Erê, wê êvarê. Min dît!...
Çaxa ku ez nû hatim dunyayê bêyî ku ez bi kurdî bi meha gulanê re bikenim qîqîja hesretiya min ji nermahiya lêvên min diçiriyan. Zilamê gundê ji bîr çûyî bi ser min de dihatin xezebê
Wê dema nedişibiya tu deman ez di nav paçikekî spî de li hevgerandî di destê şêxekî de paldayî bûm, pistepista mele di ber guhên min de dihat xwendin, min qet ne dizanî ka çi dibêje, her giriyên min dihate xezebê.
Ma qey ez birçî bûm, tî bûm?... Tu kesî pê nedizanî . Ew şîrê dayîka min jî ya ku ji xwezaya keskahiya kurdistanê ye li min kirin jahir, tunebû ku ez pêy bixwim, ji ber ku ez roj bi roj di nav aşê desthihadariyê dihatim hêrandin.
Wê kî xwarinekê bide zarokekî wekî min?. Ev bû pênc hezar sale ku destdirêjî li ser xwezaya dayîka min e xwedewed tê kirin.
Min her çiqas jî di zikê dayîka xwe de olan dida, ew jî qîrewîra min di bînava çavên dayîka min de dihat dax kirin.
Dîsa tu kesî haya xwe ji min tunebû. Ji xwe bavê min jî ne li mal bû ku li bextreşiya min were xezebê û bipirse, her li daristanan de karê nêçîrvaniyê dikir.
Ma wê kî li rewşa dayîka min e reben bipirse?!...
Tenê ez û dayê ji zimanê hev fêm dikin.. tenê xweza, çem, kanî ezman û stêrk ji zimanê dayîka min e xwedawend fêm dikin.
Dema ku şevê mala xwe li wargeha me koç dikir, em diketin nav xewnên şevbuhêrkan. Li ber guhên min çîrokên civatan dihat xwendin. Û ez jî mejiyê min bi guhên min re diketin nava galegala zimanê dayîka min ya resen. Lê carinan digot:
-keçê, kuro!. Bila haya we ji zimanê we hebe, heke ku kesine li we rast hatin jêre bêjin ev ji berhemên zimanê dayîka min e. Bila zimanê we neyê pûç kirin, bila hûn bi zimankujan neyên xapandin!....
Çaxa ku ev gotin wekî bilûrvanekî serxweş di ber guhên min de dihat lorandin, em pir ji xwe razî bûn. Ma min çi dizanî ku dê rojekê werin cil û bergên dayîka min jê bişiqitînin û wê li çol û beyarên bêxwedî tazî bihêlin…
Ma min çi dizanî?!!!...
Ma min çi dizanî ku zimanê dayîka min roj bi roj tê kelepçe kirin. Min ji ku dizanî #Zimanê Kurdî# di nav koşeyên tarî de tê beravêtin
Dayê!... ji nişkêve min dît ku zimanê min îroj xwe li bedewiya rehên te digerîne û dibim xwendevanê zimanê te.[1]