Li #Wan#, #Îdîr#, #Agirî# û hin bajarên #Tirkî#yê hejmarek sazîyê sîvîl û Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser kuştina 17 endamên Partîya Karkerên #Kurdistan#ê (PKK), ku tê gotin ku #çekên kîmyayî# hatine kuştin, xwepêşandanek li dar xistin û bertek nîşanî hikûmeta Tirkîyê kirin.
Roja Sêşemê dîmenên şervanên PKK bi rêya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hatibûn parve kirin û Fermandarîya Biryargeha Navenda Parastina Gel (HPG) ya ser bi PKK’ê ve, dîyar kiribû ku di 18’ê Cotmeha de 17 endamên wan di êrîşeke çekên kîmyayî ya Tirkiyê de canên xwe ji dest dane.
Li ser vê bûyerê, li Wanê xwepêşandanek hat lidarxistin û di daxuyanîya hevpar de hat bîrxistin ku Tirkîyê di nava Peymana Cenevrê ya dîjî karanîna çekên kîmyayî de cîh digire û ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) daxwaz kirin ku li ser wê bûyerê vekolînê bike.
Parlamanterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç got ku bi salan e li hember gelê Kurd çêkên kîmyayî tên xebitandin û dema qurbanî Kurd in, hemî sazîyên navnetewî xwe bêdeng dikin.
“Em dixwazin OPCW li wê derê vekolînekê pêk bîne, lê ew sazî dibêje ku heya dewletek ser vê bûyerê serlêdanî wan neke, ew wê mijarê vekolîn nakin. Lê, em wek navê xwe dizanin ku li wê derê çekên kîmyayî tên xebitandin û sazîyên navnetewî jî vê yekê dizanin û çavê xwe li van sucên Tirkîyê digirin.”
Seroka Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci li ser dîmenên birîndarên êrîşa çekên kîmyayî gotibû ku her çîqas kar anîna çekên kîmyayî qedexe bin jî, dîyar e ku di şer de hatiye bikaranîn.
“Eşkere ye yek ji gazên kîmyayî yên jahrîn hatiye bikaranîn ku rasterast êrîşî bedena mirovan dike,” Fîncanci ku pispora bijîşkî ya dadwerî û êşkecê ye, dibêje.
Berdevkê Serokomarê Tirkîyê Îbrahîm Kalin, ser îdiayên Fincanci bi rêya twitterê daxuyanîyek belav kir û îdiayên xebitandina çekên kîmyayî wek kempeyna îftîra” bi nav kir.
“Artêşa Tirkîyê, Emnîyet û Îstixbarata me, her ku oksîjena rêkxistina terorê dibirin, ew serî li kempeynên îftirayên nû didin. Derewên bikaranîna çekên kîmyayî hewildanek vala ya wan kesan e ku dixwazin terorê baş nîşan bidin.”
Lê, Sarisaç dibêje ku ew dizanin ku leşkerên Tirkîyê çekên kîmyayî bi kar anîne û eger gotinên Kalin û karbidestên hikûmetê rast bin, bila destûr bidin sazîyên nevnetewî da ku vê bûyerê ronî bikin.
Ji alîyê din ve Berdevkê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk jî îdiayên xebitandina çekên kîmyayî bi tuned red kir.
“Yên ku hêzên çekdar ên Tirkîyê bi bikaranîna çekên kîmyayî sûcdar dikin, parçeyeke şebekeya îftîrayê ne,” Çelîk got.
Hêjayî balkişaninê ye ku piştî daxuyanîyên karbidestên dewletê, Serdozgerîya Komarî ya Enqerê dijî Seroka TTB Şebnem Korur Fîncanci lêpirsîn da destpê kirin.
Serdozgerî got ku Fîncanci propagandaya rêxistina terorê û heqaret li netewî ya Tirk, dewleta Komara Tirkîyê, sazî û dezgehên dewletê kiriye.[1]