Navê tevgerê: Zîn Amara
Nav û paşnavL: Sûad Cimo
Navê bav: Mistefa Dabo Cimo
Navê dayikê: Fatme Hiso
Cih û dîroka dayikbûnê: 1987.12.15 gundê Girik
Cih û dîroka şehadetê: 2019.10.13 #Serê Kaniyê#
Dîroka tevlêbû: 2002.1.7
Di temenê sêzdeh salî de tevlî nava refên gerîla bû. Asta xwe ya xandinê heta refa pêncan xwendiye. Malbata şehîd Zîn ji neh kesan pêk dihat. Du xwîşk, heft bira, dê û bav. Ew kesayeteke wiha bû ku di malbat û nava hevêlên xwe gelekî dihat hezkirin û hurmet kirin.
Ji ber hezkirina xwe ya rêzgarkirina #kurd# û #kurdistan#ê, di temenekî bi çûk de tevlî nava refên gerîlayê dibe. Di nava çiyayê qendîlê de li gel hevalê Cemî Bayiq perwrde dîtibû. Piştî wê perwerdehiyê şerê Kobaniyê dest pê dike, lewma ew tê û li gel hevalên xwe tevlî refên şer dibe. Li wir di şerê Kobaniyê de şehîd Zîn di mile xwe de birîndar dibe. Ji ber jêhatiya wê ya hinekî balkêş û zêde, ew bibû qumîtana qumêtana bajarê sirînê û gundê derdorê wê. şehîd Zîn wek hemû şehîd û şervanan xewneke wê jî hebû, ew jî; rêzgarkirina Kurdistanê bû. xewnek bû di xwest azadiya kurdistanê bi çav bibîne, ji ber wê di azadîkirina Kurdistanê, azadiya xwe û gelê xwe didêt. Dayik û bavê xwe soz dan ku şehîd zîn amara tevlî şoreşê bibe. Şehîd zîn tevlî partiya karkerê Kurdistanê dibe soza çar parçeyên Kurdistanê dide û canê xwe ji bo gelê xwe ye kurd feda dike. Şehîd Zîn Amara di şerê Serê Kaniyê di sala 2019`an de bû yek ji şehîdên gula baxçeya kurdistanê. [1]