû di gundê xwe de medreseyek ava kir û bi zimanê kurdmancî kitêbeke te-srîfê jî çêkir û dersa feqehên xwe bi kurdmancî got. Hêdî hêdî ew kitêb li Kurdistanê belav bû.
MELA ÛNISÊ ERQETÎNÎ - Jê re Melayê helqetînî jî dibêjin. Xuya ye ko »Erqetin« an »Helqetîn« gundê wî ye.
Vî melayî daye pey Elî Teremaxî û kitebên tesrîf, zirûf û terkîbê bi zmanê kurdmancî nivîsan-dine. Min ne eserên Elî ne jî yên Ûnis dîtine ji lewre min nikari bû ez hin tiştan ji wan belav bikim.
MELAYÊ ERWASÊ - Melayê Erwasê kitêbeke kiçik lê hêja nivîsandiye. Kitêba wî li ser nexweşî û dermanên wan e. Mela tê de qala nexweşiyan dike û dermanê her nexweşiyê û çêkirina der-manên jî dibêje. Min bi xwe kitêb ne dîtiye, ez bi salûxdanê dibêjim. Dîsan rawiyan gote min ko Melayê Erwasî di wextê Evdil-Xanê bavê Bedir-Xan de rabûye. Li gora vê û bi texmîn Mela beriya niho bi 150 salî emir kiriye. Ji kitêba wî re »Tiba Melayê Erwasê« dibêjin.