Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporteke rêxistina cîhanî ya Zarokan Biparêze ango (Save The Children), li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser ku #Rojavayê Kurdistanê# û beşek ji Sûriyê li xwe digire, hejmara zarokên ku tûşî bedxorakiyê bûne li gor şeş mehên destpêka îsal bi qasî %150 zêde bûye.
Rêxistina Save The Children a cîhanî roja Pêncşembê 10ê Mijdara 2022 raportek belav kiriye û ragihandiye ku di şeş mehên destpêka îsal de li bakurê Rojhilatê Sûriyê tenê 6650 rewşên bedxwarinê hatibûn tomarkirin, lê belê piştî wê demê 10,000 rewşên din jî hatine qeydkirin.
Li gor Netewên Yekbûyî, ji sala 2011an ve niha Sûriye di krîzeke aborî ya herî dijwar re derbas dibe û %90 ji niştecihên wê ku 18 milyon kes in, birçî ne.
Pandemiya Covid-19, hişkesalî, şerê li welat û herifîna aboriya Lubnanê ku cîranê Sûriyê ye, sedemên xirabtirbûna rewşa welatiyên Sûriyê ne.
Save The children dibêje ku bedxwarinî gefê li ser jiyana zarokan çê dike. Hejarî û nekarîna peydakirina debara jiyanê, du sedemên serekî ne ku dihêle hejmar zêde bibe.
Di demekê ku dahata malabatê weke xwe maye û zêde nebûye, di salên 2019an heta 2021 de bihayê xwarinê bi rêjeya %800 zêde bûye û niha jî buhbûn her berdewam e.
Bi gotina wê rêxistinê, hejmara zarokên ku ji bedxwarinê dinalînin ji 256 kesan bo 1000 kesan zêde bûye, wate 4 qat zêde bûye.
Pitşî nêzîkî 12 salan ji şerê navxwe yê Sûriyê, rewşa aborî ya welatiyan gelekî xirab bûye û 60 ji sedî ji xelkê Sûriyê nikarin xwarina pêwîst peyda bikin.
Save The children daxwazê ji rêxistinên navdewletî dike ku karê xwe zêdetir bikin û kirîza birçbûnê çareser bikin û xwarinê ji zarokan re peyda bikin. Dibêje jî divê civaka navdeweltî bilez xwarinê ji wan kesan re peyda bike ku zêde pêwîstya wan pê heye.
Piştî ku ji 2020an ve deriyê sînorî yê Til Koçer ê di navbera Sûriye û Iraqê de ji ber vetoya Rûsya û Çînê wek daxistî ma, şandina alîkariyên mirovî bo navçeyên di bin desthilata hêzên Kurdî de pir kêm bûye.[1]