Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,064
Wêne
  123,206
Pirtûk PDF
  22,020
Faylên peywendîdar
  124,344
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Jina Kurd û Edebîyat
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Jina Kurd û Edebîyat - Rojbîn Ozkan
Jina Kurd û Edebîyat - Rojbîn Ozkan
Edebîyata Îslamî û Jina Kurd
Dîroka #jina kurd# wek gencînîyek weşartî maye. Taybet di warê edebîyatê de gelek kes wîsa dihesibîne, wekî ku qet muhedis, helbestvan romanûs û zimanzanên jin tune ye. Di vê nivîsê de min xwest ez li gor zanebûna xwe bersiva pirsa gelo jina kurd ji dîrokê heta niha di warê edebiyatê çi xebat kiriye” bidim.
Jinên malbata Eyûbîyan. Malbata Eyûbiyan, ne tenê bi kesayatîyên xwe ên sîyasî ve tên naskirin.ew malbata pîroz di heman demê de, di warê îlmê taybet îlmê îslamî de jî gelek pêşketîne. Helbet jinên wan jî ji van îlman bêpar nemane.
Fatime, nevîyê Sultan Selahaddîn Eyubî ye. keça Melîk Muhsîn Ehmed e. di sala 1201an de hatîye dinyayê. Fatime Xanim ji gelek aliman Hedis rivayet kirîye. Muhadîs e.
Xanima Kutlumek, ew jî ji malbata Eyubîyan e. Di sala 1344an de hatiye dinyayê.
Zumrut Xatun, keça Necmeddin Eyubî û Xwîşka Seleddîn Eyubî ye.
Sittî-ul Irak, kijan sal hatiye dinyayê ne dîyar e. Melîke xatun, navek wê jî ummul Muzaffer e. 1219 de vefat kirîye. Niseyb Xatun, di sala 1269an de vefat kirîye. Muhediseke di heyema xwe de gelek bin av û deng bûye. Gaziye Xatun… Disa çend xanimên ji heyema Eyibîyan lê ne ji malbata wan. Evna du xwîşk ji herema Culemêrgê ne. Xwîşka mezin Cewrîye, di sala 1305 de ji dayik bûye. Xanima Cewrîye, ders daye gelek alîman. Îbnî Hacer askalanî ji boy wê dibêje: “Gelek seydayên me ji Cewrîyê hedîs bihîstne. Xwîşka Cewrîyê Esma xanim ew jî di sala 1316an de hatiye dinyayê. Wê him ji xwîşka xwe Cewrîye him jî ji mezîz el Hamavî ders girt. Ders daye gelek aliman.
Fahrunnîsa Şuhde Dinorî, ev xanima hêja jî pîştî sala 1018 tê mîladî li Bexdayê hatiye dinyayê. Keça Ebu Nasir Ahmed El Baxdadî ElÎberî ye. ji bavê xwe îlmê hedîsan fêr bûye.
Zeyneb, xwîşka Şuhde ye. Ev xanima hêja jî, di sala 1389 de hatiye dinyayê. Kurê wê Muhammed yek ji alîmên wê demê ê herî navdar bûye. Zeyneb Xanim di îlmê hadîsê de gelek serkeftî bûye û ji gelek aliman îcazet girtîye.
Ummul Kiram, ev xanima jî di rêça Xanima Şuhde de çûye û mûhedîse.
Zeyneb Xanim, Bavê wê ji bajarê Sêrtê ye. Xanima Zeyneb, ji gelek aliman ders girtîye û bi xwe jî ders daye kurê xwe.
Ummî Muhhamed (dayika Muhammed) Ev xanima hêja jî di sala 1315 de ji alime mezin Abdullah Muhammed û Necib Abdullah ders girtîye.
Emmetullah Xanim, di sala sedsala 9 min ya hicrî de jiyaye. Emmetullah xanim, îcazet daye çend aliman.
Li vir xala herî giring ew e ku, jinek alim xwedî îlm îcazet dide zilaman.
Xanima Alime ( Xwîşka ustad Beddîûzeman Saîdê Kurdî ye) Zilamê wê ji alimek bi navê Mele Seîd e. Ev Xanima hêja, tevê zilamê xwe demek li şamê jîyaye. Tê gotin ku dema ji Mele Seîdê zilamê wê tiştek îlmî bihata pirsin û wî nizanibûya ji feqîyên xwe re digot; “Ez ji Alime Xanimê bipirsim paşê bersiva we bidim.
Edebîyata Klasîk û Jina Kurd
Mahşeref Xanim
Mahşeref xanim, Pirtuka fikih, helbest û pirtûkek li ser diroka Mîrektîya Erdalan nivîsîye.
Di sala 1804an de li bajarê Sineyê hatiye dinyayê. Mesture xanim di helbestên xwe de xwe weha dide naskirin
Ey Mesture helbestên te di herdem de
Xemla cenga qobat û Perhîz e ( şahê sasanî ; Qobat kûrê Perhîz e.)
Her weha di helbestek di de weha dibêje
Mestûre wek genca Qarûn
Li cihanê meşhur e tu car xerab nabe
Him bavê wê him kalikê ehle terîqetek mezin bûne. Malabata Mesturê xwedî pirtukaxaneyek gelek dewlemend bûye. Mesture jinek dindar xwedî tekwa û neteweperwer bûye. Wê baş zanibûye ku dindarîya wê li hember neteweperwerîya wê nabe asteng. Her weha neteweperwerîya wê jî li hember dindarîya wê nabe asteng. Hêjayê gotinê ku helbestên Mestur herî zêde li ser evîndaryê ye.
Û di wî warî de jî gelek wêrek bûye. Helbestên ku li ser mêrê xwe Xusrev xan anîye ziman giştî bi vî rengine:
Eger bayê peyamek ji Xusrev xan bianîya
Minê canê xwe yê şêrin diyarîya wî bikira.
Diwana Mesture
Xwedê re şikir ku inyata dijminan re
Ji ber be min nameya Xusrevê Cemşît xwend.
Ew zilamê xwe di ciwanîya xwe de bûne evîndar, lê ji ber ku bavê Xusrev xan dixwest deshilatdarîya xwe xurt bike kurê xwe bi keça şah re zewicanndîye.
Li piştî zewaca Xusrev xan ew dîsa jî dizewicin. ( lêkolîner Cemal Ehmedê Ayin ku nêzî deh salan li ser jîyana Mesture xebat dike. ) disa helbestek xwe de weha dibêje:
Ax ji ber cewra yarê û cefaya felekê
Pûç bû wek bayê çû cîwanîya min
Mestûre, wek şevê hicran jî çû
Hat roja wusletê û Xusrev Malik li kêleka min
Rihan Xanima Loristanî
Rihan Xanim, di sedsala XIan de li loristanê li herema Yaftê jiyana xwe bûrandîye. Peyrewa şa Xweşînê Loristanê ye.
Liza Xanima Caf
Liza xanim, di sedsala XIan de jiyaye ji malbata Caf e. Li Şrezorî hatîye dinyayê. Lê paşê çûye Lorîstanê li wir jîyana xwe borandîye. Peyrewê şa Xweşînê Lorîstanê ye.
Hatu Mey Zerd
Hatu Mey Zerd, di sedsala XIan de li Loristanê jîyaye û hê 12 salîy xwe de bûye Şa Xweşîna Loristanê. Li ser şa helbest nivîsandîye. Hatu Mey Zer li çîyayê yaftê vefat kirîye.
Dayê Xêzana Serkeftî
Daye xêzana serkeftî di sedsala XIan de jîyaye. Li Hewremanê li gundê Serkeftî hatîye dinyayê û li wîr vefat kirîye.
Hatun Dayrakî Remzbarî
Hatun Dayrakî Remzbarî şex Îsayê Berzencîye û diya sultan Sahak e. Li Helwanê hatiye dinyayê û di sala 1345an de li Şexanê vefat kirîye.
Yay Hebîbeya Şarezorî
Navê wê şex Hebîbeya Şex Hebîbşah e. Keça Şex Sedreddînê Şarezorîye. Di sala 1282 de li şarezorê li gundê yawa yê hatiye dinyayê. Piştî li bal bavê xwe perwerdeya seretayî xilas kirîye, li gel birayê xwe re çûye helwanê û li wir jî du salan xwendîye. Piştî vefata bavê xwe çûye Hewremanê li wir bi cih bûye. Hebîba Xanim qet nezewicîye di sala 1334an de li şexanê koçî dawî kirîye. Ango 42 salîya xwe de.
Semen Xanima Devdanî
Semen Xanim, di sedsala XVIan de jiyaye. Di sala 1530’i de li dewdanê intisaba baba celîl kiriye.
Di sovyeta berê de jinên kurd ên nivîskar, kurdolog û lêkolîner
Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje di sovyeta berê de gelek jinên kurdan di warê edebiyat û hûnerê de xwe pênûsek gelek xurt bûne.
Cemîla Celîl
Keça niviskar, lêkolîner kurdolog Cesimê Celîl e. Di sala 1940an de li Yêrivanê paytexta Ermenistanê de hatiye dinyayê. Ew ji wekî hemû endamên malbatê li ser kurdî xebitîye. Lê wê herî zêde li ser muzika kurdî lekolîn kiriye. 30 sal bê navber radyoya Erîvanê de stranên gelerî tomar kiriye. Wan xebatên xwe di 14 pirtukan de berhev kirîye. Her veha pirtukek bi navê “ kudolojî û malbata Celîl “ nivîsandîye.
Firîda Hecî Cewarî
Firida Xanim, di sala 1934 de li Yêrîvanê pextexta Emenistanê tê dinyayê. Keça Hecîyê Cindîye. Metametikzan, fîzîkzan, Pedegog, rewşenbîr û nivîskar e.
Firda Xanim 50 salan mamostetî kirîye. 30 salan serokatîya beşa fizikê û metamatîkê kirîye. Firida xanim, hê 22 salî bûye, tevê bavê xweyê rehmetî tevlî xebata elifba û zimanê kurdî dibe.
Ku wekî kitêbên hazirkirina dersên kurdî tên naskirin.
Siya Semend. Çîrokbêj pirtuka wê bi navê xezal di 1961 de kurdî lê bi alfebeya krîlî hatiye nivisandin.
Çend Nav Jî Ji Başûr
Şukrîye Resul akademîsyen, nivîskar û sîyasedmedar e.
Mahabat Qeredaxî, lêkolîner çalakvanê mafê jinan bi giştî 34 berhemên wê hene pirtûkek bi navê “afretîzîm” li ser têkoşîna jinên pêşmerge hvd nivisandîye. Mixabin qerejdaxî sala çûyî ji ber nexweşîya covit koçî davî kîr.
Dr Kurdistan Mukrîyanî. Kurdistan Mukrîyanî keça Giv Mukrîyanîye. Lêkolîner akademisyen e. Perwerda xwe li ser filîlojîyê kiriye. Di sala 1977 de li zankoya Silemanîyê dest bi xebatên akademîsyenîyê kiriye. Li ser rêzimanîya kurdî pirtûkên wê hene. Malbata Mukrîyanî li ser çapemenîya kurdî xebatên gelek hêja kirine.
Mizgîn Hesko, selwa Gulî. Kejal Ahmed, Gulnar Elî, Şîlan Doskî…
Çend Nav Rojava /Kurdên Surîyê
Diya cîwan, Evîn Şîkakî (pirtukek bi navê fixana pênûsên nazik, antolojîya helbestvanên jin nivisiye) Jana Seyda, Bêrî Bihar, Axin Welat, Çîmen Murad û gelek navên dî…
Li nav kurdên Turkîye jinên niviskar ên nûjen
Suzan Samanci berî tîrkî, paşê kurdî nivîsandîye. Yildiz Çakar, Çîgdem Baran, Gulgeş Deryaspî. Gulistan Çoban ew jî berê tirkî paşê kurdî nivîsîye romanên wê herî zêde li ser şexsîyetên dîrokîne. Yekemîn romana Gulistan Çoban ya Kurdî bi navê “Sînem” li ser evîna Feqîyê Teyran û Sînemê hatiye hatîye nivîsandin. Eyşana Beravî, Ruken Çaliştiran. Kirîstîn Ozbey Roza Metîna, Sultan Yaray. Gulîzer, Lorîn Doxan, Kiristîn Ozbey, Fatma Savci. Rojbîn Ozkan. Faxrîye Adsay. Reyhan Sarhan. Nivîskarên Bakûrê Kurdistanê ( Turkiye) herî zêde helbest, çîrok û roman nivîsîne. Hîn kes jî wekî Faxrîye Adsay karê wergerê dikin. Fexrîye Adsay heta niha bi dehan pirtûkên hêja ên zimanê bîyanî wergerandîye Kurdî.
Çavkanî:
-Ji pîrtûka Abdurrahman Atak: Destpêka edebîyata Kurdî ya klasîk.
-Pirtûka Evîn Şîkakî Antolojîya helbestvanên jin. (Pîxana pênûsa nazik)
-Ji nivîsek Xalîd Sadinî û çend nivîsên ji malperên cûda.
Nîşe: Min ev agahî di bernemeya TRT Kurdî ya bi navê Zumruda Enqa bi pêşkeşvanîya Prof. Nesim Doru de ku bibûm mêvan pêşkeşkir.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,962 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://candname.com/- 13-11-2022
Gotarên Girêdayî: 36
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 03-08-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Jinan
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 13-11-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-11-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-11-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,962 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.110 KB 13-11-2022 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!