Cara yekemîn li Kırşehirê min mamoste Seyit Alp dît. Sal 1974/75 bû.
Ez û rahmetiyê Hikmet Fidan ji Enqerê diҫûn Welêt. Hingê Hikmet li Kirşehirê dibistana mamostetiyê dixwend an jî wê salê qedandibû. Ҫi hizreke baş bû ku Hikmet ez ji bo şevekê li wir kirim mêvan. Pirtûka rahmetiyê Orhan Kotan “Gururla bakıyorum dünyaya” wan rojan nû derketibû.
Em ber êvarkî gihiştin Kırşehırê. Hikmet em yekser birin mala mamoste Seyit ku hîngê li wur mamosteyî edebiyatê bû, wê êvarê bi zilamekî din re rûniştî bû. Bi qasî tê bîra min şeraba sor vedixwarın. Piştî hevnaskirinê Mamoste Seyit ez bi wî dengê xwe yî dawidî dîl girtim. Ji helbestên Orhan Kotan hin perҫe dixwendin, ew û yên Ahmet Arif didan ber hev û dîsa vedigriya ser ҫîrokên kurdên Anadolê ku her care dest bi yekê dikir û bi helbesteke ji “Gururla bakıyorum dünyaya” navber didayê. Heta derengê şevê em li ba wî zilamê zar xweş î henûn man.
Adinî rojê me li ҫayxanyeke parkê xurîniya xwe kir. Wer xuya bû Hikmet ez ne bê sedem biribûm wî bajarê ku lê ҫend salên xwe bi xwendinê derbaskiribûn û niha hêdî hêdî xatir jê dixwest. Wî dixwest ne tenê bajêr lê hezkiriyên xwe yî li wir jî bi min bide naskirin. Ciwanekî di temenê me de li wê ҫayxaneyê kar dikir; kesekî cansivik û henûn. Hikmet bang wî kir û ew jî mîna hemwelatiyekî me bi min da naskirin. Ew ciwan Şükrü Gülmiş bû. Hingê wî jî li wir bi Hikmet re dixwend.[1]