Ev pirtûka Çîrokên Hêviyê ya Ehmed Zeredeşt ku bi zimanê erebî nivîsandiye, ji me re qala jîname, çîrok û bîranînên şervanên kurd û ereb dike. Ew şervanên ku bûne şahidên şer û di ber riya şoreşê de parçeyek ji canê xwe dane û birîndar bûne.
Ev berhem bi gelek hêlên xwe ve ji bo wêjeya şoreşê berhemeke nirxdar e, gelek çîrokên wan ji devê wan hatiye girtin û bi awayekî realîst û wêjeyî li ser rûpelan hatiye hûnandin. Lewma mirov dikare vê berhemê mîna belgekirinê ji bo gencîneya xwîner, nivîskar û sînarorîstan bihesibîne, çiku nivîskar ev berhem mîna ku ji devê şervanan bihîstiye wiha jî li ser rûpelan bi şêwazeke wêjeyî nivîsandiye.
(Çîrokên hêviyê) ne çîrokên dapîr û bapîran in ku ji neviyên xwe re dibêjin da ku şevên zivistanan derbas bikin, ne jî nivîskarekî bûyerên wan di aşopa xwe de li hev ristiye, ew cîrokine rastînî ne, nivîskar ji devê kesine ku di jiyanê de dijîn girtiye, ew kesên ku bûne lehengên wan çîrokan û bi sîngekî fereh bûyeran rêz dikin. Di her çîrokekê de lehengek heye ew leheng li ser jiyana xwe deng dike ku çawa dikeve nav refên şoreşê û bi şervanan re tevlî şer dibe paşê di şer de birindar dibe ango leheng parçek ji jiyana xwe ya herî pewist ku bûye pareke hêja ji serpêhatiyên wî rave dike. Leheng bi xwe li ser xwe deng dike, weke ku kamîra wî di destê wî de ye li ser rewşa xwe digerine bê ku xuya bike ku poşman e yan şaş bûye ku ev rê ji xwe re hilbijartiye, ew hêvidar dimîne ku careke din di şer de be da ku kar û xebata xwe ranewestîne, bê guman ew nêrîn ji baweriyeke bilind û vîneke bi hêz hatiye, ev ne nêrina lehengekî yan du lehengan e ev nêrina hemû lehengan e, di çîrokan tev de xuya dibe. Mirov dema van çîrokan dixwîne hindek ji jiyana şoresgeran jî nas dike ku çawa ew jiyan bi xweşî derbas dibe wek nimûne: heskirina şoreşgeran ji hev re, dilgermiya wan bi ser hev de, tirsa wan li ser hev ku yek ji wan naxwaze çi ziyan bi hevalekî xwe were. Ew kesên bûne lehengên van çirokan ne tenê lehengên çîrokan in, lê ew di jiyana xwe ya rastînî de jî leheng in, ji ber ku wan bi rastî şer li hember dijminekî bi hêz û zordar kiriye, ew dijminê ku bi hovîtiya xwe şerî çi tiştê çeleng dike, şerî aştiyê, şerî gelan, her wiha şerî mirovatiye dike hîcar tevî vê hovîtiya bê sînor hêzek li hember wî bê tirs şer dike, helbet ew hêz ji kesên ku derbasî şoreşê dibin û dibin şervanên cenga li hemer wê hovîtiyê, û gelekan ji wan xwîna xwe da ne, da ku devera xwe, gelê xwe her wiha mirovatiyê tev de ji wî dijminî biparêzin, hinek ji wan jî birindar dibin ku çavekî yan destekî yan lingekî ango parçek ji canê xwe derdidin, lê di ser vî tiştî re ew kesên birîdar hêviya xwe ji jiyanê nabirin û ji armanca xwe dankevin wek ku me çawa di pirtûka (çîrokên hêviye) de li ser kesine ji wan xwend. Lê pirsek xwe dide pêş, wek: ka rola nivîskar? bi rastî dema em van çirokan dixwînin em dibînin ku asta zimên pir bilind e mirov bi dilgermî çirokan dixwîne naxwaze xwendinê rawestîne ta çirok bi dawî dibe, zimanê çîrokan ji zimaneki devkî bûye zimaneki wêjeyîn û bûyer bi rengekî wêjeyîn hatine sazkirin, hevok li dû hev rez dibin her hevokek ya din dikşîne bê ku giraniya wan li ser xwendevên hebe. Zimanê çîrokan zimanekî zelal e, nerm e, naskiri ye, dewlemend e bi peyvan, bi zanebûn hevok hatine danîn. Bi rastî nivîskar xwe westa kiriye da beşekî ji jiyana civakê di demekê de li deverekê ji Sûrya di nav rûpelên dîrokê de binivisîne. [1]
Reşîd Ebas