Weşanxaneya ʹʹNefertîtîʹʹ bi gelek pirtûkên bi mijarên kurdî û nirxandinên rêber #Abdullah Ocalan# beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navnteweyî ya li bajarê Binxazî yê Lîbyayê bû. Rêveberê weşanxeyê diyar kir ku pirtûkên rêber Abdullah Ocalan bala xwîneran kişandin.
Piştî qutbûna bi salan, îsal yekemîn car li bajarê Binxazî yê Lîbyayê Pêşangeha Pirtûkan a Naveteweyî hat vekirin. Ji 13 dewletên erebî û biyanî zêdetirî 200 weşxaxene û pirtûkxane beşdarî pêşangehê bûn.
Pêşangeh ji 15 heta 23’ê Cotmehê deriyê xwe ji xwîneran re vekir. Weşanxaneya Nefertîtî ya Lêkolîn û Wergerê ya Kurdî beşdar bû, ku ew jî wek weşanxaneya kurdî ya yekemîn e ya ku #pirtûkên kurdî# yên rewşenbîr û lêkolerên Kurd diweşîne.
Weşxanxaneya Nefertîtî ya bi pirtûkên xwe cûda yên li ser doza Kurdî beşdarî bibe bala serlêdanan û kesên ku elaqeyê didin rewşa Kurdan, kişand.
ʹXWENDIN GIRÎNGTIRÎN RÊYÊN HÊZÊM NERM ÊN JI BO DANÛSTANDINÊ YEʹ
Damezirîner û rêveberê Weşanxaneya Nefertîtî Seyid Ebdulfetah li ser beşdariya weşanxaneyê di pêşangehê de û hejmara pirtûkên ku hatin pêşandan û mijarên wan pirtûkan, ji ajansa me re axivî.
Ebdulfetah wiha axivî: “Ji armancên herî girîng ên damezirandina Weşanxaneya Nefertîtî ew e ku xwînerê misrî û erebî fikr, wêje, çand û dîroka Kurdî nas bikin, ji ber ku pirtûk û çand ji rêyên herî girîng ên danûstandina bi gelên din re ne. Em jî li ser vê esasê hewl didin li her derê berê xwe bidin xwînerê erebî. Ev yek bi gelek rêbazan pêk tê, pêşî beşdariya weşanxaneyê di pêşangehên pirtûkan ên erebî de. Îsal em beşdar Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya li Qahîreyê bûn û sala bê jî em beşdar bibin. Îro jî em di pêşangeha navneteweyî ya Benxazî de beşdar bûn da ku em xwe bigihînin xwînerên lîbyayî bi taybetî. Ev pêşangeh piştî rawestîna gelek salan vegeriya. Em hewl didin bi rêya vê derfetê çandên din nexasim çanda kurdî bi rewşenbîrên lîbyayî re bidin nasîn.”
Weşanxaneya Nefertîtî bi 70 sernavan beşdarî pêşangehê bû, ku pirtûk bi giştî li ser hemû aliyên jiyanê yên fikrî, çandî, afirînerî û doza Kurdî ne.
Ebdulfetah wiha zêde kir: “Ji bilî çapkirin û belavkirina pirtûkên kurdî yên nivîskarên Kurd û yên li ser doza kurdî jî, Weşanxaneya Nefertîtî çapên misirî yên kovarên Rojhilata Navîn a Demokratîk û Şermola yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên derxistin, çap dike. Kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk kovareke siyasî û fikrî ye. Ji 7 salan ve em vê kovarê bi rêya Navenda Qahîreyê ya Lêkolînên Kurdî li Misirê çap dikin û ya duyemîn jî an ku Şermola konvareke çandî ye ku bi zimanên erebî û kurdî tê weşandin û heta niha me çapeke sembolîk ji her 15 hejmarên wê re çap kirine.”
Ebdulfetah diyar kir ku armanca wan ew e ku em fikr, çand û afirîneriya kurdî bi qada çandî ya misrî û erebî bidin nasîn û hewl bidin têkiliyan bi rewşenbîr û gelên Ereb re ava bikin.
NEFERTÎTÎʹʹ BALA REWŞENBÎRÊN LÎBYAYÎ KIŞAND
Rûpela weşanxaneya Nefertîtî ya Facebookê wêneyên serlêderên wan belav kirin. Ji wan wêjevanê lîbyayî Xalid Xemîs El Sehatî bû, ku berhenên weşanxaneyê pir bala wî kişandin. Her wiha bi hebûna kovara Şermola di pêşangehê de kêfxweş bû. El Sehatî nivîsên xwe yên wejeyî di vî kovarê de parve dike û hêvî kir di demeke nêzî de li Lîbyayê berdest bibe.
Kovara Şermola di 24’ê Îlona 2018’an de hat damezirandin, kovareke wêjeyî û çandî ye. Kovar bi zimanên kurdî û erebî weşangeriyê dike û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê belavkirin. Kovarê navê wê jî ji girê dîrokî yê Şermola yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtiye.
Rêveberê weşanxaneyê der barê tevgera serlêderan de got: “Wek ku çawa Weşanxaneya Nefertîtî ji roja yekemîn a damezirandinê ve bala rewşenbîr, ronakbîr û lêkolînerên misirî kişand, di Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya li Bingazî de jî bi elaqeyeke mezin hat nîşandan. Aliyên lîbyayî serlêdan kir û berhemên me nas kirin.
Ebdulfetah diyar kir ku armanca wan e ku çand û wêje û pirsgirêka Kurdan bidin nasandin û wiha domand: “Di van serlêdanan de me xwest em, der barê gelê Kurd, dîrok, doz û mafên wî diyalogê bi serlêdanên pêşangehê re pêk bînin. Di vê çarçoveyê de me hinek pêşketin bi dest xist ku ew kes bi awayekî erênî bi me re çalak bûn û hişmendiya şaş a li ser gelê Kurd guherandin, ev armanc ji qezenckirina pereyan bi pirî girîngtir e, ji ber ku armanca me belavkirina çand û fikrê kurdî ye, ne pere ye. Me pirtûkên xwe diyarî gelek mêvan û serlêderên xwe û pirtûkxaneyên zanîngehî yên lîbyayî kirin.ʹʹ
RÊBAZA NÊZÎKKIRINA GELAN Û ROLA BERHEMÊN OCALAN DI VÊ YEKÊ DE
Ebdulfetah da zanîn ku beşdariya wan di pêşangeha li Benxazî de, destpêka nasandina çanda kurdî bi civaka lîbyayî ye û got: “Em hewl didin li hemû çalakî û pêşangehên pirtûkan ên lîbyayî hebin û bi saziyên çandî û fikrî yên lîbyayî re têkiliyan ava bikin.”
Ebdulfetah li ser girîngiya diyaloga kurdî-erebî û rola berhemên rêber Abdullah Ocalan di pevguhestina çandên gelan de wiha axivî: “Em dibînin ku diyaloga kurdî-erebî gelekî girîng e. Divê herdu alî ji bo pêşxistin û domandina vê diyalogê bixebitin û bi rêya hevdîtin, konferans û çalakiyên ne tenê siyasî, heman demê çandî, fikirî û hunerî wek pêşangehên pirtûkan xwe ji hevdu nêzîk bikin. Ev çalakî heta asteke mezin dikarin gelên ku sîsteman wan dûrî hev kiribûn, nêzî hev bin. Em di wê baweriyê de ne ku tezên rêberê Kurd, ronakbîrê mirovî Abdullah Ocalan ê ku banga belavkirina nirxên mirovî yên bilind, pêşxistina jiyana hevbeş û tevkariya di navbera gelan de dike, destekê dide vê vê armancê û pêş dixîne. Me di diyalogên xwe yên bi serlêderan re bal kişand ser fikrên Ocalan ku elaqeyekek nîşanî wê dan.ʹʹ
Di dawiya axaftina xwe de, Seyid Ebdulfetah wiha axivî: “Ev çalakî û pirtûk di guhertina rewşa çandî û civakî ya herêmê de rolekê dilîze û di encamê de şoreşeke zanistê bi xwe re tîne. Dibe ku ev be navaroka teoreya Ocalan be.[1]
(mh)
ANHA