Di van çend rojan de li medyayê, xasma li medyaya elektronîk, xwîna pir kesan dikele û di nivîsên xwe de lezgîniyeke zêdetir dikin. Xasma jî di kuştina Qasim Suleymanî de pir kes gotinên werpixandî weşandine û hinek jî gotinên şînê bi kar anîne.
Duhî bi şev dema hêzên îranî sarûx avêtin du barîgehên Emerîkî ku yek li Îraqê ye û yek jî li #Başûrê Kurdistanê# ye herwekî ku Emerîka û hêzên hevpeyman wê pêre pêre bersiv bidin û şerê Îran û Emerîkayê desp pê bûye, kêfxweşiyeke zêde hate nîşandan. Hinek jî bi peyv û gotinên giran li dijê Emerîkayê derdiketin
Heta niha jî nihêniya di van du rûdanên Îranê de, diyar nebûye ku amaca bingehîn çi bû.
Gelo ev senaryo ne?
Yan dixwazin ku dîtin û vîna dewletên herêmê fêm bikin?
Bi gumana herî mezin, Emerîka û hevpeyman şerê Îranê nakin. Lewra Silêmanî û hevalên xwe, bi çavniqandina Îranê ji holê hatine rakirin.
Çendî ku Îran eşkere kiriye ku 80 leşkerên Emerîkî hatine kuştin, lê NATO jî vê sibehê daxuyaniyek belavkiriye ku kes ji leşkerên Emerikayê birîndar jî nebûye.
Duhî serdana Pûtîn ji bo Şamê û pêşkêşkirina 10 xalên ji bo #Rojavayê Kurdistanê#, îro jî hevdîtina wî li Stenbolê bi Erdoganî re, şeva bihurî jî avêtina sarûxên îranê ser barîgehên Emerîkayê, senaryoyek e ku rûdanên herêmê di amadetiyekê de ne.[1]
Lê niha pir zû ye ku meriv li ser şerê Emerîka û Îranê bipeyive û şirove bike. Wê hin tişt di van du-sê heftiyên li pêşiya me de eşkere bibin.
Pir ne dûr e ku piştî kuştina Qasimî, Emerîka û Îran li ser maseya aştiyê rûnin.
Xwedê ya bi xêr bike.