Tîma rêxistina Free Burma Rangers îro serdana bajarê Kobanê kir da ku encamên topbaranên #dewleta Tirk# li dijî herêmê, bişopîne. Her wiha serlêdana mala nûçegihanê STÊRK TV Mihemed Ceradê kir.
Tîm bi serokatiya berpirsê rêxistinê David U Bank serdana nexweşxaneya Covid- 19 ku balafirên şer ên dewleta Tirk rûxandiye û mala nûçegihanê STÊRK TV Mihemed Ceradê kir.
David U Bank ji dezgehên çapemeniyê re axivî û got: “Êrişên Tirkiyê li ser herêmê xirab in. Em ji vir dengê topbarana domdar dibihîzin. Tişta Erdogan dike nebaş e. Divê ji bo çareseriyan danûstandin hebe. Em hemû piştgiriya daxwazên azadiyê û pêkanîna edaletê dikin. Ev cîhan fireh e. Em dua dikin ku danûstandin dest pê bikin da ku ev şer raweste.”
David U Bank wiha domand: “Wek kesek amerîkî ez spasiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) dikin ku li wir in, lê belê jî hêvî dikim ku hewl bide vê êrişê rawestîne.”
Hevjîna David U Bank, Karin jî wiha axivî: “Ez pir kêfxweş im ji ber ku li Kobanê me. Cihê wê cuda ye di dilê me de. Em êş û azarên şêniyên wê bi wan re parve dikin û hêvî dikin ku ev êriş di demeke zû de rawestin.”
Serdana şandeyê ji bajarê Kobanê re berdewam e, her wiha biryar e ku serdana saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî jî bike.[1]