Piştî dagîrkirina herêma #Efrîn#ê ji aliyê artêşa Tirkiye ve di Adara 2018an de, guhertina demografiyê bi awayekî sîstematîk dest pê kir, bi taybetî bi rêya avakirina komelgehên nîştecîhbûnê. Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdî Sûrî dibêje ku niha Desteya Tehrîr ElŞam jî di guhertina demografîk de berdewam e û ji bilî wê dixwaze çanda navçeyê jî biguhere.
Piştî teqîna Stenbolê ji xwe metrsiyên xelk ji egera destpêkriina operseyoneke nû ji aliyê Tirkiyê li Bakurê Sûriyê zêdetir bûye.
Piştî dagîrkirina herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiye ve di Adara 2018ê de, projeya guhertina demografî ji aliyê hikûmeta Tirkiye bi awayekî sîstematîk destpê kir, bi taybetî bi rêya avakirina komelgehên nîştecîhbûnê tê kirin, ew jî bi hinceta vegerandina koçberên Sûrî bo welatê wan.
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdî Sûrî Gêlo Îsa got, “Tirkiyê heta dawiyê qirêjiya xwe bi opozîsyona Sûriyê û Artêşa Nîştimanî kir, vê carê jî dixwaze qirêjiya xwe Cehbet El-Nusra bidomîne. Ew rengê ku Artêşa Nîştimanî demografiya Efrînê guherî û bi dehan alozî ji xelkê wê re derxistin, xelk revandin, dizî kirin, kuştin û talan kirin. Cehbet El-Nusra jî dê niha çanda Efrînê biguhere ku ew mabû.”
Ji aliyekî din ve, piştî Tirkiye derbarê pêkanîna operasyoneke serbazî de bo nav axa Rojavayê Kurdistanê bê hêvî bû ku nikarî çiraya kesk ji welatên garantor Rûsya û Îranê werbigire, berê xwe da bikaranîna dronan dijî fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê, lê bi vê yekê jî razî nebû ku di 13ê Mijdarê de xwest bi hinceta teqîna Stenbolê bibêje keça êrîşker Ehlam el-Beşîr ji aliyê #Rêveberiya Xweser# ve hatiye şandin lê dijberê Sûrî yê navdar Kemal el-Lebwanî vê yekê ji kok de red dike.
Dijberê Sûrî Kemal el-Lebwanî anî ziman, “Em li tomarên nifûsên Sûriyê geriyan, derket ku ev keç ne Sûrî ye, her wiha daku em piştrast jî bibin, me bi rêya hevalên xwe yên ku peywendiyên wan bi rejîmê re qut nebûne pirsî û daxwaz ji Istixbaratê Cewwî, Eskerî, Siyasî û Cinaî jî kirin, hemûyan bersiva da ku ev keç ne Sûrî ye û heta navê wê di tomarên Mektûman de jî nîne, her wiha heta em piştrast bûn ku Ehlam el-Beşîr ne ji Kobaniyê ye jî.”
Li gor çavdêrên peywendîdar, ji aliyekî Serokkomarê Tirkiye dixwaze peywdendiyan li gel Serokkomarê Sûriyê asayî bike û ji aliyekî din ve pêdagir e operasyoneke serbazî li nav axa wî welatî pêk bîne, li beramber jî Hikûmeta Sûriyê asayîkirina peywendiyan li gel Tirkiye bi vekişîna hêzên wê ji bakurê welat û piştîvanînekirina terorê ve girê dide.[1]