Çîrok, vegotina bûyerek bi devkî an jî bi niviskî re çîrok tê gotin. Berhem bûyeren bi rastîn, nêzikî rastiyê, an jî mîtolojî bi kurtayî û bi islûbek xweş pêşkeşî xwendevanan an jî guhdaran dike.
Ji çirokên gelêri yeni bi awayeki gişti ji afirandinên gel ji devan derbazi devan ji nifşan derbazi nifşan buyi u hati pirani buyer u rewşên awarte dısa bi lehengen awarte ve girêdayî dide tegahandin re çirok te gotin /kurteçîrok an jî hîkayat tê gotin. Berhem bûyeren bi rastîn, nêzikî rastîyê, an jî mîtolojî bi kurtayî û bi islûbek xweş pêşkeşî xwendewanan an jî guhdaran dike.
Çîrok bûyeran bi kurtayî, bi hunandinek hêsan, bi zimanek xweş tîne ziman. Di çîrokê de bal li ser bûyerekê an jî rewşekê ye. Bûyer an jî rewş li mirovekî re tê girêdan; an jî cîh û dema bûyer û rewşê bi şiklek heyecanî û mereqvanî tê vegotin.
Cîh û dema bûyer lê diqewime belû ye, di bûyerê de kêm kes hene û vegotin kin e. Di çîrokê de xisletên mirov, cîh û demê dirêj nayên teswîr kirin. Xwendevan bi hinek îşaretan bi xeyalên (nîgaşên) xwe pêşî û dawîya çîrokê temam dike.
Çîrok di dîrokê de ba yewnanan mîna çîrokên li ser ajalan (fabl), li rojhilat mîna çîrokên hezar û yek şevî hatine gotin û nivisandin. Di şiklê nûjen de çîrok di sedsala 19. de li Ewropayê dema romantîzmê dest pê kiriye. Çîrokvanên ûrisî Gogel, Dostoyevskî, Turgenyev û Çexov ji bona pêşketina çîrokê û cîhgirtina wî ya di wêjeyê de rolek girîng girtine[1]