Navê pirtûkê: Erdnîgarîya Kurdistanê-II: Wan
Navê nivîskar: Abdurrahman Önen
Cihê çapkirina pirtûkê:
Navê çapxaneyê: İsmail Beşikçi Vakfı
Sala çapê: 18/05/2021
NIVÎSA BERGA PAŞ
Erdnîgarî mijar û dîsîplîneke zanistî ya gelek berfireh û xwedî gelek şaxên cur bi cur e: Şiklên erdê (çem, çiya, deşt û hwd), av û hewa (îklîm), tevgerên volkanî, erdhej, aborî (çandinî, bazirganî, endustrî û hwd), dewlemendiyên sererd û binerd, ji hin beşên wê ne. Lê di vê xebatê de mijarên sereke nav û belavbûna şiklên erdê û navê mezre, gund, navçe û wilayetan e. Ev nayê wê wateyê ku mijarên din qet nehatine lêkolîn û nivîsîn, bi qasî îmkan û derfetan gelek mijarên din jî di nav vê xebatê de hene.
Nifûsa Wanê li derdora 1.200.000î ye, rûbera wê 20.921 km2 ye û ji ya gelek dewletan firehtir e, 13 navçe û 1129 mezre û gundên Wanê hene.
Mamoste Abdurrahman Önen li dor 40 rojan hema hema li hemû deverên Wanê gerîyaye. Digel lêkolînên xwe yên teorîk, wî rasterast bi xelkê mezre, gund û navçeyan re hevdîtin pêk anîne û li gor wê navên mezre, gund û navçeyên Wanê yên Kurdî û Tirkî; Çem, gol, çîya, deşt, zozan û hwd. ên Wanê di vê xebatê de qeyd kirine û digel gelek wêneyên rengîn, navçe bi navçe, herêm bi herêm bi nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Wanê re pêşkêşî xwendevanan dike.
****
PÊŞGOTIN
Emrekî li dû xeyalekê
Rêzdar Abdurrahman Önen, digel xebatên xwe yên teorîk bi salan e gund bi gund, bajar bi bajar li Kurdistanê digere û der barê erdnîgarîya wê de agahîyan berhev dike. Ev pirtûka li ber destê we, pirtûka duyem a wan rêzepirtûkan e ku di encama vê xebatê de hatîye amadekirin. Ked û hewldana bêhempa ya li dû vê berhemê ji naveroka pirtûkê û pêşgotina nivîskarî dîyar e, lewma teqdîr ya xwendevanan e.
Xebata mamoste Önen bi qasî naveroka xwe, bi çîroka li dû xwe jî gelek muhîm e. Rêzdar Önen, bi xeyala ku zarokên Kurdan bi zimanê xwe dersa erdnîgarîyê bixwînin, dest bi vî karî kirîye. Pirtûk bi qasî ku pirtûkeke erdnîgerîyê ye, ew qas jî çîroka berxwedana mirovên erdnîgarîyekê ye ku tê xwestin bêmejû û bêrabirdû were hiştin.
Kolonyalîst ji bo ku erdnîgarîyekê heta hetayê bikin a xwe, ji çeman bigire ta çîyayan, ji dar û beran bigire heta gîyanewerên li ser dijîn, her tiştî ji nû ve bi nav dikin. Bi vî awayî dixwazin gel ji erdnîgarîya wî û ji çîya, çem û xwezaya wî bi dûr bixin ya ku ji evîn, bawerî û têkoşînên wî re bûne wargeh.
Li hemberî vê yekê, bi sedan nivîskarên Kurd jîyana xwe di ber lêkolîn û nivîsandina dîroka Kurdistanê, erdnîgarî û çanda wê re derbas kirîye û li dijî vê sîyaseta bêmejûkirin û bêkokkirinê têkoşîyane. Lê mixabin digel vê keda mezin a ku wan daye, ji ber ku xwedîtî li xebatên wan nehatîye kirin, gelek ji wan kesan tevî xebatên xwe di rûpelên bi hizn yên dîroka me de bi wendabûnê re rû bi rû mane. Hin ji wan bi zor û zehmetîyên mezin xebatên xwe gihandibin astekê jî, di weşandin û gihandina wan a gel de, bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû mane. Îro hê jî gelek lêkolînerên jin û mêr yên bi van zehmetîyan re rû bi rû ne hene. Gelek kesan bi derfetên xwe lêkolînên xwe kiribin û dabin weşandin jî mixabin xebatên wan têra xwe nehatine teqdîrkirin.
Bi wesîleya vê pirtûkê, em di şexsê mamoste de, ji tevahiya van mirovan re, çi yên em navên wan dizanin, çi yên nizanin, spasîyên xwe pêşkêş dikin.
Em wekî Weqfa Îsmaîl Beşîkcî spasîya wan kesan dikin ku tevî ku eleqeya heq dikin nedîtine jî, bêsekn û westan li dû xeyalên xwe meşîyane. Em dixwazin xwendevanên me bizanin ku dema em polîtîkaya xwe ya weşanê pêk tînin, em vê mijarê tim li ber çavan digirin û em ê hewl bidin ku keda wan kesan bidin xuyakirin.
Rêveberîya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî
***
PÊŞGOTIN
Piştî pirtûka yekem a bi navê Erdnîgarîya Kurdistanê 1: Agirî niha pirtûka duyem a heman rêzê, pirtûka Wanê li ber destê we ye. Di pêşgotina pirtûka yekem de armanca vê xebatê wiha hatibû destnîşankirin: “...di dibistanên Kurdan de ji bo erdîngarîyê bingeh bê amadekirin, mamoste û xwendekar di dersa erdnîgarîyê de ne destvala bin.” Di gel kurteçîroka vê xebatê sedemên formata xebatê jî hatibû îzahkirin. Ji bo armanc, rêbaz û hin tercîhên ku hatine kirin baştir bên fêmkirin mirov dikare çend tiştên din jî li wê pêşgotinê zêde bike.
Erdnîgarî mijar û dîsîplîneke zanistî ya gelek berfireh û xwedî gelek şaxên cur bi cur e: Şiklên erdê (çem, çiya, deşt û hwd), av û hewa (îklîm), tevgerên volkanî, erdhej, aborî (çandinî, bazirganî, endustrî û hwd), dewlemendiyên sererd û binerd ji hin beşên wê ne. Lê di vê xebatê de mijarên sereke nav û belavbûna şiklên erdê û navê mezre, gund, navçe û wilayetan (parêzgeh) e. Ev nayê wê wateyê ku mijarên din qet nehatine lêkolînkirin û nivîsîn, bi qasî îmkan û derfetan gelek mijarên din jî di nav vê xebatê de hene.
Ji ber sedemên tên zanîn îro li welatê me gelek cih hene xwedî çend navan in û hê li ser navekî fikreke muşterek çênebûye. Di vê mijarê de tercîha min bikaranîna gel a berî 100-200 salan bû. Navên ku di nav gel de cî girtibûn û bi awayekî ketibû nav çand û folklora kurdan jî. Lê di hin mînakan de vê pîvanê têrê nedikir. Wek mînak, li Wanê devereke bilind û zinarî/çiyayî heye, nêzîkî xeraja mînîbûsên navçeyan e (li hember otogara navbajarî), devereke berbiçav e û ji gelek ciyên bajêr jî tê dîtin. Di seranserê du mehan de min navê vî ciyî pirsî, ji ber ku ez ji vir diçûm navçeyan, min bi sedan car pirsiye. Bersîv her ev bû: Toprakkale. Her çiqas min digot “ev nav bi bi Tirkî ye, ez navê Kurdî dixwazim” jî kêr nedihat, lewra nizanîbûn. Piştî nêzîkî du mehan rojekê ez li cem midûrê zabiteyên şaredariyê bûm û min pirsa vî cîyî kir. Jineke navsere got ku “me jê re bi Kurdî tiştek digot”. Telefonî malê, diya xwe kir. Bersîv ev bû: Berê Zer/Berê Kelê.
Mînakek din jî Amed/Diyarbekir e. Di çand û dîroka kurdan ya berî çend sedsalan de nav Diyarbekir e, lê piştî salên 1980 û 90î Amed wek nav pir belav bû. Her çiqas hîn tercîha min Diyarbekir be jî, ez texmîn dikim ku Amed ê derkeve pêş.
Ebexe / Çaldiran / Çardêran… Gelek navên vê navçeyê hene û şaredariyê “Ebexe” hilbijartiye. Ji ber ku navê devera ku navçe lê ava bûye “Deşta Ebexê” ye, bi min jî Ebexe maqûl hat. Ango hin caran rêç û rêzik serobino dibin. Ji ber van sedeman navên ku min nivîsandine ji nîqaşê re vekirî ne, çiqas nîqaş û lêkolîn hebin mijar ewqas wê zelaltir dibe.
Xaleke din mijara statuya bajar, navçe û gundan e. Di vir de, rewş li gor agahiyên fermî yên Tirkîyê ye, jixwe statuyeke din jî di destê me de tuneye, yên Osmanî kêmtir û xerabtir in. Statuya navçe û deveran bi helwesteke sîyasî/îdarî tê tespîtkirin. Ji ber ku me niha derfetekî bi vî rengî tune ye, min jî statuyên heyî bi kar anîn.
Belê, piştî van agahiyan em vegerin ser vê xebata xwe, wek me gotibû me ji bajarê Agirî dest pê kir. Ev pirtûka li ber destê we ya duyem a rêzepirtûkên erdnîgariya Kurdistanê ye.
Erdnîgarîya Wanê
Nifûsa Wanê li derdora 1.200.000î ye, rûbera wê 20.921 km2 ye û ji ya gelek dewletan firehtir e, wek mînak: Îsraîl 20.770 km2, Lubnan 10.452 km2 ye. 13 navçe û 1129 mezre û gundên Wanê hene. Wek ku di îndeksê de hatine nivîsîn, ji hezarî zêdetir dirûvên erdê hene; çem, çîya, gelî, newal, deşt û hwd. Piraya wan jî çem, çîya, gelî, zozan û war in.
Ez bi qasî 40 rojan hema hema li hemû deverên Wanê gerîyam. Lê piştî ku di dawîya Tebaxa 2015an şer dest pê kir, ger dijwar bû. Ez li Ebexê heta ber Çîyayê Tendûrekê jî çûm, lê ji ber şer min derfet nedît ku biçim ser Tendûrekê; her wiha li Westanê jî çûna Karkarê pêk nehat.
Di vê xebata erdnîgarîya Wanê de ev hene: 1- Navê mezre, gund û navçeyên Wanê yê Kurdî û Tirkî. 2- Çem, gol, çîya, deşt, zozan û hwd. yên Wanê. 3- 49 Nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Wanê.
Spasdarî
Bi sedan kes hene ku divê ez qala keda wan bikim; ji şoforên dolmîşan heta şivan û gavanên gundên Wanê, gelek kesan alîkarîya min kirin. Ji ber ku ez ê nikaribim di vir de navê wan hemû kesan bi cih bikim, ez ê ji her navçeyê qala hin kesan bikim ku bi awayekî berfireh û bi berdewamî alîkarîya min kirin.
Taner Öter ji roja ewil û heta roja dawîn qet ez bi tenê nehiştim. Cahit Bozbey (Cîgirê Serokê Şaredarîyê) hewl da ku wek sazî alîkariya min bikin. Ramazan Alver di seranserê du rojan de ez li hemû deverên Erdîşê gerandim; ji Zîlan heta Tûcî, ji Payê heta Panos û Elcewazê rêbertî û mahzûbantîya min kir. Bi rêbertîya Abdulkerim Sayan (Şaredarê Artemêtê) ez li hemû Artemêtê gerîyam. Ez bi saya Ömer Faruk Acar, Mehmet Kuşçu û Mustafa (Endamê Meclîsa Şaredarîyê) ji Bendîmahî heta Çîyayê Pîr Reşîd li gelek deverên Bêgirîyê gerîyam. Habip Tongaç ez li seranserê Ebexê gerandim, mixabin ji ber dijwarîyên şer me firsend nedît ku bi hev re derkevin ser Tendûrekê. Rıdvan Oktay li Elbakê ji min re bû per û bask, me du rojên têr û tije bi hev re derbas kirin. Hakkı ji me re him şofortî, him jî hevaltîyeke ji dil û can kir. Rıfat Tan li Miksê qet tu tişt texsîr nekir, ji dil û can rêbertî û mahzûbantîya min kir û ez li seranserê Miksê gerandim. Abidin Yavuz bi awayekî cansîperane li min xwedî derket, li Payîzavaya ku navçeya Wanê ya herî berfireh e em bi rojan gerîyan. Li Nordiza ku seranser çîyayî ye em hema hema gav bi gav, gund bi gund gerîyan. Erol (nûçegihanê şaredarîyê) û Hecî (şoforê şaredarîyê) li Qelqelîyê rêber û mahzûbanê min bûn. Li gundê Hecî me bi hev re firavîn jî xwar. Erol tasa mehîr da zarokekî malê û got “bibe têxe sarkerê bila bitevize”, cara yekem bû min dibîhist ku bi wateya cemidînê tevizîn tê bikaranîn. Cüzeyir Özkaplan (Endamê Meclîsa Şarederîyê) mirovekî çak û çeleng û bi her awayî têr û tije bû, li Sera Mexîna rêber û mahzûbanekî pir hêja bû. Şefik Biter li Şaxê bi awayekî pisporane û bi dilovanî ez bi tenê nehiştim, li min û xebata min xwedî derket. Şerefê ku şofor, rêber û zabitê şaredarîyê bû em li hemû deverên Şaxê gerandin. Mustafa Gündüz ne tenê li Şaxê, li seranserê Wanê alîkarîya min kir, li ku derê cî li min teng dibû ez li wî, Ramazan Alver an Abidin (Bahattin) Yavuz digerîyam. Fehim Oflas li Tûşbayê pîbarî min rabû, li kargeha xwe mahzûbantîya min kir. Sinan Hakan (Şaredarê Westanê) alîkarî û piştgirîyeke hêja pêk anî, derveyî Karkarê ez li hemû deverên Westanê gerîyam.
Mala wan bi hezaran car ava û şên be, hêvî dikim ku ew ê her şad, bextewar û azad bin.
Her wiha ji bo piştgirî û keda wan ez spasiya endam û kedkarên Weqfa Îsmaîl Beşikcî dikim.[1]