Doktor Fuad; Kurê Hecî Îbrahîm e, bavê wî kurdê zazayên Çermîkê ne. Di sala 1887 an de li Diyarbekirê hatiye dîne. Zankoya Stenbol beşa bijişkî qedandibû, lî Amedê bijişki dikir. Berpirsiyarê rêxistina azadiyê bû. Dema tevgera Şex Seîd şikest, ew hate girtin,dadgeha Îstiqlalê biryara xeniqandinê da. Lê dozger Sureya Ahmede dîbêje serokê dadgehê Mezher Mufîd; Dr. Fuad kêrhatiye, em wî darve nekin, bişinin zîndanê. Mezher Mufîd dibêje dozger; em ê çawa bikin, me biryara darwekirinê dayê. Dozger dibêje; em ê bibêjin Dr. Fuad tirk e. Dubare dadgehê gazî Dr. Fuad dike, serokê dadgehê dibêje, Dr. Fuad tu tirk î ne wisa ? Dr. Fuad jî dibêje; nexêr ez ne tirk îm, bavê min kurdê zazayê Çermîkê ye, dayika min jî ji Amedê ye. Ji nû dubare biryara darvekirinê digrin û dikin.
$Gotina wî ya dawiyê ev e: Min ehd kiribû ku er ê rojekê jiyana xwe di riya welat de bidim. Tu şik û gumana min tune ye dê rojekî ala serxwebûnê li ser axa vî welatî ku em niha li ser tê darvekirin li ba bibe.$......[1]
Navdarên Kurdan ( Kerem Serhatli)
Çapxane: Bizim Büro Matbaacilik