Rojbîn Zagros/Qamişlo
Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, rewşenbîr û nivîskarên bajarê Qamişlo, 26`ê vê heyvê çalakiya nobetê li dar xistin.
Çalakiya nobetê li pêşiya navenda giştî ya Netewên Yekbûyî ya li kolana Siyahî ya bajarê Qamişlo pêk hat.
Di çalakiyê de rewşenbîran nameyek vekirî ji Civaka Navneteweyî re şandin û tê de gef û êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker hatin şermezarkirin.
Name ji aliyê nivîskara bi navê Şepal Seîd Yûsif hat xwendin û tê de hat gotin; “Wek komek nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê, em êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker yên li ser herêmên me û yên ewle û yên ku binesaziyên herêmên me wek (avahiyên tenduristiyê, deboyê genim, saziyên enerjiyê, av û saziyên din yên xizmetguzariyê) dikin hedef şermezar dikin. Herwiha ji bilê sazî û navendên herêmî, bi dehan mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dan. Gelê me heta niha di têkoşîna li dijî terorê li ber xwe dide û serkeftî ye. Jixwe armanca sereke ya dagîrkeriya Tirkî têkoşîna li dijî hebûn û nasnameya kurda li herêmê ye. Ji bo wê jî em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi tundî li dijî van êrişan bisekinin û zextê li dagîrkeriya tirkî bikin ku êrişên xwe rawestîne. Lewra rojane welatiên herêmê ji ber êrişên dagîrkeriyê şehîd dikevin û birîndar jî çêdibin.”
Herwiha rewşenbîr û nivîskaran pankartên bi zimanê Îngilîzî yên `Terora Tirkî bidin sekinandin, me nekujin, em dixwazin di nava aştiyê de bijîn, ji bîr nekin ku Kurdan mirovahiyê parastiye, Kurdan biparêzin` rakiribûn.[1]