1- Kovara Bangî Kurd
Ev kovar kovareke edebî bû. Ji pazde roj carekî li bajêrê Bexdayê dehate weşandin. Yekemin hejmara wê di heştê sibata sala 1914a de derket holê. Li gor nêrînên lêkolîneran tenê pênc hejmarê wê
hatîne weşandin. Ev kovar giringî mijarên cûr be cûrê mîna olî, rewşenbîrî , kiştukal û dîrokî dida. Xudanê wê Cemaleddîn Baban bû ku serperiştiya nivîs û dabeşkirdnê jî li hemî ‘İraq û dervey ‘İraqê
dikir. Kesên mîna ‘Umer Nezmî, ‘Elî Kemal Bapîr alîkarê wî bûn.Gotarên wê kovarê ji aliyê gelek nivîskaran ve dihat nvîsandin, zêdetir ji alyê Şukrî Fezlî û Behadîn Şêx Nurî Şêrwanî dihate nivîsandin.
Ev kovar bi qebareya 22,5 bi 15,5 santîmîtir û bi 24 ruperan li çapxaneya El-Adab dihate çapkirin. Di her rûperekî jî bi du situnan bi her du zmanên Turkî û Kurdî bun.[1]