Zeynelabidîn Zinar,
Di Çanda Kurdî de “bav” heye û “bavîtî” heye.
Bav ew kes e ku meriv ji aliyê biyolojî ve jê çêbûye.
Herweha xwedîkirina meriv û ya maka meriv jî, li serê ye.
Lê bavîtî, toreyek e ku di Çanda Kurdî de cih girtiye:
Dema malbateke xwedanê zarûkên hûr bêxwedî dimîne, kesekî nêzê malbatê bavîtî li wan zarûkan dike û çi gundî bin, çi xizm û pismamên wan zarûkan bin, alîkariya diravî, aborî bi wan re dikin û ew kesê ku bavîtî dike serwerî li zarûkan dike heta ku bi firê dikevin.
Helbet serweriya li zarûkan ne tenê ew kesê ku bavîtî dike didomîne. Ji serî ve çend rîspî û melayê gund jî, alîkarî bi wî kesê ku bavîtî dikir re dikirin.
Herweha dema yekî gundî diçû bajarekî, ji wî kesê ku bavîtî dikir dipirsî ka çi pêdiviya zarûkan heye ku ji bajêr bîne.
Ez dîdevanê van gotinên li jorê me û min li gelek gundan jî dîtiye.
Ma gelo, ev haweyê toreyî, tenê li gundên #Kurdistan#ê çêdibû?
Helbet na!
Ew tore, li #bajarên Kurdan# jî dihate domandin.
Lê alîkariya bi wan zarûkên li bajaran re jî, zêdetir dîsa Kurdên gundî dikirin.
Ji ber ku li gundan tiştên xwarinê pir hebû û firotana tiştên mîna hêk, şîr, mast, penîr û hwd çênedibû.
Hêvîdar im ku Kurd dîsa li wan tiştên xwe yên toreyî vegerin û xwedîtî li kesên xwe yên bêkes bikin.
Her şad û bextewer bin…[1]