Li Herêma Bakurê Sûriyê û #Herêma Kurdistana# Iraqê berê daristanên savanna hebûn ku ji darên bi têra xwe fireh û cureyên cuda yên giyayan pêk dihat.
Vê ekosîstemê ji bo mirov û hemû zindiyan jîngeheke xwezayî, saxlem pêşkêş dikir. Ekosîstema daristanî-çîmenê tevkariyê li sarkirina jîngeha herêmê dike û jîngeh û çavkaniya xwarinê ji hemû niştecihên wê re peyda dike. Di destpêka Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, Sûriye wek çavkaniyeke baş a daristanê dihat dîtin.
Digel vê, dora 60 sal berê, xebat û çalakiyên mirovan dest bi bandoreke mezin li ser herêma bakurê Sûriyê kir. Siyaseta yekçandî hate sepandin. Li gorî vê siyasetê li deverekî tenê cureyek çandiniyê hate kirin. Ji bo çandina genim, ceh û pembû, Bakurê Rojhilatê Sûriyê hate hilbijartin. Her wiha gav bi gav makîneyên çandiniyê hatin herêmê û ev jî bû sedem ku pêvajoya çandiniyê bileztir bibe û her wisa li deverê zeviyên daristanê yek bi yek winda bûn. Her ku cî ji daran re nema û hejmara daran kêm bû, zincîra xwarinê şikest û zirar gihîşt tevahiya ekosîstema herêmê. Piraniya ajalên neteweyî jîngehên xwe winda kirin û û ketin rewşeke pir xeternak.
Berê ji bo kal û pîrên herêmê ku temenê wan li ser 60-70 salî ne, dîtina heywanên kovî tiştekî gelekî asayî bû. Lêbelê, aniha li wir heywanên kovî pir kêm tê dîtin. Tiştên ku ev kesên extiyar li ser pirrengiya biyolojîk a li herêmê vedibêjin, ji bo nifşên nû wekî çîrokek xeyalî xuya dike.
Bi rabûna qata darê û tunebûna daristanan, ajalan çavkaniya erzaqê û jîngeha xwe winda kirin û ajalên kovî heyirî û bêparastin man. Her wiha zincîra xwarinê jî şikest û nifşên hin heywanên din ên li herêmê winda bûn. Hejmara hin cureyan jî li herêmê zêde bûn. Ji bilî pirsgirêkên çandiniyê yên girêdayî vê nehevsengiya hawirdorê, wek windabûna hin cureyan, li deverê nexweşî derketin û belav bûn.
Ev wêne Paşveçûna ekosîstema hin ajalan piştî rakirina qata darê ji bakurê Sûriyê nîşan dide.
Mînakek ji guherîna zincîra xwarinê li bakurê Sûriyê di navbera 1970-2022an de.
Mînakek ji guherîna zincîra xwarinê li bakurê Sûriyê di navbera 1970-2022an de.
Alektoris, genimê Kurdan, qûmê tacdar, kew, hudhud/dawidê dunikil, têtî, hamsterê Sûrî, jûjîyê tîravêj, baz, başok, ker, berazên kovî, keftar, gur û pezkovî heywanên tîpîk bûn ku li bakurê Sûriyê dijîyan. Wekî ku di wêne 3an de tê nîşandan.
Ajalên hevpar ên ku li bakurê Sûriyê serdest bûn
Ajalên hevpar ên ku li bakurê Sûriyê serdest bûn
Çalakiyên mirovî û ji destdana qata kesk li bakurê Sûriyê bûye sedem ku çûkên koçber ên demsalî rêya xwe biguherînin. Çûk destpê dikin ku ji Sûriyê dûr bikevin. Vê yekê bûye sedema bandorên mezin ên hawîrdorê, nemaze bi pirrengiya biyolojîk û hevsengiya ekosîstemê ve girêdayî ye.
Hemstera Sûrî navê xwe ji Sûriyê girtiye. Rêjeya erdnîgariya wan a xwezayî bi herêmeke biçûk a ziwa ya bakurê Sûriyê û başûrê Tirkiyê ve sînorkirî ye. Hejmara wan li çolê ji ber windabûna jîngehê ji çandiniyê û rakirina bi zanebûn ji hêla mirovan ve kêm dibe. Ji ber vê yekê, hamsterên Sûrî yên kovî niha ji hêla Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê ve wekî xeternak têne hesibandin.
Sembola netewî ya Sûriyê baz e. Di navbera şêniyan de weke teyrê azad tê zanîn. Gel, weke sembola azadiyê bi kar tîne. Lêbelê çalakiya mirovî û zirara li ser jîngeha Sûriyê bû sedem ku ev teyr ket xeterê û dibe ku koç bike.
Kewa ling sorbi #Kurdî# dibêjin “Kew, kev, kewk, kevî û kevkî.” Çûka ling sor hêlînên xwe bi gezgezkan çêdikin, li cihên bilind an jî di nava giyayên dirêj de hêlînên xwe datînin. Ji bo veşartin û parastinê vê yekê tercîh dikin. Ev çûk berê li bakurê Sûriyê dihatin dîtin. Lê ji ber ku herêmê êdî qata xwe ya kesk winda kiriye, ev çûk jî ji jîngeh û hêlînên xwe bûne û îro li herêmê kêm têne dîtin.[1]