Nivîskar, wergêr û lêkolîner Gulistan Sîdo
Gulistan Sîdo: Ji Çiyayê Kurmênc- Rojavayê Kurdistanê ye.
Di 10-06-1979an de li bajarê Helebê ji dayîk bûye. Ji Efrînê ji gundê Maratê ye, li bajarê Helebê mezin bûye. Xwendina xwe heya zanîngehê li wir qedandiye.
Bawernameyên bilind û erk û berpirsyartî:
2003 : Xwendina bilind di wêjeya fransî de. Zanîngeha Helebê.
2007 : Master 2 di wêjeya fransî ya nûjen de ji Zanîngeha Sorbonê. Paris III.
2012 : Rêvebera Yekîtiya Mamosteyan- șaxê Helebê.
2013 : Yek ji endamên damezirîner a yekemîn Peymengeha Ziman û Wêjeya Kurdî (Ș. VIYAN AMARA) li Efrînê.
2014-2016 : Cîgira desteya perwerde û fêrkirinê li kantona Efrînê. Endama komîteya wêjeyê Szk Efrîn.
2019-2021 Cîgira desteya rêveber û berpirsiyara nivîsgeha têkiliyên derve ya Zanîngeha Rojava. Qamișlo.
2021 : Yek ji endamên damezirîner a inîsyatîfa ekolojî li Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyê (Keziyên Kesk).
2022… Xwendekara doktorayê li INALCO’yê, Peymangeha Neteweyî Ya Ziman û Șaristaniyên Rojhilatî. Paris.
Warên lêkolînê :
-Lêkolîn û xebatên zanistî derbarê teoriyên wêjeya devokî û nivîskî. Rêbazên lêkolîna wan. Warên hînkirin û lêkolînên derbarê zimanê dayîkê de.
-Berhevkirin, tîpguhêzî û wergera metnên wêjeyî yên devkî yên kurdî ber bi zimanê fransizî. Rêbazên analîzkirin û têghiștina hunera derbirandina devokî.
-2009-2010 : Berhevkirin û tomarkirina zargotinê li Efrînê û Helebê.
Yek ji Çîrokên Pîrka Min, ku wê ji devoka efrînê wergerandî zimanê fransizî.
Wê bi xwe wêjeya fransî li Helebê xwendiye. Lîsans û xwendina bilind di sala 2003 qedandiye, û piștre di sala 2007an de, li Sorbonê mastera xwe derbarê wêjeya fransizî ya nûjen de qedandiye. Ew vegeriyaye Helebê û ew weke mamosteya zimanê fransî dixebitî. Di salên 2009 û 2010 de, dest bi berhevkirin û tomarkirina zargotina herêma Efrînê kiriye û li ba wê arșîvek heye. Ji xwe di nava malbatê de axaftina bi kurdî xaleke girîng bû û hezkirina wê bi taybet ji zargotinê re bi saya bandora pîrka wê hatiye. Ew li ser çîrokên dê û bapîrên xwe mezin bû.
Piștre di sala 2011an de, şerê li Sûriyê destpê kir û ji wê demê heya niha, wê cihê xwe di nava kar û xebatên pêșxistina perwerdeya zimanê kurdî li Heleb û Efrînê girtibû. Piștî ku Efrîn hate dagirkirin, ew koçber bûn, wê berê xwe da herêma Cizîrê (Qamișlo). Wê di Zanîngeha Rojava ku di sala 2016an de hatiye damezirandin erkê xwe weke cîgira desteya rêveber û di heman demê de, berpirsiyara nivîsgeha têkiliyên derve destpê kir.
-Endama ODM, « Oralités du Monde », Zargontinên Cîhanê « beșa kurdî-kurmancî » :
Pênaseya ODM : komeke ji lêkolîner û pisporên ziman û çandên cîhanî ku di sala 2019an de hatiye damezirandin pêk tê. Ev kom girêdayî Plidamê ye (Navenda lêkolînê ji bo Pirengiya ziman û nasnameyan, dîdaktîk, fêrbûn û veguhestinê), seroka vê ekîpê jî Prof. Urusula Baumgardt e, û ji gelek pisporên din pêk tê. Rêbaza lêkolînerî ya ekîpê xwe dispêre gelek displînan. Weke zimannasî « Applied linguistics », șayesadina zimanan bi armanca hînbûna wan, warê perwerde û fêrkirinê û zanistên civakî, cografiya siyasî, siyasetên zimanî, teknolojiyên perwerdehiyê….
Sernava mijara têza doktorayê:
« Les articulations de la littérature orale et écrite en kurde : les représentations de l'identité et de l'altérité culturelles »
-الروابط بين الأدبين الشفوي والمكتوب باللغة الكردية : تمثيلات الهوية الثقافية والاخر.
-Pevgirêdanên Wêjeya Devokî û ya Nivîskî ya Kurdî, Nîșaneyên Nasnameyî û Cudatiyên Çandî.
Șêwirmend : Prof. Ursula Baumgardt
Hevpeyvîn:
1. Hevpeyvîn di kovara fransî « Contre Temps » 19 hezîrana 2021.
« Bâtir une université révolutionnaire au Rojava ? »
(Avakirina zanîngeheke șoreșger li Rojava)
2. Mêvana RFI radyoya fransî ya navnaetewî. 15 gulana 2022.
Lêkolîn, nivîs û gotar:
Nivîsên ramyarî û șîrove derbarê șoreșa Rojava de û bi taybet șoreșa ziman û rola jinê: Di rojnameyên weke Ronahî, kovarên mîna Asoya Jinê, Rojhilata Navîn a Demoqratîk û kovara Șermola a çandî û wêjeyî.
-بعيداً عن الشمولية و التوحيدية, الدبلوماسية الثقافية في روج آفا أنموذجاً
-« Wêjeya Devkî Di Çarçoveya Teyorî û Rêbazên Lêkolînê Yên Nûjen De » (Gulîstan Sîdo)
Herwiha gotarên bi zimanê erebî di rojnameya Misrî de Kenûz Arabiya جريدة كنوز عربية
Berhemên wê yên çapkirî ev in:
Gotar bi fransî : (Wêjeya devokî di serdema șer de Tecrûbeya çîrokbêjiyê li herêma Çiyayê Kurmênc).
Wergera șanoya fransî ya bi sernavê (Montserrat) ya Emmanuel Roblès ber bi kurmancî. Weșanxaneya Șilêr, Qamișlo.
-Xelata Saziya Frankonfoniyê ya li Helebê di 2005an de/ Xelata nivîsandina kurteçîrokekê bi zimanê fransî.[1]