Hejmara 7an ya kovara The Hall #Kurd#iyê ku li #London#ê tê amadekirin derket. Di berga kovara Tîrmehê de hûnermendê Kurd ê gewre #Şivan Perwer# heye. Her du stranbêjên navdar ên Kurd, Şivan Perwer û Ciwan Haco li Londonê konser dan. Kovara The Hall Kurdîyê jî bi wan re hevpeyvînên kurt kirin û di nûçeyên konseran de jî cî dane hestên kesên ku cara yekem hatine dîtin û guhdariya wan.
Helbestvan û lêkolîner Necat Zivingî bi gotara “Kitêba Muqedes” pirtûkên pîroz analîz kirine. Di kovarê de behsa dengbêja Rojhilatî Îran Xanima Mucered jî tê kirin. Nivîskar û lêkolîner Zeynelabîdîn Zinar li ser girîngiya berhemên folklorî ji bo The Hall Kurdiyê nivîsiye.
Dîsa di vê hejmarê de Rewşa xirab ya weşangeriya Kurdî ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiye vegotin. Sînema, teknolojî, zanist û Dîrok mijarên din yên vê jimarê ne.
Ekovara The Hall Kurdîyê ji malperên “thehallkurdi.com” û “epirtuk.com”ê dikarin wek pdf daxin û bixwînin.
[1]