Nasnav: Rêvan Pîro Dilşad
Nav paşnav: Gulistan Narîn
Cihê jidayikbûnê: #Amed#
Dayik-Bav: Medîne-Emîn
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Hezîrana 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
RÊVAN PÎRO DILŞAD
Hevrêya me Rêvan li Amedê ji dayik bû, ku ev herêma me di dîroka #Kurdistan#ê de her tim bi berxwedana bi rûmet a li dijî dagirkeriyê tê naskirin û bi serhildanên xwe her demê hêz daye têkoşîna azadiyê ya gelê me. Xelkê me yê Amedê ku dewleta Tirk a dagirker bi taybetî êrîşê dibe ser, bi polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê dixwaze ji têkoşînê vegire, ti carî ji sekna xwe ya li aliyê azadiyê tawîz neda. Hevrêya me ev kevneşopiya berxwedanê û êrîşên bêrehm ên dagirkeran ji nêz ve dît, bi vî rengî mezin bû û zû tevlî nava refên têkoşînê bû, polîtîk bû. Ji ber ku ji derdora wê tevlîbûn li nava refên têkoşînê hebû, her wiha ji ber ku li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû, hervêya me Rêvan bi îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo re têkiliyeke xurt danî. Rastiya sîstemê dît ku jinê nahesibîne, îradeya wê dişikîne û dixe xizmeta mêr û ev yek ti carî qebûl nekir. Li hemberî jiyana bêesîl û bênasname ya ku sîstem li ser gelê me, jin û ciwanên Kurd ferz dike, ji boa zadiya gelê me bala xwe da ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku di nava şert û mercên herî giran de li çiyayên Kurdistanê têkoşîneke dîrokî dimeşînin. Hevrêya me tevlî nava karên ciwanan bû, bi vî rengî fikrên Rêber Apo bêhtir ji nêz ve nas kir û asta xwe ya têgihiştin û biryardariyê timî bilind kir. Sala 2014'an li hemberî êrîşên îmha û tunekirinê yên li ser gelê me yê li Rojava û Şengalê, weke her jineke ciwan a Kurd a bi rûmet ti carî bêdengî qebûl nekir, beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, bersiva pêwîst da dagirkeran û cih û eta têkoşînê nîşanî ciwanên Kurd da.
Hevrêya me Rêvan ku perwerdeya xwe ya şervanên nû bi rengekî serketî qedand, bi tecrûbe û danheviya xwe ya îdeolojîk derbasî qada Cîlo bû yek ji deverên herî dijwar ên Zagrosan e û gerîlatiya xwe ya destpêkê li wir kir. Li Zagrosan sê salan gerîlatî kir û veguherî gerîlayeke şareza. Mîna di nava jiyanê de her wiha di nava şer de jî li refên herî pêş cih girt û weke milîtaneke pêşeng a YJA Starê ji xwe re kir esas ku wezîfeyên xwe hemûyan bi rengekî serketî pêk bîne. Li Zagrosan bû fermandar û pratîkeke xurt kir. Piştre jî derbasî herêma Xakurkê bû û têkoşîna xwe ya bi bandor a li dijî dagirkeran dewam kir. Hevrêya me bi hêrsreke bêdawî li hemberî dagirkeran şer kir û pêşengî jig elek çalakiyan re ikr, kir ku derbên giran li dijmin bêne xistin. Tevî ku birîndar bû, bi îradeya xwe ya xurt û daxwaza xwe ya mezin a têkoşînê zû rehet bû, careke din li eniya pêş cih girt û ji bo israr kir ku li refên herî pêş şer bike. Hevrêya me Rêvan herî dawî derbasî herêma Avaşînê bû, li Avaşînê bû parçeyek ji berxwedana dîrokî, bû fermandara YJA Starê ya mînak a şerê me. Hevrêya me Rêvan ku bi îradeya xwe ya xurt, bi dilsoziya xwe ya bi îdeolojiya Rêbertî û hezkirina hevrêtiyê dihate naskirin, li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêya me Rêvan li Qada Berxwedanê ya Werxelê demeke dirêj têkoşiya, weke fermandareke YJA Starê ya ciwan, ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê, bi fedaîtî jiya û şer kir, ji bo hevrêyên xwe bû mînak.[1]