Bilind Newres
Siyaset huner e, ji bo kesên ku ew bi ezmûn wergirtine hunereke bilind e jî. Partiya Demokrat a #Kurdistan#ê (#PDK#) di proseya siyasî ya Iraqê de û piştî hilbijartinên pêşwext ên Civata Nûnerên Iraqê (parlemento), hevpeymanî bi Sedr û suniyan re pêk anî. Di vê rêyê de, PDK rastî gelek evraz û nişîvan hat. Lê heta kêliya dawîn ne bê soz bû, tew axaftin li ser wê yekê jî dihat kirin ku nemana hevpeymaniyê tê wateya lawazbûna PDK di proseya siyasî ya Iraqê de. Lê ji hemî aliyên iraqî re derket holê ku PDK siyasetê dike, dizane li ku derê piyonan bilivîne, li ku bifikire û li ku derê ji nişka ve kiş û mat bike!
Partiya (PDK) hevpeymana Sedr û suniyan, di gera dawîn a lîstika siyasî de, karîbû gelekî bi aramî û pir bi baldarî encaman biguherîne û heta asteke mezin lîstikê li berjewendiya yekrêzî û yekhelwestiyê bi dawî bîne.
Beşek ji aliyên Çarçoveya Hemahengiyê ku berê bi PDKê re di nava rikeberî û hevrikiyên siyasî de bûn, wiha li wan hat kirin ku bi xwesteke Serok Barzanî û berjewendî û hevsengiya mala Kurdistanî deng bidin namzedê ku ji bo wergirtina postê serokkomarê Iraqê ji wan re hatibû destnîşankirin, ev jî cewherê danûstandina siyasî ye!
Kişandina birêz Rêber Ehmed ji namzediya wî ji bo postê serokkomarê Iraqê ji aliyê PDKê ve, pêngava herî hûrbîn û ciddî û jîr a PDKê ji bo berjewendiya bilind a Kurdistanê bû. Bi vê pêngavê nehişt ne sîx bişewite ne kebab. Ango ne ziyan giha PDKê û ne jî giha Kurdistanê!
Zêdebarî vê yekê, modeleke siyasî ya nû jî anî holê gava piştgirî li berbijêrekî ku xwe wek namzedekî serbixwe dabû nasîn kir, ji ber ku partiya wî ne amade bû wî wek namzedê fermî yê hevbeş û tew wek namzedê xwe jî destnîşan bike. Lê rêzdarekî din wek namzetekê hizbî ji xwe re destnîşan kirin.
Di wê kêlîkê de PDK bi jîriya xwe ya siyasî ji aliyekî ve rê li ber otorîterîzma hizbî girt, ji aliyê din ve jî berjewendiya giştî danî pêşiya berjewendiya xwe ya hizbî. Ji ber vê yekê piştgirî li namzedekî kir ku partiya wî bi xwe ne amade bûû piştgiriya wî bike û li dij wî deng da!
Ev siyasetkirin, rasterast ew pêwîstî ye ku Herêma Kurdistanê hewcedarî wê ye û dûrî serhişkiya siyasî û berjewendiyên hizbî ye, lê li berjewendiyên bilind a gel û Herêma Kurdistanê ye. PDK di pratîkê de ev prensîb hem xurt kir û hem îspat kir.
PDK bi wê yekê tê naskirin ku bi taktîkên aliyê hember têk naçe, lêbelê hertim çavê wê li stratejiyê ye û armanca wê sûdmendbûna hemûyan e li ser bingeheke qebûlkirî û zelal ku hemûyan bi dawiya wê şok dike, dawiya ku ne di hizira ti kes û aliyekî de ye.
Ev jî beşek ji sêrbaziya PDKê di siyasetê de ye ku beramberên wê heya kêlîka dawî nizanin dê çi bike. Ji xwe heger zanîbin dê PDKê çi bike û mijûlî çi ye, sêrbazî vala derdikeve!
PDK bi radeyekê siyasetê dike ku di dawiya her hevkêşeyekê de ji bilî zirzbûnê tiştekî din ji beramberên xwe re nehêle. Zirzî û esebîbûn jî di qada siyasetê da ne cih digire û ne jî dikare cih bigire.
Proseya hilbijartina serokkomarê Iraqê, piştî gelek gengêşîn û evraz û sernişîvên zêde û qurbaniyên ku PDKê li ser asta hizbî da, di dawiyê de li berjewendiya giştî kuta bû û wêneya kombûn û îradeya cidî ya Herêma Kurdistanê û berjewendiyên Kurdistanê nîşanî hemûyan da. Li nik PDK ne merc e aliyê serketî PDK be, lê belê merc e û divê ku aliyê serkeftî Kurdistan be!
PDK di vê proseyê de waneyeke mezin a niştimanî û Kurdistanî da tevaya hêz û aliyên siyasî yên Iraq û Kurdistanê, ji wan re got dema berjewendiya giştî dertê pêş divê berjewendiya hizbî û kesatî paşve bikişe, çunke hertim PDKê xwe ji bo Kurdistanê wek amraz dîtiye. Prose aloz bû, lê encama wê ji bo hemûyan hevseng bû, Herêma Kurdistanê jî serkeftiya sereke bû[1]