Mela ‘Eliyê Baqustanî, di sala 1917’an de li gundê Tizyan (bi Tirkî Elmabahçe) a li ser Stewra Mêrdînê hatiye dinyayê. Malbata wi bi ‘eslê xwe ji Zivinga Hecî ‘Elya
ye, ku niha ev gund bi navçeya Sêrtê, Dihê/Erûhê ve girêdayî ye. Navê bavê wî Mihemed û navê diya wî ‘Edlê ye. Bavê wî Mela Mihemed, melayê Tizyan bû. Mela Mihemed, ji xeynî Tizyan li Baqustanê û li ‘Ewîna jî melatî kiriye. Mela Mihemed
dema ku li ‘Ewîna melatî dikir çûye hecê, li wir wefat kiriye û li Texma Wadî Fatma hatiye definkirin. Piştî wefata bavê wî, malbat ji gundê ‘Ewîna dîsa vegeriyaye
Tizyan.
Mela ‘Elî, di destpêkê de li ba bavê xwe dixwîne. Paşê diçe ‘Ewîna li ba Mela ‘Evdil’ezîz dixwîne. Paşê diçe gundê Qerepêçê ku niha bi navçeya Bismilê ve girêdayiye, li ba Mela ‘Evdilwehabê Xirbê Hecî xwendina xwe didomîne. Piştî ku xwendina xwe xilas dike ji sê kesan îcazeyên ‘ilmî distîne: Şex Seydayê Cizîrî, Şêx Seyfeddînê Hamidî û Şêx ‘Arifê Hamidî. Herweha ji Şêx Seydayê Cizîrî îcazeyeke tesewwufî jî distîne.
Ji ber ku seydayê wî Mela ‘Evdilwehab ji gundê xwe Xirbê Hecî bar dike Mela ‘Elî jî di şûna wî de dest bi melatiyê dike. Paşê tê Baqustan û melatiyê wir dike.
Piştî ku di salên nodî de gund tê şewitandin, Seyda ji Baqustan bar dike û li Amedê bi cî dibe. Nêzîkî wefata xwe, dîsa diçe gundê xwe û li wir wefat dike (2002). Tirba wî jî li Baqustanê ye.
Mela ‘Elî kesayetekî berhemdar e. Sê berhemên wî yên Kurdî û het berhemên wî yên ‘Erebî hene. Heta niha tu berhemên wî nehatine çapkirin û hemû jî destxet
in.
Helbestên Mela ‘Elî bi her awayî klasîk in. Jixwe tevaya alimên ku di medreseyên Kurdistanê de gihîştine, dema ku dest bi nivîsandina ş’irê kirine şêweya
klasîk bi kar anîne. Lewra nûjenî li gorî terza gihandina wan nebû û ji helbesta nûjen zêde ne haydar bûn. Dîrok, destan, qewl, herb, ferheng, jînenîgarî û gelek
mijarên rojane bi rêbaza helbesta klasîk dihatin hûnandin. Mela ‘Elî jî yek ji van şaîr û edîban e ku bi çend aliyên xwe ve hêjayî lêkolînê ye. Sisê ‘Erebî, bîst û sisê Kurdî bi tevahî bîst û şeş helbestên Mela ‘Elî li ber destê me ne. Temamê helbestan, ji aliyê me ve hatine latînîze kirin.
Helbestên Mela ‘Elî, ji mersiye, texmîs, naat û hîn gelek cûre û mijarên din pêk tên. Weke gelek şa’irên kurd ew jî di bin bandora Melayê Cizîrî de maye. [1]