Arif Qurbanî
Di heyama zêdeyî 40 salên borî de ku Komara Îslamî ya Îranê desthilata Îranê zeft kir, bi her awayî Kurdan dikuje. Bi dirêjahiya gelek salan bi hênceta xebata çekdarî ya Kurdan, li bajar û gundên #Rojhilatê Kurdistanê# kurd qetlûam dikir.
Li Başûrê Kurdistanê bi sedan lawxasên Kurdên rojhilatî teror kir bi hênceta ku dijberên Komara Îslamî ya Îranê ne û aramiya navçeyên sînorî dixin metirsiyê.
Li hundirê Îranê bi hezaran ciwanên Kurd bi hênceta ku bi #partiyên Kurdistanî# re dixebitin yan bi bihaneya madeyên hişber hatine daleqandin. Mehek derbas nabe bêyî ku em nûçeya kuştina çend ciwanên kurd ên kolber nebihîzin ku dibin qurbanîyên peydakirina pariyek nan ji mal, zar û zêçên xwe re.
Bi dehan qonaxên dîrokî hene ku desthilatdarên Îranê li ber çavê Xwedê, civaka navdewletî û gelên Îranê ciwan, xort, jin û zarokên Kurd dikujin û kes jî dengê xwe li dijî wan bilind nake.
Lê di bûyereke neçaverêkirî ya meha borî de, malbateke Kurd a ji bajarê Seqizê dema bi seredan diçe Tehranê, polîsê Tehranê bi hênceta (neguncavbûna çarşefa wê) keça wan a 22 salî digirin û bi sedema zêrandina gewdeyî û derûnî keçik jiyana xwe ji dest dide.
Belavbûna nûçeya mirina Jînaya 22 salî, bû volkan û li piraniya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di rûyê desthilatdaran de teqiya.
Tişta ku vêga li Îranê diqewime yekem car e di dîroka desthilata Komara Îslamî de, li hember kuştina kurdekê nerazîbûn û xwepêşandanên gel û neteweyên din bi dû xwe de bîne.
Ev xaleke girîng e ku Faris, Azerî, Belûç û Ereb li ser kuştina canikeke Kurd li seranserê Îranê li dijî desthilatê daketin kolanan. Li piraniya welatên rojavayê jî, revenda Îranî bi hev re li pêşber balyozxaneyên Îranê nerazîbûnê nîşan didin.
Sedem diyar e, Kurd dibêjin “tas tije bibe jê dirije”. Cewr û stema desthilatdarên Îranê li hember gelên Îranê û zordarîlêkirin û birçîkirina xelkê gihiştiye asta herî jor.
Rewşa navxweyî ya welêt li benda firsendekê bû ku biteqe. Mirina Jînayê ew derbika şixatê bû ku ji bo gurkirina meşaleyê pêwîst bû. Lê fikrîneke hûr ji Kurdan re divê da mirina Jînayê bikin derfetek ne ji bo mirinê, lêbelê ji bo jiyanê.
Ji ber ku Îran ber bi bidestxistina çekên atomî ve diçe û li gel Amerîka, Îsraîl û Rojava di qonaxeke gelek hestyar re derbas dibe, di vê demê de teqîna pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi awayekî rasterast bi pirsgirêkên xwe yên bi Rojavayê re girê dide.
Lewra ji bo Kurdan rewşeke herî hestyar e û divê partiyên Kurdistanî berî avêtina her gavekê ne du caran, lêbelê divê deh caran bihizirin.
Li medya û torên civakî, yên ku tenê bi hestan li bûyeran dinêrin, dibe ku guvaşeke mezin danin ser hêzên siyasî yên Kurdistanê li rojhilêt û nav di wan bidin ku şer û tevkujiyan bixin bajarên Kurdistanî. Ger rewşa Îranê bi vî rengî dom bike, ne dûr e ku hêzên navçeyî û navdewletî jî vê daxwazê ji partiyên Kurdistanî yên rojhilêt bikin û wek hûrdema serîhildan û rizgarkirina rojhilêt bisêwirînin. Lê ev ne ew rêya rast e ku divê kurd bidin ser.
Tiştê yekem ku giring e û erk û stûbariya partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ye, lazim e haya wan jê hebe ku ev nerazîbûna giştî ji bo berevaniya li azadiyê çêbûye û wêneyê wê neguhere ji bo xwestek û pirsgirêka neteweyî. Ango bi pirsgirêka Kurd û maf û daxwazên gelê Kurd re neyê tevlihevkirin.
Çunke eger mijar biguhere ser meseleya kurdbûnê, dê nola tevaya stem û tawankariyên din ku li hember kurdan hatin kirin û ti yekê ji neteweyên din ên Îranê wek kêşeya xwe nedît, dê encama van bûyeran jî bi wî derdî here.
Divê ew yek li ber çav were girtin ku dê karvedana desthilatê piştî çend rojên din pir tundûtîj bibe. Niha bi sedema civîna NY û çunke Reîsî li Amerîkayê bû, naxwazin zêde bikevin ber lomeya civaka navdewletî, lê dê paşê şideta hikûmetê pir zêdetir bibe.
Lewra ji bo her eger û pêşhatekê giring e ku pirsgirêk pirsgirêka gelên Îranê be. Çawa ku vêga mohra ti pêkhateyeka taybet li ser nerazîbûn û xwenîşandan tune ye, divê kurd miqate bin ku berê bertekên desthilatê ne li kurdan bi tenê bin û ne dûr e ku dewlet bi xwe bi çend senaryoyan bixwaze meseleyê biguhere û bike pirsgirêka neteweyî û wan sûcdar jî bike ku destê Amerîka û Îsraîlê li pişt van bûyeran heye û bixwaze bi tundî heyfê ji kurdan hilîne.
Nabe ku kurd bidin pêşiya bûyeran. Tişta giring xweamadekirina ji bo berbelavbûna bûyeran û reftara bi tiştên derdikevin pêş re ye.
Partiyên rojhilêt di hemî bûyerên çend dehsaliyên sedsala borî de, di van bîst salên borî de jî heta niha baş tevgeriyane. Ev bûyer jî ezmûneke din e ji wan re ka heta çiqasî dikarin bi awayekî bi bûyeran re tevbigerin ku di egera geşbûn û serkeftina wan de bikin derfeta jiyaneke nû ji bo civaka kurdî û di egera şikestinê de bajarên kurdî bi tevkujî û jenosîdê ra rûbirû nemînin.[1]