Tomargeha mûzîkê ku ji aliyê hunermendê nemir #Mihemed Şêxo# ve hatibû vekirin lê rejîma Baas girtibû, piştî salên dirêj ji nûve hat vekirin.
Hunermend Mihemed Şêxo ku di civaka kurdan de gelek tê heskirin û bi stranên xwe cihek taybet girtiye, di sala 1987’ an de li bajarê #Qamişlo# tomargehek mûzîkê vekir. Tomargeha li taxa Xerbî bi navê ‘Felek’ ango bi navê keça Mihemed Şêxo hatibû vekirin. Hunermendê navdar di tomargehê de hem stranên xwe qeyd dikirin û hem jî kasetên hunermend û komên cuda yên Kurd û Ereb difortin. Di wan salan de tevgera azadiya Kurd weke parçeyên din ên Kurdistanê, li Rojava jî deng veda û girseyî bû. Girêdayî wê mûzîka Kurdî ya şoreşgerî bi stranên komên Kurd li Rojava belav bibû. Lewra li tomargeha Felek jî bi taybet kasetên Koma Berxwedan dihatin belavkirin.
Lê piştî demek kurt rejîma Baas tomargeh girt, hemû amûr desteser kirin û Mihemed Şêxo û Beha Şêxo xistin zîndanê. Piştî demek di girtîgehê de hatin berdan.
Birayê Mihemd Şêxo yê bi navê Beha Şêxo dest nîşan kir ku li bajarê Qamişlo gelek tomargeh hebûn, lê rejîma Sûriyê tenê ew hedef girtin û got: “Di Newroza 1987’ an de welatiyan kasetên Koma Berxwedan xwestin. Me jî belav kirin, lê ciwanek ku li Hesekê kaset belav dikir hate girtin. Piştî wê jî hêzên rejîmê bi ser dukana me de girtin. Piştre ez û birayê xwe Mihemed Şêxo hatin girtin û hemû kasêtên me dest danîn ser, muma sor li ser tomargeha me xist.”
Tomargeha ku piştî wefata Mihemed Şêxo jî demek dirêj girtî ma, di sala 1992’yan de aliyê Beha Şêxo ve ji nûve hate vekirin. Vê carê li tomargehê stran û deng nedihatin qeydkirin, lê kasetên Mihemed Şêxo û hunermendên Kurd û Ereb dihatin firotin.
Rejîma Baas ku xwe li nasname û çanda Kurdî radigirt û bi taybetî hêrsa wî ya li hember Mihemed Şêxo hebû carek din tomargeh kir hedef û piştî sê mehan, ango di heman salê de girt.
Beha Şêxo ku ew bi xwe jî di şahî û dawetan de stranan dibêje têkildarî wan rojan û nêzîkatiyên rejîmê ev agahî dan: “Piştî ku Mihemed Şêxo jiyana xwe ji dest da, gelê Kurd pir xemgîn bû. Tomargeh hatibû girtin, lewma gel dixwest û dengê Mihemd Şêxo bibihîsin. Min jî ji bo vekirina dukanê xebat da meşandin. Di encama hewldan û serlêdanan de me karibû kaset û amûrên xwe ji rejîmê paşve bigrin. Di sala 1992’yan de, yanî piştî 5 salan tomargeh hat vekirin. Min rêya Mihemed Şêxo berdewam kir, lewma hêzên rejîm pir caran zilm li min kir û gelek caran ez girtim. Herî dawî karê min rawistandin û dukan girtin.”
Tomargeh piştî girtina duyemîn heta sala 2005’an ji ber zextên rejîmê nehat vekirin. Beha Şêxo jî ji ber pêkutiyan neçar ma ku derkeve derveyî welat û heta pêvajoya Şoreşa Rojava nekarî vegere. Di vê navberê de, tomargeh ji aliyê zarokên Mihemed Şêxo ve sala 2005’an de carek din hat vekirin, lê piştî demek kurt carek din ji aliyê rejîmê ve hat girtin.
Piştî destpêkirin û pêşketina Şoreşa Rojava, Beha Şêxo biryara vegera welat da û sala 2016’an carek din li warê xwe bi cih bû. Beha Şêxo li gel vegerê li aliyekê karê mûzîkê berdewam kir, li aliyê din heman salê tomargeha Felek carek din vekir. Tomargeha ku di dema nexweşiya korona de nêzî du sala girtî ma, di sala 2022’ yan de carek din hat vekirin.
Di tomargehê de kasetên Mihemed Şêxo û hunermendên Kurd û Ereb weke bîranînekê hatine bicihkirin. Her wiha amûrên mûzîkê yên weke tembûr û cumbûş tên firotin.
Beha Şêxo di dawiyê de hestên xwe yên girêdayî nirxên welat wiha anîn ziman: “16 salan li Ewropa bûm, lê xewn û xelayên min tunebûn, min xewn di welatê xwe de didît. Axa me bi xwîna şehîdan hatiye avdan, em dikarin bi aramî tê de bijîn. Ji tomargeha Felek jî bêhna Mihemed Şêxo tê, ji ber vê yekê ez nikarim dest jê berdim û gel jî bi vê navendê hatiye girêdan.”[1]
ANHA