Ji bo Rustem serhildana Sohrab ya beramberî text têk bibe, text biparêze û wî bikuje, nezanîn û nasnekirin alîkariya wî dikin, bi vî awayî jî kuştina Sohrab tê meşrûkirin. Bav yan jî desthilatdarî ji bo serhildanên li beramberî xwe hemûyan têk bibin, daîma li sedemekê digerin da ku serhildanê têk bibin.
Rengê jiyan û jiyara civakî ya #Kurd#an bi awayekî pirr xwezayî teşe daye çand û kevneşopiya wan. Bi heman awayî çanda Kurdan jî teşe daye jiyana wan a civakî. Dibe ku bê nîqaşkirin, ka kîjan berî kîjanê tê, lê belê qet ne cihê gumanê ye ku meriv bikare bibêje, her du bêyî hev dibin. #Çand#a devkî ya civakekê, gava ku ji nifşê rabirdûyê bo nifşê dahatûyê tê veguhastin, di xwe de kodên jiyana civakî jî dihewîne. Bi vî awayî jî kodên jiyana civakî yên serdemên dêrîn heta roja me ya îro mane. Ev yek wekî Carl Gustav Jung jî behs dike, amaje bi “binhişiya civakî” dike. Binhişiya takekesî behsa nîşaneyên şexsî yên serveyî/rûbarî dikin, lê di kûrahiya wan da binhişekî kolektif heye û di wê de jî kodên jiyana civakî hene.
#Destana Rustemê Zal# jî nimûneyeke binhişê takekesî û binhişê civakî dihewîne. Gava meriv ji perspektîfeke şexsî ve lê dinihêre, meriv serhatiyên Rustem nêzî serhatiyên xwe yên şexsî dibîne. Rustem berî ku bibe leheng, şexsek e. Hewldan, arezû û qedera Rustem a lehengtiyê di çarçoveyeke pirr teng de serhatiya takekesîbûna mirovan hemîyan jî dikare destnîşan bike. Ji bo ku şexs bikare hebe, hin bûyer lê diqewimin û tişt tên serê wî. Dibe ku ev rûdan ji bo her kesî rûdanên bi tehlûke nebin, tê de şerekî fizîkî yê rûbirûyî tine be. Jixwe, ferqa Rustemê leheng û Rustemê şexs jî ji vir tê. Lewra, her şexs di jiyanê de şerekî man û nemanê yê li gorî xwe dike. Bi dêwan re, bi cadûgeran re şer nekin û birîndar nebin jî, bi awayekî ji bo hebûna xwe bi hin tiştan re şerekî dikin.
Hem weke lehengên din e hem jî yekî weke wî tine
Wekî çîrok, Rustem nîşaneya gelek tiştan e. Rêwîtiya Rustem, ango rêwîtiya leheng ya ber bi çarenûsa xwe ve, di çîrok û dastanên gelek neteweyan de hatiye dubarekirin. Lehengên wekî Rustem gelek in, lê lehengekî wekî Rustem jî hema hema bêje tine ye. Jixwe, ev yek jî ferqekê dixe navbera lehengtiya Rustem û lehengên mayîn. Rustem ku xwediyê Heft Xanê ye, ji gelek aliyan ve ji lehengên din ên cîhanê cuda dibe. Yek ji wan xalên ku Rustem ji lehengên din ên cîhanî cudatir dike jî çîroka Rustem û Sohrab e.
Rustem gava ber bi welatê Semenganê ve dest bi rêwîtiyekê dike û diçe wir, li wir rûdaneke gelek giring tê serê Rustem. Rustem aşiqê Tehmîneyê dibe û şevekê li ba wê dimîne. Ji wê şevê zarokekî wan çêdibe û ew jî Sohrab e. Rustem vedigere diçe welatê xwe û Sohrab jî ji bavê xwe dûr li welatê Tûranê mezin dibe. Efrasiyabê tûranî, Sohrab wekî lehengê xwe dişîne ser welatê Îranê. Sohrab diçe da ku textê Keykawûsê padşahê Îranê birûxîne. Lê esas, armanceke Sohrab a dinê heye. Sohrab dixwaze textê Keykawûs û textê Efrasiyab birûxîne û desthilatdariyê ji wan bistîne bide bavê xwe Rustem û malbata xwe. Lê li vir kesê ku textê Keykawûs diparêze Rustem e. Ji bo trajedî pêk bê, bav û kur hevûdu nas nakin. Her du leheng şer dikin û di axiriya şer da Sohrab bi destê Rustem tê kuştin.
Di çîroka Rustem û Sohrab de meseleya esas desthilatdarî ye. Desthilatdarî wekî têgeh û diyardeyekê hem li Îranê hem jî li Tûranê di deste malbatên diyar de ye. Sohrab dixwaze desthilatdariya her du welatan jî wêran bike û desthilatdariyê bide malbata xwe (Rustem-Zal-Sam) ku bi ya wî, ew heq dikin. Sohrab, esas li hemberî desthilatdariya Îran û Tûranê anarşiyekê temsîl dike. Sohrab dibêje cihê ez û bavê min lê bin kes neşê bibe desthilatdar. Ji ber vê yekê jî Sohrab çend caran behsa dagirkirina Îran û Tûranê dike.
Di çîroknûsiya kurdî ya modern de jî em rastî têkiliya di navbera bav û kur de tên ku gelek emareyên çîroka Rustem û Sohrab dihewîne. Bav wekî nîşaneya desthilatdariyê tim li pêşberî leheng e. Leheng armancekê datîne ber xwe û hewl dide bigihîje armanca xwe. Lê belê bav ji alîkarekî zêdetir wekî astengekê dertê pêşiya leheng. Di çîroka Kamiran Alî Bedirxan a bi navê Eyloyê Pîr de jî em rastî têkiliyeke komplîke ya bav û kur tên.
Di Eyloyê Pîr de jî Mîr Tacîn û kurê wî Gurgîn di çarçoveyeke desthilatdariyê de dikarin bên nirxandin. Mîr Tacîn ji mîrê Kurdistanê ye û Gurgînê kurê wî jî mêrxas û lehengekî ser xwe re ye. Di qesra Mîr Tacîn de bi dehan cariyeyên mîr hene û mîr ji nava wan herî zêde hij ji Perîxana Şingarî dike.
Rojekê Gurgîn li beramberî “Tirko” şerekî dike û bi ser dikeve. Bavê wî jê re dibêje, tu çi dixwazî bibêje. Gurgîn Perîxanê dixwaze, lê mîr neşê vê qebûl bike. Ji ber wê bi hev re biryara kuştina Perîxanê didin. Perîxanê dibin da ku ji kendalekê biavêjin. Di rê de Perîxan diweste û birîndar dibe. Gurgîn dixwaze wê hilgire lê Perîxan xwe davêje hemêza mîr. Gurgîn hingê ji bo vî dîmenî nebîne dibêje bavê xwe, bira ew bidin pêşiyê heke na ew ê ji piştê ve lêde bavê xwe bikuje. Her du Perîxanê dibin ber kendalekê û Mîr êşiyê Perîxanê maçî dike û dû re ji kendal diavêje. Gurgîn li ser vê bûyerê ji bavê xwe re dibêje, em vegerin. Mîr gava dike ku vegere di cî de disekine û dibêje, cîhana ku Perîxan ne lê, ne hewce ye ew jî lê be. Li ser vê, ew jî radibe xwe ji kendal diavêje. Piştî vê yekê Gurgîn tenê ji Xwedê dixwaze ku dilek wisa xurt bide wî jî.
Çima her du çîrok ne weke hev in
Di navbera çîroka Rustem-Sohrab û çîroka Mîr Tacîn-Gurgîn de ferqeke pirr û pirr mezin heye. Çîroka Rustem û Sohrab li ser esasên tragedyayekê hatiye avakirin. Di wir de bav û kur digel nîşaneyan hemûyan jî hevûdu nas nakin. Ji bo ku trajedî pêk bê, ev lazim e. Esas, şik dikeve dilê Sohrab ku yê pê re şer dike Rustem e. Lê belê Rustem jî digel ku şik di dilê wî de heye li xwe danayne ku ew kurê wî ye. Bi vî awayî trajedî pêk tê. Rustem desthilatdariyê temsîl dike, lê ev ne tenê desthilatdariya bav e. Ew desthilatdariya text temsîl dike. Malbata Rustem tevde desthilatdariya textê Îranê temsîl dike û ew wekî parêzvanên text tim amade ne ku bimirin. Rustem wekî leheng ji şahê Îranê ferman girtiye û tê bi Sohrab re şer dike. Di vir de em têkiliya sêgoşeyî û hiyerarşîk a di navbeyna Xweda-Şah-Leheng de jî dibînin. Sohrab di vir de ne neyarê bavê xwe ye, ew neyarê desthilatdariyê ye. Sohrab nifşê ciwan temsîl dike û dixwaze dahatûyekê ji bo xwe saz bike. Lê belê di vir de astengiya herî xurt a li beramberî wî bav e. Bav di nav mîtolojiyê de gelek caran di çarçoveyeke wiha de hatiye xêzkirin. Ango bav gelek caran ji bo leheng bigihîje çarenûsa xwe, dibe astengiyeke sereke. (Di çîroka Oîdîpus, Kîros de jî meriv dikare qral, mîrên wan welatan di çarçoveyeke bi vî rengî de binirxîne, lê belê di her du çîrokan de jî kehanetek dibe sedemê rûdanê.) Esas, Rustem bi malbata xwe ve parêzvanên textê Îranê ye. Ji ber wê, Rustem dibêje, her kî doza textê Keykawûs bike, çareya wî mirin e û dê her bibe mirin. Ew kur be jî divê li ber text ranebe, hekena ew ê jî bê kuştin. Ji bo têkbirina serhildana Sohrab û kuştina Sohrab, heta radeyekê meşrû bê nîşandan “nezanîn” û “nasnekirin” dibe bingehek. Ango ji bo Rustem serhildana Sohrab ya beramberî text têk bibe, text biparêze û wî bikuje, nezanîn û nasnekirin alîkariya wî dikin, bi vî awayî jî kuştina Sohrab tê meşrûkirin. Bav yan jî desthilatdarî ji bo serhildanên li beramberî xwe hemûyan têk bibin, daîma li sedemekê digerin da ku serhildanê têk bibin û ji bo vê têkbirinê meşrû bikin jî ji xwe re hin rê û rêbazên taybet peyda dikin.
Meseleya meşrûkirinê motîvasyonekê dide çîrokê û meşrûkirin heta radeyekê rê li ber trawmayên civakî digire. Ser meselê, em bêjin Rustem dizane ku yê pê re şer dike Sohrab e û digel vê yekê dîsa radibe kurê xwe ji bo text dikuje. Heke bûyer wiha be, hingê lehengbûna Rustem bi xwe dê tam pêk neyê û heta belkî wekî kesayetekî xerab derbasî nav destan û çîrokan bibe. Ji bo ku leke li lehengiya Rustem nekeve, ev meseleya nezanîn-nasnekirinê tê bikaranîn. Lê esas, her du jî şikê jê dibin ku ew kur û bavê hev in.
Di çîroka Kamiran Alî Bedirxan de, bi awayekî bereks bav dimire (heke em Gurgîn wekî sedem bipejirînin, meriv dikare mirinê wekî kuştin jî bi nav bike). Heke wekî Umberto Eco gotî, ez şiroveyeke bê hed li vê çîroka Eyloyê Pîr bikim, ez dê meseleya hezkirinê jî bi meseleya desthilatdariyê ve girê bidim. Lê em vê çîrokê wiha binirxînin, Gurgîn temsîliyeta nifşê nû û dahatiya Kurdistanê ye. Mîr Tacîn bi kurê xwe serfiraz e û dizane ku kurê wî dê piştî wî welat bi rê ve bibe û ji bo vê yekê jî ti astengiyan jê re çênake. Lê di meseleya hezkirin û desthilatdarbûna bedewiyê de bav ji kur re dibe astengeke mezin. Di vir de Gurgîn jî ji bo bav dibe astengiyek. Lê Gurgîn li ser gotina bavê xwe daxwaza Perîxanê ji bavê xwe dike. Em nizanin ka berî wê Gurgîn dizane bavê wî ji Perîxanê hez dike yan na. Heke bizanibûya hingê Gurgîn dê çav berdaya jinbava xwe. Nivîskar ev yek wisa bi zelalî destnîşan nekiriye. Ji bo Gurgîn ya xwe bi dest bixe kuştina Perîxanê pêşniyaz dike. Lê nizane ku dê bavê xwe jî pê re bikuje. Gelo bizanibûya, wî dê ev daxwaz ji bavê xwe bikira? Di vê çîroka Kamiran Alî Bedirxan de, her sê leheng jî ne xerab in, ew bi awayekî serketî, di nav derûniyeke pirr baş de hatine hûnandin.
Di nava Kurdan de lawkuştîbûn
Ez vegerim ser çîroka Rustem û Sohrab. Rustem esas her çiqas bibêje, ez kesê ewilî me ku min kurê xwe bi destê xwe kuştiye jî, wî rê li ber kevneşopiyeke wiha vekiriye. Bi ya min piştî Rustem di nav Kurdan de gelek bavan ji bo desthilatdariyê (çi ya wan bi xwe be çi jî ya hinekên din be) biparêzin, lawên xwe kuştine. Erê civak ji trajediyeke bi vî rengî aciz e û derûna wan vê yekê qebûl jî nake, lê belê di nav Kurdan de hema bêje hêzên desthilatdar hemû ji bo kuştina lawên xwe sedemeke rewa peyda dikin û bi vî awayî kuştina wan meşrû dikin. Civak xwe bi vê meşrûkirinê dixapîne. Hekena nikare dewam bike. Ji ber vê yekê îdîaya min a sereke ev e: Civaka Kurd civakeke lawkuştî ye, siyaseta Kurd siyaseteke lawkuştî ye, şoreşa Kurd şoreşeke lawkuştî ye û edebiyata Kurdî jî edebiyateke lawkuştî ye. Çima? Çunkî law/keç siberoja milet û welat temsîl dikin, ti desthilatdar naxwaze li ser siberojeke bêyî xwe bifikire.
Çîroka Rustem û Sohrab trajîk e, lê ya ji wê jî trajîktir êdî ev çîrok bûye kevneşopiyeke civaka Kurd. Ji bo siberojeke aza û baş a civaka Kurd, divê bav bêne kuştin; di wateyeke mecazî de, û ev nayê wê wateyê ku kultur bê binpêkirin, kultur tiştekî zindî ye ku law û keç wê tim diguherînin. Her wiha divê di siyaseta Kurdan de ew kesên ev bi salan in desthilatdar in û hukm li ser hemû beşên civakê û kesên Kurd dikin, bên kuştin, divê di nav malbatê de bav bê kuştin; ev jî di wateyeke mecazî de ye ku Freud şopên vê di berhemên Dostoyevskî de didît. Rustem leheng e û meriv dikare bi kuştina Sohrab di çarçoveyeke neteweperwerî û nijadperestiya Îranê de jî dakeve; jixwe Alîreza Şocaîpûr di vîdeoyeke xwe ya ser Youtubeyê de mesele wiha dinirxand. Lê gava meriv bi çavên Kurdan ve li meselyê dinihêre, aliyê vê yê neteweperweriyê yê ku bê berzkirin tine ye. Tam berovajî wê, Rustem li dijî neteweperwerî û malbatperweriya Sohrab bûye asteng û dijlehengekî ecêb. Ji ber hindê jî li ber çavê min Sohrab ji Rustem lehengtir e. Rustem dibe ku bibe lehengê Îranê û textê keyaniyan, lê Sohrab lehengê siberojê û lawan hemûyan e. [1]