Êzidiyên li #Şingal#ê, berê xwe didan ber tavê û rîtuelên baweriya xwe bi vî awayî pêk dianîn lê di 3ê Tebaxa 2014an de roj li wan bû tarî û di vê êşa tarî ya kûr de li benda mizginiya dîtina wendayên xwe ne ku vegerin ROJA xwe.
Di ser komkujiya Şingalê re 8 sal derbas bûn, tevî evqas zeman û salan êşa wê ya li ser #Kurdên Êzidî# hêj derbas nebûye. Di mezintirîn komkujiya sedsala 21an de jin, zarok, pîr û kal tê da bi hezaran Êzidî hatin kuştin. Destdirêjî li jin û zarokên Êzidî hatin kirin. Di salên dawîn de li deverên cuda, gelek gorên bi kom ên Êzidiyan hatin dîtin. Çarenivîsa gelek Êzidiyan jî ku ji hêla DAIŞê ve hatin dîlgirtin, nayê zanîn ka sax in yan mirî ne? Ji ber evqas êşên mezin û 74 caran fermanên li wan hatine rakirin, Êzidiyan xwe wiha didin pênasekirin: “Em, şaxa şikestî ya dara mirovahiyê ne.”
Bi Hezaran Êzidî Didin Ber Guleyan
DAIŞ, (bi navê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê jî tê zanîn) bi armanca belavkirina fîkra Cîhadîst/Îslamîst di 8ê Hezîrana sala 2014an de dikeve bajarê Mûsilê ya ser bi parêzgaha Neynowa ya Iraqê. Piştî vê rûdanê, navçeya Şingalê ya ser bi Mûsilê ku giştiyê niştecîhên wê Kurdên Êzidî ne, dikeve bin metirsiya êrîşa DAIŞê. Civaka Êzidî ku xwediyê bîr û baweriyeke cuda ne, ji ber ferzkirina fîkra cîhadîst a DAIŞê, zêdetir metirsîdar dibin. Ji ber metirsiya êrîşa DAIŞê, li Şingalê nêzîkî 400 hezar Êzidî, warê xwe diterikînin û dest bi koçê dikin. Bi sedan Êzidî jî ji bo ku nekevin destê DAIŞê dema ber bi çiyayan ve bi rê dikevin ji ber birçîtî, nexweşî û tîbûnê jiyana xwe ji dest didin.
4 Gundên Êzidî Bi Soza Kirîvên Xwe Dixapin
Êzidiyên li van 4 gundên di jêr da hatiye nivîsîn dimînin jî bi soza kirîvên! xwe dixapin û koçî cîhekê nakin. Lê mixabin komkujiyên herî mezin li van gundan pêk tên. Şêx Ahmed Caso yê Êzidî ku gundên Koço, Xatimi, Şehwani, Azimi û Gundê Til Kesaba Kevn girêdayî wî ne, beriya DAIŞ bikeve Şingalê li gel Ebu Hamza yê berpirsekî DAIŞê (Erebekî Mûsilî ye) ku beriya bibe endamê rêxistinê dostekî wî yê berê ye diaxive. Ebu Hamza, ji Şêx re soz dide ku “Ti Êzidî dê nekujin, milk û canê wan dê biparêzin.” Li ser vê soza dostê berê (kirîv!) Şêx Ahmed xeber dişîne van 4 gundan da ku kes koçî cîhekî neke. Lê piştî ku çekdarên DAIŞê bi ser gundan da diavêjin, bang li gundiyan dikin ku çi tiştên bi qîmet (zêr, têlefon, kompîtir, pere) di destê wan de hebin, bînin bidin wan û ser de Misilmantiyê jî qebûl bikin. Lê gundiyên Êzidî ev daxwaz qebûl nakin.
Çekdarên DAIŞî, Şêx Ehmed jî tê da, mêr û jinên pîr li deverekê dûrî gund didin ber guleyan û hemûyan dikujin. Cinazeyên wan, kom bi kom diveşêrin.
Di Sedsala 21an De Mirovan Difroşin
Bi hezaran jin û zarok jî bi otobêsan ber bi Telafer û bajarên cuda ve tên şandin. Gelek jin û zarokên Êzidî, bi destê DAIŞê ve li bazarên Raqqa, Telafer, Felûce, Mûsilê tên firotin! Bazirganiya xulaman an go firotina mirovan di sedsala 15an de dest pê kiribû, di sedsala 19an de bi dawî bibû. Lê belê di sala 2014an de ji hêla DAIŞê ve careke din ev rûreşiya mirovahiyê tê kirin.
Hejmara Êzidiyên ji hêla DAIŞê ve hatine dîlgirtin, derûdora 7 hezar kes tên destnîşankirin. Nîvê wan yan bi navbeynkariya saziyên navdewletî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên xelaskirin yan jî bi derfeta xwe ji destê DAIŞê direvin. Piraniya wan jin û zarok, çarenivîsa bi qasî 3 hezar Êzidî hêj nayê zanîn. Ji xeynî kuştina mirovan DAIŞiyên hov êrîşî cîh û mekanên olî jî dikin. Herî kêm 65 mabed, îbadetxane tên talankirin û xerakirin.
Êzidiyên li Şingalê, berê xwe didan tavê û rîtuelên baweriya xwe bi vî awayî pêk dianîn lê di 3ê Tebaxa 2014an de roj li wan bû tarî û di vê êşa tarî ya kûr de li benda mizginiya dîtina wendayên xwe ne ku vegerin ROJA xwe.
74 Caran Fermana Êzidiyan Hat Rakirin
Komkujiya li ser Kurdên Êzidî cara ewil di sala 906an de bi fermana Parêzgarê Mûsilê Hamadanî pêk tê. Wê çaxê hezar malbatên Êzidî, ji ber ku Misilmantiyê qebûl nakin tên qetilkirin. Ev trajediya yekem a li ser Êzidiyan heta 2014an 74 caran dubare bû. Loma komkujiya dawî ya DAIŞê li Şingalê pêk anî, ji hêla Êzidiyan ve wek Fermana 74an tê binavkirin.
Netewên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û 10 welatên cîhanê yên wek Amerîka, Belçîka, Kanada, Hollanda û Almanya tawanên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan, wek jenosîd nas kirine. Parlamentoya Herêma Kurdistanê di sala 2019an de roja 3ê Tebaxê wek “Roja Jenosîda Êzidiyan” pejirand. Li Tirkiyeyê Parlamenterê HDP yê Êzidî Feleknas Uca, bi mebesta komkujiya li Şingalê ya ji hêla DAIŞê ve hate kirin wek ‘Jenosîd’ were naskirin, projeyasayekê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir lê heta niha ev daxwaz nehatiye pejirandin.[1]