Min bawer dikir ko peytext helbesta min ya windaîye. Ez li basa #Qamişlo# heta Şamê siwar bûm û ez 19 salî bûm, sala 1970. Piştî salekê tenê, ne bêtir, min naskir ko helbest ne li wiri. Ez di sala 1971de li trombêlkê bi kirê siwar bûm û min berê xwe da aliyê Beyrûtê û di bêrîka min de sîh û yek wereqê Sûrî. Bajar hat xwar. Helbesta min hat xwar. Cîhê zelal û himbez bi hevri hatin xwar. Di sala 1982de ez li ser pişta gemîyekê ji Beyrûtê çûm Larenka, û di wê rojê de bixwe, ez di hindirê balafirekê leşkerî bê textebenk ji Larenka çûm biyabana berberî li Cezayir. Ez pazde roja di bin sîya pêjanên girtî de windabûm ji bo ko ez bi balafira Yassir Erefat herim Tunis. Piştî dû meha, ez bi pelên sexte(-kirinî) û ne rast di dergeha dîplomasî dîsa derbasî Qûbris bûm, wek şirîkekî miletekî ko wek min li helbesta min digere.
Birêde, min çentê xwe y bi hebûnen min yên kûrbûnên yên nivîsî û ne nivîsî windakir wek çend helbestên li ser dewara ko ji wan hew 40 rêz hatin rezgarkirin.
Di sala diwazdeha de ji rûniştina min li Nîqosia, ez vegerîyam derya windabûnê bê kar. Ez bendî hinêrê mam, lê hinêr nehat. Ez ji binê nigê xwe heta serê çiyayê ko ji bêndera xwedê li ser êşa min diweşe hatim jibîrkirin. Darê malê tenê hebûna şikesti dinîvisand: Çi dil li ser ezman e ko mirov her şev bi dilekî şikestî razê?
Hiner ne hat. Di Destpêka sala dilşewîtiya li ser sedsala 1999 de, min çentê xwe helgirt navhevketina yasa li Stokholmê. Meselek kenok: Vê salê (2000), bajêrvanîya peytextê bi komela pênûsê (#PEN#) re min navandin bajarvanê pêşî ji cerga bajar hatiye navandin, padişaha azad ji bo nivîskarên birîndar . Ez ne birîndar bûm, lêbelê min da dû kokê li şerê winda: Tê likû xwe ramedîni bidû nemana leşkerê?
Va ez li ser rêya baweriya şikestî me. Min bi reşma kerê girtîye. Yasa wek dûrbûna nerîna xwedê.
Fêde tune. Ezê tiştekî ji lawê xwe re bihêlim berî ko dawîya min bê. Min zorî daiye nivîsandinê di herikandina min ya xwirt ji ma´nê heta ma´nê.
Xwirt be, wa masûlka windabûna mayî.
Xwirt be, wa masûlka windabûna dilsoz.[1]