Mafê her miletekî heye ku nasnameyeke wî ya yekgirtî hebe, êdî di bin her alekê de be, neteweyî, olî yan aborî. Wek mînak: Ereb daxwaza yekîtiya neteweyî dikin Umme erebîya wahîda – Yek neteweya erebî , di demekê de Ewropa daxwaza yekîtiya aborî dike.
Niha piraniya îslamê li ser du rêolan parve bûye (sunî û şîî). Beşa sunî ya Tirkiye, Îraq, Sûriye, Urdun, Misir, Erebistana Siûdî û Kendavê (ku Dewleta Osmanî ya berê ye) doza avakirina Hîlala (Heyva) sunî dikin. Lê Tirkiye û Erebistana Siûdî li ser serokatiya wê heyvê hevrikiyê dikin!
Di demekê de ku Îran serokatiya Heyva Şîî dike di bin Dewleta Sefewî de, ku ji Îranê dest pê dike û Iraq, Sûriye û Lubnanê li xwe digire. Her çiqas hinek dibêjin, Ji Pakistan û Afganistanê dest pê dike û Kendavê jî li xwe digire, ew jî bi heman awayî sînorê xwe dide ser sînorê Îsraîlê (ku Amerîka û Ewropa nerazî kiriye).
Niha jî tekeziyê li ser vê baweriyê dikin wek Elî Yûnisîyê şêwirmendê serokkomarê berê yê Îranê Hesen Rûhanî jî gotibû ku navçeya Rojhilata Navîn îranî ye û Bexda paytexta Împaratoriya Îranê ye; lê niha şîeyên Iraqê dabaşa (El hîlal el xesîb) dikin ku Kuweyt, Iraq, Lubnan, Urdun, Îsraîl, Misir û beşeke biçûk ji Tirkiyeyê jî li xwe digire.
Di navenda van her sê hîlalan de, pir rewa ye heyveke çaremîn bê çêkirin ku ew jî heyva #Kurdistan#î ye! Divê ev hîlal her çar parçeyên Kurdistanê kom bike, hêleka wê Bakurê Kurdistanê û ya din jî Rojava be.
Ger em vê heyvê bi yên din re bidin ber hev, em ê bibînin ku sunî û şîî li ser bingeha rêolî bû û (El hîlal el xesîb) ku berê li ser bingeha av û çandiniyê behsa wê dihat kirin, niha şîeyên Iraqê ew jî vegerandin ser karê mezhebî. Lê Heyva Kurdistanî ji şideta olî û rêolî dûr e, li ser bingeheke pirneteweyî derketiye holê û azadî, mafên mirovan, demokrasî, pirdengî û aştiyê li ber çav digire.
Heke em li pêgeha cografî ya Heyva Kurdistanî binêrin, dê bibe bingeha aştiyê li navçeyê. Ji ber ku ew her sê heyvên sunî, şîî û (El xesîb) ji hev vediqetîne. Erdnîgarî û jeopolîtîka Kurdistanê bala serkirdeyên cîhanê û welatên kendavê dikşîne ser Heyva Kurdistanê.
Ev hîlal her sê heyvan dibire û ewlekariya welatên Kendavê diparêze. Her wisa berjewendiyên welatên Rojava li navçeyê diparêze. Ev heyv wê aramî, demokrasî, ewlekarî û aboriyê bîne deverê.
Divê gelê Kurdistanê pişta xwe bi vê faktora girîng girê bide ji bo ku piştevaniya navdewletî jê re bîne holê.
Her wiha baweriya şêniyên Kurdistanê bi jiyana hevbeş, pirdînîtî, pirîdeolojî û pirneteweyî heye ku ev armancên gelên di heyvê de dike yek wek aramiya deverê û avakirina jêrxaneke bihêz di hemû warên jiyanê de û paşerojeke geş ji bo nifşên paşerojê û Herêma Kurdistanê mînakeke zindî ye ji bo paşeroja Heyva Kurdistanî.
Bila ji bîra me neçe ku heyveke din jî li vê navçeyê heye ku heyva cihûyan e û ew jî dikeve navbera her du çemên Nîl û Firatê û li ser bingeha olî ava bûye. Lê ev heyv bi Heyva Kurdistanî re hev nabirin.
Ev şerê bêmirês ku rûbirûyî şêniyên Kurdistanê bûye, ber çavê hemûyan ronîdar kiriye ku divê bi hev re hewl bidin ji bo yekkirina navmala Kurdistanê, bi hev re li jiyan û siberojê bifikirin û bi heman awayî jî bi hev re Kurdistanê biparêzin.
Êdî dem hatiye ku serkirdeyên siyasî hewl bidin bi hev re bingeha stratejiyeke giştî deynin, wek çawa yên ku ji bo heyva sunî û şîî û el xesîb hewl didin. Bi hêviya ku ev xalên li jêr bibin bingeh:
1. Serweriya yasa û wekhevî ji bo hemû şêniyên Kurdistanê.
2. Baweriya xelkê bi serkirdên xwe.
3- Rêxistinkirina navmala Kurdistanê de li hemû beşên Kurdistanê.
4- Rêkxistina hêzên pêşmerge di bin ala Kurdistanê de.
5. Pêkanîna ewlekariya neteweyî.
6. Danîna stratejiyeke aborî ya yekgirtî û serbixwe (wek bazara Ewropî).
7. Danîna stratejiyeke neteweyî ji bo hemû parçeyan.
8. Hilbijartina parlementoyeke neteweyî ji bo tevaya Kurdistanê (wek Parlementoya Ewropayê).
9. Danîna destûreke yekgirtî ku wekheviyê misoger bike û mafên hemû şêniyên Kurdistanê wek hev pêrew bike.
10. Pabendî û rêzgirtina hemî rêgezên Neteweyên Yekbûyî.
11. Baweriya tam bi bihevrejiyanê û rêzgirtina bîr û baweriyên cuda cuda yên olî, mezhebî, partîtî û çandî.
12. Baweriya tam bi hîmên sereke yên aştî, azadî û demokrasiyê.
13. Piştgirî û bihêzkirina rola siyasî, îdarî, medenî, civakî û nûneratiya jin û ciwanan di hemû astan de.
14. Rêzgirtina li sînorê nû yên Kurdistanê û dest têwer nedana li kar û barên navxweyî yên welatên cîran.
Cihan rêza miletên yekgirtî, mêrxas û xurt digire. Gelê Kurdistanê miletekî mêrxas û xurt e, lê mixabin ne yekgirtî ye. Çawa ku min gotiye û ez ê dîsa bibêjim: (Dibêjin Kurdistana Tirkiyê, Kurdistana Îranê, Kurdistana Iraqê û Kurdistana Sûriyê) baş e, lê ka Kurdistana #gelê kurd# li ku ye?[1]