Ji bo rûniştandina fikrê hevjiyana azad, Kongra Star yekemîn akademiya perwerdekirina jin û mêran li ser asta Kantona #Hesekê# vekir.
Îro, Kongra Star yekemîn akademiya fikrî (îdeolojî) ya hevbeş a jin û mêran, li avahiya Kongra Star a Kantona Hesekê vekir.
Ev akademî ya yekemîn e ku Kongra Star ji bo perwerdekirina jin û mêran vedike, ji ber ku akademiyên kongrayê tenê ji bo perwerdekirina jinan in.
Akademî bi navê şehîd Perwîn Derwîş e, ku ew yekemîn şehîda Tevgera Azadiya Kurdistanê ji Hesekê ye û di 1997’an de li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.
Di merasîmê de endamên meclis, saziyên sivîl û leşkerî û malbata şehîd Perwîn beşdar bûn.
Di destpêka merasîmê de, xwişka şehîd Perwîn, Leyla Derwîş bi navê malbata xwe wiha axivî: “Her gaveke serkeftî ku em diavêjin bi saya fedakariya şehîdan e, yek ji wan jî şehîd Perwîn e ku yekemîn şehîda Tevgera Azadiya Kurdistanê ji Hesekê ye.”
Leyla behsa şehîd Perwîn kir û got: “Şehîd Perwîn ji malbateke welatparêz e ku di 1997’an de tev li têkoşîna çekdarî bû û heta şehîdbûna xwe di wê rêyê de tê koşiya.”
Her wiha, endama rêveber a Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Kantona Hesekê Azar Xelîl axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta bidesxistina serkeftinê ji tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, da û berxwedana bêhempa ya gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî planên dijmin silav kir.
Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.
Tê zanîn ku Kongra Star, akademiyan wek qadên perwerdekirin û fêrkirina jinan û civakê û bingeha belavkirina fikrê hevjiyana azad, dibîne.[1]
ANHA