Bi diruşma Bi çanda şoreşa jina, jiyana azad û şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin Tevgera Hîlala Zêrîn kongreya xwe ya 3′yemîn li Tebqayê li hola Şehîd Musena Ebdulkerîm li dar xist.
Di kongreyê, endamên tevgerê, endamên Kongra Star, komîteya perwerdê, Kombûna Jinan a Zenbûiya, komîteya ragihandinê, desteya çandê, mêvanên ji saziyên sivîl ên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.
Kongre bi xêrhatina mêvanan dest pê kir, dûre şandeyên beşdar axivîn.
Paşê sînevîzyonek li ser axaftina rêber Abdullah #Ocalan# a li ser huner, pêşxistina wê, çandan, çawaniya dan û standina bi çand û hunerê û çawaniya çarekirina pirsgirêkên ku rewşenbîr û huner tê re derbas dibin û rêbaza dan û standina bi hemû çandan re hate pêşandan.
Xebatên kongreyê du rojan dewam kir, tê de rewşên siyasî û rêxistinî, xebatên Tevgera Hîlala Zêrîn, rewşa jinan û çanda jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi dirêjahiya du salên borî û xwendina rêziknameyê hebûn.
Piştî nîqaş, pêşkêşkirina nêrîn û pêşniyaran gelek encamên girîng derketin, ji wan jî; berpirsiyariya yekemîn a li ser Tevgera Hîlala Zêrîn fikrên rêber Apo di metoda wê, kesayeta wê, belavkirina wê de û gelan bigihînin çand, wêje û hunerê werin kûrkirin. Beş û komîteyên çand û hunerê yên Tevgera Hîlala Zêrîn ên têkoşîna ji bo azadiya rêber Ocalan dozeke bingehîn e. Tevgera Hîlala Zêrîn modela demokrasiyê, ekolojiyê, #azadiya jinan# di metoda xwe ya çand û hunerê de geş dike. Divê tevger têkoşîna xwe li dijî fikrên modernîteya kapîtalîzmê, parastina nirxên çandên gelan bi rihê welatparêzî û parastina nirxên şoreşê xurt bike. Tevgerê rola pêşeng ji bo geşkirina beşdariya hemû pêkhateyan di saziyên çand û hunerê de girt ser xwe. Beşên taybet di dibistanan de vekir, meteryalên guncaw amade kirin. Panel û semînerên çandî û hunerî bi rêxistin kirin. Dewreyên akademî yên fikrî bi navê şehîd Delîla vekirin.
Li dawiyê, ji bo Meclisa Tevgera Hîlala Zêrîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Koordînasyona Şehba, Efrîn, Heleb, Kobanê û Qamişloyê 12 endam hatin hilbijartin.[1]
(fr)
ANHA