#Zimanê Kurdî# yek ji zimanên Rojhelata Navîn e. Di nav rêza malbata zimanên Hîndî-Awrupayî da şaxekî ji gruba zimanê bakurê rojavaya Aryanî yanî Îranî ye. Wekî zimanên din, zimanê Kurdî jî bi lehce û şêweyê xwe yên cûda, dîrokîbûn û qedîmîya xwe nîşan dide.
Eger em Kurdî wek malbatek qebûl bikin Kurmancî, #Kirdî#/#Dimilî#/#Zazakî# û Soranî(kurmancîya xwarê-xwarû) jî endamê vê malbatê ne. Belam heta ku Kurdî nebe zimanek fermî yê navendî, di derbarê lehce û şêweyan da dê gelek gengeşî çêbin.
Îro nêzîkê çil mîlyon însan bi vî zimanî diaxivin. Kurdî di nav sînorên dewleta Tirkîye, Îran, Iraq, Surye, Lubnan, hinek komaraên Sowyetîstana kevin û gelek penaberên li welatên rojava da tête axavtin. Zimanê Kurdî, ji dema serdestîya Îngilizan ve tenê li Iraqê wek zimanek fermî hatibû qebûlkirin û bi dîyalekta Soranî (Kurmancîya xwarê) perwerdeyîya bi zimanê Kurdî çêdibû. Li Tirkîye, Îran û Suryeyê zimanê kurdî wek dîyalektek zimanê navendî hatiye qebûlkirin. Bi Kurdî perwerdebûn, nivîsandin û xwendin hatiye qedexekirin û ev qedexekirin û înkarkirin îro jî berdewam e. Nizanim, roj dê çawa bi bêjingê bête girtin!
#Ferheng#, ji bo hînbûn, hînkirin û raberîhevkirina zimanan çavkanîkî bingehî ye. Armanca vî ferhengî bi zimanî Tirkî ra raberîhevkirina lehca Kurmancî û Kirdî/Dimilî ye, da ku di xwendin û hînbûna zimanê Kurdî da ji xwendevanan ra asanî çêbe.
Bihûrîya çêbûna vî ferhengî digîje heta berîya deh salan. Ev ferheng bi rêbaza xebata lêgerîna sehayî(biyavî) hatîye amadekirin û digel wê jî gelek çavkanî cardin hatine çavlêgerandin. Bi tevî vê, di Kurmancî da pêşnîyarên S. Derîhesinî û R. Alan, di Kirdî/Dimilî da yê N. Gûndûz kêmasî û xeletîyên vî ferhengî kêmtir kirîye.
Di vî ferhengî da ji layê felsefî, sîyasî û aborî ve hunê bi gelek peyvên nû ra rûbirû bin. Evan peyvan berhemê lihevhatinek giştî nebin jî, divê wek pêşnîyarek bêtin dîtin û qebûlkirin.
Ez dizanim amadekirina ferhengekê berîkê ne kar û barê merivekî ye, belam rewşa em têda min xistiya bin bar û berpirsyarîyekê wisa. Jiber vê yekê, dixwazim hun lihember kêmasîyên min xweşbîn bin.[1]
Seîd Veroj