Li #Kobanê# û navçeya Ehrez a Şehbayê bi sedan mêr li dijî tundiya li ser jinan daketin qadan.
Bi dirûşma Li dijî her cure tundiya dewletan û zîhniyeta zilaman jin, jiyan, azadî li bajarê Kobanê û navçeya Ehrez a Şehbayê bi sedan mêr daketin qadan û tundiya li ser jinan şermezar kir.
KOBANÊ
Meşa li Kobanê ya ji aliyê Kongra Star ve hat birêxistinkirin, ji Qada Şehîd Egîd ber bi Qada Jina Azad ve dest pê kir. Di meşê de wêneyên jinên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, hatin hildan û dirûşmên Jin, Jiyan, Azadî hatin berzkirin.
Meş li Qada Jina Azad veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û anî ziman ku azadiya jinan azadiya tevahî gel û civakên azadîxwaz e û got: Dem dema şikandina qalibê kolekirina jinan e ku desthilata baviksalar ji bo tunekirina gelên azadîxwaz li ser jinan ferz kiriye. Heke gel bixwazin azad û bi aştî bijîn divê di serî de jinan azad bikin û li hemberî hemû kesên ku hewl didin jinan biçûk bixin, bisekinin. Heta ku jin kole bin dê azadî tune be.
Mihemed Şahîn her wiha got Kobanê sembola azadî û têkbirina terorê bi destê jinên berxwedêr e û wiha dawî li axaftina xwe anî: Ji Qada Jina Azad a Kobanê ez bang li hemû jinan dikim ku dengê xwe li hemberî destpotiyê bilind bikin.
Mîtîng bi berzkirina dirûşmên banga azadiya jinan bi dawî bû.
ŞEHBA
Li navçeya Ehrez a Şehbayê jî bi sedan mêran bi meşekê tundiya li ser jinan şermezar kir. Meş ji aliyê Komîteya Jinan a Meclisa Kantona #Efrîn#ê û Kongra Star hat organîzekirin.
Meşê ji rêya di navbera gundên Kefer Nasih û Ehrezê dest pê kir û li qada sereke ya navçeyê rawestiya. Li vir endamê Meclisa Kantona Efrînê Fewzî Mistefa axivî û got: Di sedsalên borî de jin wekî koleyên civakê û mêran jiyîn. Lê rêber Ocalan bi fikr û felsefeya xwe rêya jinan ronî kir. Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan mînaka herî berbiçav a vê yekê ye.
Fewzî Mistefa got ew ê şopdarên xeta rêber Abdullah Ocalan bin heta ku civak ji zîhniyeta baviksalar rizgar bibe.
Endamê Meclisa Kantona Şehbayê Mihemed Mamo jî banga belavkirina fikirên rêber Ocalan ên azadkirina jinan kir.
Çalakî bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.[1]
ANHA