Sîawûş, Zembîlfiroş û Yûsif sê zilamên ne rêzê ne ku neheqîya sê jinên bimêr, dilberdana wan ya nerewa û xweparastina wan ya ber destdirêjiya wan jinan heta roja îro bûne mijara gelek cureyên wêjeyê û hunerê. Çîrokên wan sê zilaman û her sê jinan nemaze di nav wêjeya Rojhilat de gelek berbelav e û bi navên Sîawûş û Sûdabe, Zembîlfiroş û Gulxatûn û Yûsif û Zuleyxayê navdar in. Tiştê ku bala meriv dikişîne û çîroka wan ji rêzê derdixe ew e ku yên sewdaser dibin û pey dilketiyên xwe har û dîn dibin ne mêr in, jin in û jinên bimêr in. Ev mijar çawa bûye behsa wêjeya Rojhilatî helbet di nav wêje û zargotina kurdan de jî cihê xwe girtiye û gelek şêweyan hatiye honandin. Em ê di vê xebatê de hewl bidin behsa van her sê kesan bikin û hevbeşîya wan raxin ber çavan. Ji bo ronîkirina mijarê helbet em ê pala xwe bidin nimûneyn zargotina kurdî.
Destpêk
Di mîtolojî û efsaneyan de dinyayeke sembolîk û îdeal tê şayesandin. Ev dîyarde di çîrok û destanan de jî derdikeve pêş me. Gelek bûyerên rojane dibin mijara van çîrokan, ev bûyer wekî pergaleke fêrbûna dinya, mirov û hebûnê dihatin bikaranîn. Gelek diyardeyên civakî, kesayetî û derûnî bûne mijara van çîrokan wekî sewdaserî, qencî-xirabî, dirûstî(şîrhelalî)-mixenetî, nefspiçûkî-quretî û hwd. Ev diyarde bi kesayetan hatine temsîlkirin. Diyardeya sewdaserî, pakî-qencî, şîrhelalî, nefspiçûkî babeta vê lekolînê ye û bi şexsê sê kesan de em ê binêrin ka ev mijar çawa hatiye honandin.
Sewdaserî seranserê dinyayê mijara gelek çîrokan xemilandiye, em dikarin bêjin ku ev mijar herî zêde di nav çanda rojhilata navîn de derketiye pêş. Hema bêje di hemû çîrokan de yê sewdaser dibe û pey dilketiya xwe dikeve helbet mêr e; carcaran Qeys (Mecnûn) carcaran Ferhat, carcaran Mem û hwd. Ev kesên sewdaser dibin her du jî ezep in. Ew kesan kêmcaran digihîjin mirazê xwe. Lehengên mêr pey dilketiyên xwe, wek Qeys har û dîn dibin û çola dikevin, wek Mem dikevin pey cih û warên xewna şevan û dikevin rê û dirbên çûn û nehatê. Carcaran jî wek Ferhat şert û mercên gelek giran wan tê barkirin ku ne karê mirovan e. Ev motifeke gerdûnîye. Berevajî vê yekê li ser mêran dîn û harbûna jinan herçiqasî diyardeyekî asayî be jî, ji ber şert û mercên civakû û bendewariyên civakî û exlaqî, ne motîfeke ewqasî berbelav e. Ev motîf di nav wêje û zargotina Rojhilata Navîn de, helbet di nav zargotina #Kurd#an de, herî zêde û baş di şexsê Zulêyxa, Sûdabe û Gulxatûnê de hatiye derbirîn. Derbirîneke civakî, exlaqî û derûnî ye û em dikarin bibêjin ku li ser rikberiya rûhanî û nefsaniyê hatiye avakirin. [1]