Ez sala 2009’an li #Erzirom#ê bûm. Nexweşê me hebû. Ji ber vê em di nexweşxaneyê de diman. Rojekî min bi telefona xwe li muzîkê guhdar dikir.
Min nihêrî kalekî temenê wî nêzî şêstî ber bi min ve hat. Got. “Birazî gelo di telefona te de kilamên Şakiro hene?”
Min jî got, “Çawa tune?” û min jê re kilamek vekir, telefon da destê wî. Hinekî guhdarî kir lê dilê wî rihet nebû, telefon kuta ber guhê xwe. Ji bo ku deng baştir bibihîze û hîs bike.
Ez lê dinêrim, ew guhdarî dike. Bi her peyva Şakiro re ew hê zêdetir dilgerm dibe, ger ciwan be dê bifire. Klam xilas bû, ew hat ser xwe, min bi nazikî jê pirsî: “Apo derdê te çi ye?”
Got, “Were rûnê ezê ji te re qala mesleya xwe bikim.”
Mêraqê zêdetir xwe li min pêça. Min guh bel kirin, pêşî ji kûrahiyê ve nefesek girt û dest pê kir:
“Birazî, ez ji Tatosê (Tekman) me. Ez dildarê keçeke gundê me bûm. Me ji hev hez kir. Wextekî ez li Stenbolê bûm keçik dane mêr. Xwedê xirab bike, mîna niha telefon filan jî tune bû. Dilketiya çû lê tu tişt ji destan nehat… Serbarê ser keçik dane cîranê me. Ev dijwartir bû. Piştre ez jî zewicîm lê ew sebava ji dilê min derneket. Ya çawa derketa her roj li ber çavên min bû…
Rojekî jina min û diya min qelax lê dikirin. Kermeyek ji destê jina min kete xwar. Wê jî ji bavê min xwest ku bide wê. Min got wey tu çawa dibêjî bavo rêxe bide min. Min têra dilê xwe jinik kuta. Ez li hincetan digeriyam. Nexwe jina min ji bavê min re pir hurmettar bû, bavê min jî gelekî jê hez dikir. Derdê min tiştekî din bû. Dilketiya min li ber çavê min ketibû min hêrsa xwe ji jina xwe derxist. Tu zanî birazî a niha di vî temenî de jî wexta li ber çavên min dikeve ez dibêjim qey hê jî qîz e û dibe gurmîniya dilê min…”
Heta em li Erziromê man çi gava wî ez didîtim digot “Birazî ka hela ji apê xwe re kilameke Şakiro veke.”
Min jî jê re kilamek vedikir telefon radestî wî dikir. Lê tewra wî ya guhdarkirinê her tim eynî bû…[1]