Nav û paşnav: Zana Ebdo
Navê tevgerî: Zana
Navê bav: Mehmûd Hesen
Navê dayîkê: Rebî'e
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Di sala 1995 li #Qamişlo#
Cih û dîrok şehadetê: Di dîroka 24/1/2017 li Meskenê- Minbic gihîşt asta
şehadetê.
Di sala 1995`an li Qamişlo hatiye dinyayê. Esil mlbata wî ji Kobaniyê ye, lê ji ber ku malbata wî li wir jiyan dikir, lewma li wir tê dinyayê. Paşnavê wî Ebdo ye. Piştî bûyîna wî malbata wî vedigerin Kobaniyê û li gundê xizênê dijîn. Şehîd Zana di nava malbateke ku ji çar xwişk û çar birayan pêk tê, dijiya. Piştî vegera malbata wî ya li gund xwendina xwe ya asta seretayî û navîn heta şanizdeh saliya xwe dewam dike. paşê ji ber rewşa malbata xwe ya aborî mecbûr dimîne ku dev ji dibistanê berde û li karekî bigere da ku rewşa malbata xwe ya aborî baştir bike. Di karê mîkanîkî de dixebite.
Şehîd Zana keseyetekî dilovan, dilnaz û hezker bû. Her tim bi bişrîn bi der dora xwe re dida û distand, te tu carî li ser rûyî wî hêsên xemgînî û nefre nedît, her tim bi kelecanek çoş û bişrîn bi derdora xwe re suhbet dikir. Ji ber ku bavê wî endamek ji Partiya Demokratîk bû bandor li ser wî kir, di heman demê de tovên netewperî û hezkirina welat di dil û hinavê wî de belav dibû, lewra ew jî ket nava hêzên demokratîk. Di 20.6.2016`an de navê xwe li Erka xwe parastinê tomar kir ji ber ku ji welat hez dikir her tim bi moral û rûmet xebat dikir. Di her xebatê de bejna wî li pêşiya hemûyan de xuya dikir. Li felekê dev ji wî berneda, kelemên xwe berda hinava wî û ew ber bi xwe ve kişand. Dema ku di cenga gundê Meknesê Hecar yê ku li dijî teroristanê şer dikir, pir li ber xwe dida, lê gihîşt asta şehadetê ango li Meskenê di dîroka 24/1/2017 ew jî para xwe ji pakrewanên birûmet bir û derbasî nav parka gulîlkên bihûştê bû, lê di dilê hemû kesan de zindî ma.
Kesên ku şopên xwe di dîrokê de
bihêlin nayên jibîrkirin[1]