Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,836
Wêne
  123,943
Pirtûk PDF
  22,084
Faylên peywendîdar
  125,663
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Min Xwest Bibim Pirek Di Navbera Zaravayê kurdî De
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Nivîskar û wergêr Muhsîn Ozdemîr
Nivîskar û wergêr Muhsîn Ozdemîr
Nivîskar û wergêr #Muhsîn Ozdemîr# bi wergerên xwe yên helbestên ji zimanê farisî yên Furûx Ferroxzadê û Sohrab Sepehrî, her wiha romana Sadiq Hidayet a bi navê Bûmê Kor hat nasîn. Her wiha we navê wî ji veguhestina helbestên Şêrko Bêkes ji zaravayê soranî bo kurmancî jî bihîstiye. Ji bo em Muhsîn Ozdemîr bêtir nas bikin, me ji bo we xwînerên Xwebûnê ev sohbet pê re kir.
Navê Muhsîn Ozdemîr ji nivîskariyê bêtir bi wergerê derdikeve pêş. Çi bû sedem tu dest bi karê wergerê bikî, her wiha bi te girîngiya wergera ji zimanekî din bo kurdî çi ye?
Di serî de spasiya xwe arasteyî rojnameya Xwebûnê dikim, ev eleqemendî nîşanî min dan ku vê hevpevînê bikim.
Helbet berî ku dest bi wergerê bikim, di serê min de planin hebûn ku hin serhatiyên xwe bi kurdî binivîsim. Min dixwest hin kêliyên dîrokî yên di jiyana min de, wek belge bimînin. Ji ber ku ew serhatî ne yên min tenê bûn, bi xwe re hezaran kes têkildar dikirin lê rewşa min a tenduristî, fikara mirineke nişkegavî her li ber çavê min bû. Ji ber wê, bi qasî mehekê li zindana Licê ya #Amed#ê min romana serhatiya xwe ya bi navê ‘Sê Tilîlî’ nivîsand, li ser hesabê ku piştî mirina min were weşandin.
Xweşbextane, piştî derketina ji zindanê hino hino min ev fikar deralî kirin û ketim nav lêgerînan.
Di serî de min dixwest hin gotar binivîsim têkildarî vebîra/hafizeya kurdî. Di hin rojname û kovarên xwecihî yên Êlihê de min gelek gotarên têkildarî çand-vebîra kurd, carna bi tirkî, bi piranî jî bi kurdî nivîsandin. Di vê navê de jî min gelek pirtûk xwendin û gelek jî nivîskar şopandin. Derfet çêbûn bi rêya înternetê gelek nivîskar û şairên îranî jî bixwînim. Her wiha gelek berhemên bi zaravayê kurdî-soranî jî. Berê, bi salan li îranê, di zindanan de mabûm, bi fermî jî min farisî xwendibû, soranî jî min dizanî. Min di zindana îranê de gelek berhemên farsî xwendibûn, gelek berhemên ku hatibûn wergerandin ser zimanê farisî jî li wir min xwendibûn. Wexta ku li Tirkiyeyê min hin berhemên ji farsî hatine wergerandin xwendin, bi yên farisî re berawird kir, min dît ku zêde tahmsar dibe. Her wiha min didît ku gelek qalibên zimanê kurdî di nav risteyên farisî de jî veşartî ne. Di wê baweriyê de bûm ku kurdî pir şîrîntir e, tahma wê cuda ye. Min dil kir, dest bi wergerê bikim.
Te çi hewcedarî pê dît ku ji zaravayê soranî (veguhêzî) kurmancî?
Bi qasî ku min xwendî û pê dizanim, piraniya şair û nivîskarên me yên navdar jî ev kar kiribûn. Ji Mîr Celadet bigire heta Hejar Mukriyanî. Bi taybetî jî Hejar Mukriyanî bala min dikişand. Min ji xwe re digot, çima pêwîst dît Mem û Zîn a Ehmedê Xanî wergerîne ser zaravayê Soranî (bi gotina wî Mukriyanî). Nexwe wî jî didît, her ku wext derbaz dibe, di nav şertên ku Kurdistan dabeş bûye de, hino hino dîalektên kurdî jî yan wê têk biçin, yan jî wek zimanekî serbixwe li wan bê. Bi xeyala ku bibim pirek di navbera zaravayên kurdî de, min wergerandina-kurmancîkirina zaravayê kurdî-soranî jî ji xwe re kir armanc. Helbet ne tenê ev, gelek berhemên giranbuha yên kurdî, bi zaravayê soranî hatibûn lêkirin, li bakur jî tenê hin rewşenbîr ji vê haydar bûn, tew li bakur meyla xwendinê ber bi berhemên rûsî û rojavayî bûn, yan jî yên tirkî. Ji ber vê min xwest ji hin helbestkarên mezin ên bi zaravayê soranî dinivîsin dest pê bikim. Car hebû, min helbesteke wan werdigerand, yan jiyannameya şairekî di kovar an rojnameyan de belav dikir; car hebû me berhemên wan jî wek pirtûk amade kirin. Îro bi sed hezaran kurmancîaxêv Şêrko nas dikin, dixwînin an dizanin. Di vir de helbet bandora me jî ne hindik e. Çendîn mînakê din jî dikarim bidim…. Îro ro sedan xwendevanên kurd ên bakur dixwazin, xwe hînî soranî bikin, bi akademîkî tev bigerin. Her wiha ên soranîaxêvên başûrê Kurdistanê jî wisa. Tezên bi dehan kesên li Bakur dixwînin, min raçavkirine ku li ser şairên Başûr, bi kurmancî amade kirine.
Ji nav helbesta Îranê çima wergera helbestên Sohrap Sepehrî?
Helbet gelek sedemên xwe hene lê ya herî zêde hişt ku Sohrab hilbijêrim. Têkiliya wî ya bi xwezayê re bû, bêyî ku têkildarî siyasetê bibe, yan tevlî bibe, kariye keleheke ewqasî mezin lê bike ku tebarek be. Dîmeneke pir hêsan û sade jî karî watedar bike û xweşkahiyekê bide jiyanê. Bi xwezayê re xweşbêj bû û pê re dijiya. Jiyana min jî hema hema çend salên dibistana navendî û amedehî nebin, tim di nav dehl û diriyan de bû. Hê jî li bajaran xerîb im di bajaran de. Bi Sohrab re min xwe di her quncikê xwezayê de û xwezayî didît.
Di wêjeya Îranê de bi rastî jî helbestvanên wek Furûx û Sohrab mohra xwe li helbesta Îranê dane. Piştî te werger qedand herî zêde kîjan aliyê Sohrap Sepehrî an jî kîjan helbesta wî bala te kişand, çima?
Helbet bi kurmancî, cara yekem wek pirtûk min berhemên Sohrab û Furûx wergerandin. Di serî de ji her duyan min, berhemek wan hilbijart ji bo weşandinê. Ya Sohrab ‘Dengvedana lingê avê’ (Dengê lingê avê), ya Furûx jî berhema wê ya nîvrê mayî ‘Em baweriyê bi destpêka demsala sar bînin’ bi mamoste Cewad Pale re me wergerand. Piştre bi vê têr nebûm, min dubare hemû berhemên Furûx û Sohrab wergerandin. Ya Furûx, çend sal berê çap bû, ya Sohrab jî îsal bû nesîb. Helbet herî zêde çemhelbesta wî ya ‘Dengê lingê avê’ gelek bandor li min kiriye. Wexta di zindana Îranê de bûm, hevalekî min bi devkî ji wê çemhelbestê çend riste ji min re gotibûn, min ji ber kiribû, digot ev helbest di welatê şair bi xwe de qedexe ye. Wisa di serê de min de mabû. Jixwe min bi wê çemhelbestê dest bi wergerê kir. Çend ji wan risteyên ku ji ber dizanim;
Ez nizanim
Ku çima dibêjin hesp heywanek esîl e
Kevok xweşik e
Çima di qefesa kesî de sîsyarek tune ye
Gulnefelê çi ya xwe kêm e ji alaleya sor
Çav divê werin şûştin şêweyek din bê dîtin
Bêje divê bêne şûştin
Bêje divê ba bixwe bêje divê baran bixwe be
Werger karekî zehmet e, bi taybetî jî dema ku helbest be, te gelek helbestên farisî wergerandine kurdî. Zehmetî û pirsgirêkên derdiketin pêşiya te çi bûn?
Vê jî em bêjin, min ne tenê helbest wergerandine, her weha min hin berhemên Sadiq Hidayet jî di nav de gelek berhemên din ên nehatine weşandin jî û gelek gotarên akademîk jî wergerandine.
Di wergerandina pexşanan de kêm zêde rêyek heye mirov kevanekekê veke, yan têbîniyekê deyne ku mijarê rabigihîne. Di wergera helbestê te, car heye, mirov dieliqe, hin riste û newa û deng hene ku tenê di zimanê wî miletî de tahma wê heye û watedar e, wexta tê wergerandin jî weke ku mirov gunehek kiribe. Diviyabû em vî gunehî bikin; dizanim helbestwergerandin zehmet e, hin dibêjin xiyanet e lê min kir. Bila be. Min kurmancîze kir. Dibe ku îtiraz jî hebin, mafê wan e lê heta ku vî mafî berovajî biparêzin dê şairên xwe yên bi zaravayên din ên kurdî û şairên din ên dinyayê jî di welatê me de biyanî bihêlin. Ji ber wê min gotibû, Şêrko êdî di kurmancî de ne ‘bêkes’ e. Şairên din ê îranî jî êdî bi kurmancî ne.
Tu di wergerê xwe de çi rêbazê bi kar tînî?
Wisa bêjim ku rêbazeke min a standart heye û li gor wan pîvanan tev digerim, ne rast e. Helbet kêm û zêde min hay ji hin teknîk û rêbazan heye. Wergerên ku dikim tenê ne helbest û pexşanên wêjeyî ne; carna yên zanistî ne, carna yên bijîşkî ne, carna jî yên reklam û daxuyaniyan in. Li gorî mijarê hin pîvan û rêbaz tên guhertin ku hetanî çi radeyê dikarim xwedî înîsiyatîf bim. Ji ber vê mebestê, min berhema zimannas û dîroknasê navbang ê kurd Cemal Nebez a bi navê “Wergerandin Huner e” wergerand ser zaravayê kurmancî ku di sala 1954’an de amade kiribû.
Ji bilî rêbazên wergerê, li ser gotinên qalibî pir hişyar im. Ji ber ku gotinên qalibî, hem di piraniya zaravayên kurdî de û farisî de jî zêde li pêş in. Car heye li hember qalibên wan, kurmanciya wan nabînim, mecbûr dimînim, şîrove deynim. Helbet ev mijarek berfereh e. Bi qasî pirtûkekê jî hêjayî nirxandinê ye. Heta ku ji me bê, wergerê, ne wek pîşe, wek huner bi kar bînin.
Wekî min bihîst ji bilî farisî û soranî haya te ji zaravayê goranî jî heye. Gelo di vê derbarê de ti plan û projeyeke te heye?
Zaravayê Goranî ku kevintirîn zaravayê kurdî dixuyê, yê herî nêzî zimanê avestayî ev zarava ye. Di wergerandina dîroka Hewramanê de, bi ser gelek agahiyan ve bûm ku sedan salan ev zarava di piraniya Kurdistanê de wek zimanê fermî bûye, lê mixabin, îro belkî ji çend gundan zêdetir pê nayê axaftin; Hewramî yan dirêjahiya wê ye, yan jî beşek jê. Dîsa di wergerandina hin berheman de rastî gelek têgînan dihatim. Min didît piraniya van têgînan vedigerin ser zaravayê Goranî. Van heyamên dawiyê, ji min re hat raspaspartin ku beşek ji pirtûka pîroz Serencamê bi latînî binivîsim. Min gelekî serê xwe pê re êşand. Gihiştim wê astê ku sedî not ji wate û dengê Goranî fêhm bikim. Helbet wek xebateke hevbeş-desteyî, bi alîkariya hevalên goranîaxêv, ev berhem wê bi raçavkirina min, ji çapê re amade bibe.
Wek proje, vêga tam nebêjim, lê berhem û çavkaniyên têkildar bi çanda me ya kevnar a li ser Hewramanê hatine amadekirin. Tenê maye li ser peymanê ku dest bi wergera wan ji bo kurmancî bikim.
Muhsîn Ozdemîr kî ye?
Di sala 1970’yî de li gundê Zivinga Şikakan a girêdayî Findika Botanê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li Zivinga Şikakan xwendiye. Dibistana navîn û amadehiyê li bajarê Wanê qedandiye. Ji ber sedemên siyasî bi salan li derveyî welêt maye. Di sala 2003’yan de li Ûrmiyê hatiye girtin. Di dibistana zindanê de fêrî zimanê farisî bûye. Gelek berhem ji zimanê farisî û zaravayê soranî wergerandine kurmancî.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,034 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://xwebun1.org/- 19-11-2022
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 02-12-2020 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 19-11-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-11-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-11-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,034 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.139 KB 19-11-2022 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!