Helbestvan Isa Mihemed Xelo
Isa Mihemed Xelo Qeregêçî, di sala 1937`an de, bapîrê wî ji Serxetê daket Binxetê, li #Serêkaniyê# niştecî bûye. Bavê wî tayê bitenê bû, bê bira bû tenê xwehek wî hebû. Ew ji wî bavî pênc bira û du xweh çêbûn.
Ew di sala 1956an de, li gundê Bîr-Nûh başûrê Serê kaniyê 7km dikeve, ji dayik bû. Hêjayî gotinê ye ku yekî Ermenî navê Issa li wî kir. Bavê wî di gelek qonaxê jiyanê xweşî û reşî re derbas bû, her salê li gundekî bû, ta sala 1966an ew hatin gundê Alokê pênc salan li wir man.
Li ser daxwaza mamostê gund bavê wî ew rêkir dibistanê. Mamoste ji xelkê Dirêkîş bû navê wî Silêman Wesûf Heyder bû, bi saya vî mirovî li dibistanê bi cih bû, ji wî re kinc û sernûs û pênûs kirîn. Ewî pola 2-3 xwend. Mamosteyekî din ji Tertûsê hat gundê wan û ew derbasî pola pêncan kir.
Li gundê Alok ew di xwendina seretayî de, bi serket. Rojekê du birayên wî bi zimanê erebî bi hevdû re dipeyivîn. Bavê wî ji muxtarê gund re got: Zarokên min çirûk bûn, wê zimanê kurdî jibîr bikin. Muxtar keniya.. ciwanmêr bû, dilê xwe negirt û ji bavê min re derbas kir.
Di sala 1970î de, ew hatin bajarê Serê kaniyê, di dibistana amadeyî xwend, têkiliyên wî bi helbestvan Bêbihar re çêbûn. Mirovekî paynizim bû, tim jê re helbestên xwe dixwend.
Ew ji zimanê kurdî pir hezkir, li bajarê Serê kaniyê bekeloriya wêjayî tunebû, ji neçarî Bekeloriya zanistî xwend, bi dijwarî sitend. Ji ber rewşa abûrî xwendina xwe bi dawî nekir. Di sala 1979an de, xwest fêrî kurdî bibe. Hevalekî wî yê piçûkanî hebû, navê wî Emerê Ebdikê bavê Teymûr bû. ji wî re Alîfbêya Osman Sebrî, kovara Gelawêj û Gulistan tanîn, ew bi saya wan baş fêrî zimanê kurdî bû.
Ewî pir peyvên kurdî komkirin. Çend salekî ji nivîsandinê dûrket, heta qeyrana sûrî, paşê dîsa vegeriya nivîsandinê. Gelek helbest nivîsandin û pirtûkek bi navê Welat û Civat amade kiribû. Nêzî 65 helbest 180 rûpel bû, pêşgotina wê mamosta nemir Mihemed Elî Şakir nivîsî bû.
Di sala 2017an de, pirtûka xwe ji Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê re ji bo çapkirinê rêkir, lê sed mixabin çap nekirin. Dîwanek din bi navê Koça Mirinê 120 malikin û hin helbestên din hene, pêşgotina wê mamosta Hozanê Gurkundê nivîsand, amadeye ji bo çapkirinê. Mamosta nemir Mihemed Elî pir alíkarî bi wî re kir. Ew helbesta kêşankirî dihûne.[1]