Li ser kurtejiyana fermandarê leşkerî Fêsel Ebû Leyla
Fermandarê ku bi şervanê xwe re hem heval û hem jî dost bû. Mirin ji heybet û hawara wî ditirsiya. Ew dengê moraleke bilind bû. Dengê azadî û wekheviya gelan bû. Di nav gelek şeran de hîna jî dengê moralên wî di guhê şervanên xwe de dike zingînî. bi qîr û hawara xwe ew û şervanên xwe dibûn pizotên êgir û bi ser dijmin de dibariyan. Mirin jê ditirisya mirin.. Dengê wî û yê berxwedanê tevlihev dibûn carinan, ji ber ku ew hawara gelê bajarê xwe Mibicê û tevahî bajarên vê xakê bû.
Ew leheng Fêsel Ebû Leyla bû..
Fêsel Ebû Leyla an jî bi nasnavê xwe yê rast Fêsel Ebdî Bîlal Se'dûn e ku yek ji sembola berxwedana Kobanî û şoreşa rojhilat û bakurê Sûriyayê ye. Ew di sala 1984'an de li gundê Qererîşkê ya bi ser bajarê Kobanî ji dayîk bûye û bavê çar keçan e. Piştî 21 salan berê xwe dide bajarê Minbicê û li wir bi cih dibe. Di destpêka şerê ku li sûriyayê tê lidarxistin muhra xwe ya dîrokî li vê berxwedanê dixe. Di gavên damezrandina yekemîn ya ku bi navê ''Cebhet El Ekrad'' tê avakirin ku piştre bi navê ''Şems El Şîmal'' tevdigere ava kir. Li gelek deveran ji bo azadiya gelan şer dike.
Di berxwedana Heleb, Bab, Girê Spî, Eyn Îsa, Hol, Şedadî, Bendava Tişrîn û berxwedana dîrokî ya kobanî de cihê xwe digire û bi lehengî şer dike. her wiha di berxwedana dawî ya şerê bajarê Minbicê de weke fermandar di Meclîsa Leşgerî ya Minbicê de cihê xwe digire.
Di van berxwedanan de heft caran birîndar dibe, lê bi kêliyekê be jî îrada wî ya azadiyê ji bo zarokên gelên ku li vê herêmê dijîn, tu carî neşkest.
Piştî serkeftina mezin a li kobanî, Ebû Leyla bê westan û fedekariyeke ji dil û can refên xwe yên leşkerî roj bi roj mezintir dikir. Wê çaxê bajarê Minbicê di bin tarîtî û û dagirkeriya Daişê de bû.
Di 1'ê hezîrana 2016'an de pêgava rêzgarkirina bajarê Minbicê dest pê kir. Bavê Leyla bi coş û heyajeneke mezin pêşegtî di ber vî şerî de kir. Kêliya destpêkirina şer bi hêz û moraldayîna wî ya ji şervanan re dest pê kir.
Di wî şerî de bavê Leyla li derdora bajaroka Ebû Qelqel birîndar dibe. Hîna negihîştibû bajarê xwe di 5'ê hezîrana 2016'an li nexweşxaneya Silêmaniyê şehîd dibe. Lewma ji bo tolhildana fermandar Fêsel Ebû Leyla veguherî pêngava ''Şehîd Fêsel Ebû Leyla'' bi vî navî şervanan 12'ê tebaxa 2016'an dawî li dagirkeriya Daişê ya li Minbicê anîn. Hêviya Ebû Leyla gihîşt serî. Ya ji vê zêdetir ku xeta Ebû Leyla û bi dehan fermandarên din vîna wan berdewam kirin û Daiş têk birin. Bi vê dîroka tijî têkoşîn, ne tenê serê Leyla, serê hemû gelê herêmê bilind bû.
Bavê Leyla di her kêliyê de di nav çeperên şer li pêş bû. Hem fermandarî û hem jî şervantî dikir. Carinan bi tevî birînên xwe şer dikir. Bavê Leyla xwe ne tenê wek kurdekî didît, xwe wekî zarokekî Sûrî û gelên ku li ser vê axê dijîn didît.
Fermandar Fêsel Ebû Leyla, di bin êrîş û topên Daişê yên êrîşa kobanî de vê nameyê ji keça xwe ya mezin Leylayê re dişîne û tê de dibêje:
''Rêya me ev e, erka me ev e ku em ji bo siberoja te û zarokên weke te şer bikin. Ji bo ku hûn jî weke me nebêjin bav û kalên me tiştek ji me re nekirin. Ji bo hûn li vî welatî azad û parastî bin, ev Şoreş ji bona te û welatê Sûriyaye.
Delala min Leyla!.. Şîrîna min.. Min çiqas bêriya te kirye..
Eger zindî be yan jî şehîd be, tu yê rojekê bi bavê xwe serbilind bî.'' Bavê te Ebû Leyla ji Kobanî
Jiyana mirovekî berxwedêr ev e, dibe ku canê xwe ji dest dide, lê nav, ruh û berwedaniya wî di bîra gelên ku li ser vê axê dijîn de dimîne. Bavê Leyla sembola azadî û berxwedana gelan e.[1]