Navê û paşnav: Birûsk Boraz
Navê tevgerî: Basil Xelîl
Navê dayikê: Hesna
Navê Bav: Şêx Mihemed
Dem û cihê şehadetê: 10.10.2019
Şehîd Birûsk li gundê Borêz ku 35 km li rojavayê bajarê Kobanî dikeve ji dayîk bûye. Şehîd Brûsk di nava gundekî eşêrtî di malbateke civakî de jiyaye. Şehîd Birûsk heta pola heştan xwendiye û ji ber rewşên siyasî û şer xwendina xwe neqedandiye. Piştî wê şerê di navbera artêşa azad û rêjîma Baasê de li herêmên kurdan dest pê kir. Wî herî zêde ji çandinî û sewalkariyê, melevaniyê, avjeniyê û futbolê hez dikir.. û timî di futbolê de yekem bû. Pir ji zarokan hez dikir û her dem bi her kesî re dibişiriya. her dem bi derdora xwe xwe re rêzdar bû. lewma her kesî jê hez dikir. Sê xwişk û pênc birayên w
hebûn. Şehîd Birûsk di temenê 14 de salî de îek hildaye û ji bo welatê xwe şer kiriye. Di sala 2014`an de #Daiş# êrîşî #Kobani#yê kiriye. Di sala 2015`an de, şehîd Birûsk tevlî hêzên YPG`ê bû û di sala 2017`an de tevlî hêza Qsedê bû. wî di vê tevlêbûna xwe de, beşdarî gelek şeran bûye (#Efrîn#, #Reqa#, #Minbic#, #Dêra Zorê#, Tebqa). Di van şeran de Şehîd Brûsk hin hevalên xwe winda kirin. Û her tim behsa wan dikir û di sala 2019`an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din êrîşî herêmên Kurdan li ser (#Serê Kaniyê#, #Girê Sipî# û gundên Kobanî) kirin... Şehîd Birûsk Boraz li Kobaniyê tevlî karwanên şehîdan bû. di jiyana malbat û hevalên xwe de mîrateyek wêranî û valahiyek mezin hişt...[1]