Nasnav: Xwînda Dilbirîn
Nav paşnav: Dîlan Mûhammed Eşref
Cihê jidayikbûnê: #Hesekê#
Dayik-Bav: Cemîle-Mûhammed Eşref
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Hezîrana 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
XWÎNDA DILBIRÎN
Hevrêya me Xwînda li bajarê Hesekê ji dayik bû ku ev herêma me bi dilsoziya xwe ya bi nirxên #Kurdistan#î tê naskirin, xwedî li Şoreşa Azadiyê ya Rojava derket û ji roja destpêkê ve beşdarî nava refên berxwedanê bûye. Ji ber ku ji malbat û derdora wê tevlîbûn li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çêbû, her wiha li nava derdoreke welatparêz mezin bû, hevrêya me şahidî ji zext û zilma rejîma Baas a li xelkê me yê Rojava re kir. Xelkê me yê Rojava ku şopdarê felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ye, bi pêvajoya şoreşê re xwe ji dayina berdêlan venegirt û bi çalak tevlî nava têkoşînê bû, piştî berxwedaneke dîrokî azadiya xwe bi dest xist. Xelkê me yê Rojava polîtîkayên qirêj ên DAÎŞ, El Nûsra û dewletên faşîst ên li pişta wan pûç kir, nîşanî tevahiya cîhanê da ku ti hêz nikare li hemberî îradeya azadiyê bisekine. Hevrêya me Xwînda jî li nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava mezin bû, weke jineke Kurd a ciwan li refên herî pêş cih girt û li dijî çeteyên barbar şer kir. Hevrêya me rastiya ku jina di nava sîstemê de nayê hesibandin kir pêşenga Şoreşa Azadiyê ya Rojava û gelê me azad kir, bi şênberî dît, hêza felsefeya azadiyê ya Rêber Apo dît û bi xurtî pê ve hate girêdan. Di pêvajoya şoreşê de hevrêya me Xwînda li refên herî pêş li dijî dagirkeran şer kir, di heman demê de perwedeya xwe ya Kurdî jî bi rengekî serketî qedand û piştre mamostetiya Kurdî kir. Hevrêya me ji bo paşerojeke azad a zarokên Kurd gihîşt wê baweriyê ku divê pêvajoya şoreşê bênavber dewam bike, lewma dest bi lêgerîna li rê û rêbazên têkoşîneke hîn xurtir kir. Hevrêya me ku partiya me PKK a bi pêşengiya Rêber Apo ji nêz ve nas dikir, dît ku bi têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê gelê me dikare bi temamî azad bibe û sala 2016'an biryar da ku têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê dewam bike, ku rê nade dagirkeran.[1]