Ji bo zimanek li pêş bikeve û zindî bimîne, gereke ew ziman bibe pêdiviyeke jiyanî û di jiyana rojane de were bikar anîn.
Bi dehê salan #zimanê kurdî# ji hêla rêjîmên desthiladar li Sûriyê hatibû qedexekirin, û bi rengekî bîrdozî şerê wî dihate kirin, lewra rewşa vî zimanî di nav gel de pir lawaz bûbû.
Pitî damezirandina rêveberiya xweser li #Rojavayê Kurdistanê# hin biryarên giring di warê zimanê kurdî de hatin standin. Yek ji wan ku cara yekem perwerde û hînkirina bi zimanê kurdî li dibistanan û ji bo hemû qonaxên xwendinê hate destpêkirin. Her weha biryara nivîsandina armeyên li ser dikan û firoşgehan bi sê zimanan (erebî-kurdî- suryanî) jî hate derxistin.
Dema ev biryar hate derxistin, alavên cihbicihkirina wê nehatin diyarkirin, lewra her xwediyê dikanekê yan firoşgeheke ji ber xwe ve armaya xwe nivîsand, û hinan ji wan jî xwe spartin kesên ku bi zimanê kurdî zanin. Vê yekê şêlûbêliyek di ziman de peyda kir û ji dêvla ku bibe diyardeyeke şaristanî, ew bû bargiraniyek li ser ziman û dîmeneke nexweşik ji çavan re.
Hin têbînî li ser zimanê armeyan :
-90% ji xwediyên dikan û firoşgehan pabendî bi vê biryarê nekirine û armaeyên wan tenê bi zimanê erebî ne.
-Gelek şaşiyên nivîskî û rêzimanî di wan de hene.
-Têgînên ku têne bikar anîn di heman cureyê firoşgeh û dikanan de cuda û newekhev in.
-Di armayan de girîngîyê didin zimanê erebî , carcaran nivîsa bi zimanê kurdî nayê xuyakirin.
Netenê di armeyên dikan û firoşgehan de, ev şêlûbêlî tê dîtin, lêbelê di armeyê saziyên rêvebiriyê de jî ev tê dîtin.
Îro roj nifşek bi zimanê kurdî tê perwerdekirin, lewra ji mafê wan e ku ev arme bi zimanekî zelal û xuya werin nivîsandin.
Divê rêveberiya xweser li ser vê diyardeyê raweste û van şaşiyan sererast bike, ev yek ji awayên parastina ziman e.[1]