Nav û paşnav: Cengewar Ibrahîm
Navê Tevgerî: Argêş
Navê dê: Teyûba
Navê bav: Fewaz
Cih û dîroka Ji dayik bûnê: Qamişlo 1997
Dîroka şehadetê: 21/4/2017
Di Esîman de, ji stêrkan bedewtir tune ye. Her kes dixwaze mîna stêrkan azad be, lê carna esîman ji hin Kesan hez dike û wan di xweşikbûna xwede himbêz dike. Şehîd Argêş jî yek Ji wan stêrka ye. Wekî rêhevalên xwe yî şehîd her şev esmanê welatê me ronî dike.
Şehîd Argêş di sala 1997`an li Bajarê qamişlo ji dayik bûye, zaroktiya xwe wekî zarokekî kurd ku neçarî koçberiyê dibe. Ji bajarekî ber bajarekî, ji bo rewşa xwe ya malbatî di zaroktiya xwede xwe wekî berpirsyarekî di malbata xwe de dibîne.
Malbata wî wekî malbateke Welatparêz dihatin naskirin piştî ku Argêş dikeve temenê ciwantiyê de li başurê kurdistanê bi Bavê xwe yê ku di teqînê de birîndar bibû bandor dibe sînor Debra’s dike û li rojava li gel malbata xwe tevlî tevgera azadiyê dibe. Di nav hevalên xwede weke şervanekî hertim hezkiriyê berxwedaniyê dihat nasîn Kenê wî di çeperê şer de di guhê her şervanekî ku pê re Jiyan kiriye ma ye. Awirên wî yê bi heybet ew herdem navnîşana wî bû
Xewna wî bû ku di nava hêzên şoreşê de, bi cih bibe û rojekê ew xewna wî pêk hat û dikarî bû di nava wê hêzê de wekî qomîtan cihê xwe bigre. Di şerê Tepqayê de sala 2017 ji bo ku Argêş û rêhevalên xwe Ava Firatê derbas bikin û bighîjin rêhevalên xwe qeyika wan di nava avê de xwar dibe Argêş û 3 rêhevalên xwe jiyana xwe ji dest didin. Di sala 21/4/2017 Argêş gihişt asta şehadetê û îro asîmanê welatê me ronî dike.[1]