Şêniyên herêma Cizîrê sersaxî da malbata şehîd Mîtan Şoreş û soza domandina têkoşînê li hember êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.
Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, hêzên leşkerî û ewlehî û kesayetên olî û hiqûqî berê xwe da konê sersaxiyê û sersaxiya malbata şehîd Kemal Mihemed Dawûd (Mîtan Şoreş) xwest. Kon li pêş mala şehîd a li taxa Hîlaliyê ya #Qamişlo#yê hate vegirtin.
Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (#QSD#) Mîtan Şoreş di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de li dijî erebeya wî di 6’ê vê Mijdarê de şehîd bûbû.
LI SIJÎ SÛCÊN DEWLETA TIRK HEVGIRTIN PÊWÎST E
Di destpêka merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, endamê meclisê Ubêd Etê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Wek îro, par balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk kesayeta welatparêz Yûsif Gulo hedef girt, ev êriş heta niha li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ber çavê cîhanê didomin.”
Etê bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha axivî: “Dewletên ku li hember van êrişan bê deng in, di sûcên dermirovî yên ku li dijî herêmê pêk tên de hevkar in, ji ber wê jî divê em Kurd, Ereb û Suryan li hember van êrişan bibin yek.”
PARASTINA DESTKEFTIYÊN ŞEHÎDAN
Piştre, li ser navê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo fermandar Nezîr Sofî Abdullah li ser planên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha axivî: “Piştî ku dagirkeriya Tirk li hember berxwedan û têkoşîna me têk çû, berê xwe da hedefgirtina sivîl û fermandaran bi balafirên bêmirov ên biçek û êrişên li dijî herêmê zêde kirin.”
Nezîr wiha li gotina xwe zêde kir: “Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina cîhanê ji DAIŞ’ê xwe feda kirin, em jî soz didin gelê xwe ku heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin.”
Li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li taxa Kornîş jî, endama partiyê Sîham Silêman teqezî bi girîngiya domandina têkoşînê û meşa li ser şopa şehîdan kir û got: “Divê em destkeftiyên ku bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin, da ku em jiyaneke îstîqrar û ewle misoger bikin.”
Piştre, helbestek li ser fedakariya şehîdan ji aliyê xalê şehîd, Amir Beşar Ehmed ve hat xwendin.
Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo wesîqeya şehîd Mîtan Şoreş xwend û radestî malbata wî kir.[1]